20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ok: Rêveberiya Îmraliyê nameyên gefxwarinê didin Rêbertî

Sabrî Ok di bernameya taybet a Stêrk Tv de axivî û diyar kir ku ew tu agahiyan ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nastînin, ti têkiliya wî bi derve re nîne û got “Lê em dizanin ku wextekê dewleta dagirker û rêveberiya Îmraliyê  nameyên bênav û bênavnîşan dane Rêber Apo. Di wan nameyan de ji Rêber Apo re digotin ‘Em ê jehreke wisa bidin te ku tu yê bi wê jehrê bimirî. Kêzikên ku cesedê de bixwin jî wê bi jehrê bimirin.’ Dîsa ji Rêber Apo re gotibûn ‘Tu yê roj bi roj bimirî, lê wê haya te jê tunebe’. Binêrin Rêber Apo kesekî xwedî berpirsyariyeke dîrokî ye lê her roj rastî van êşkenceyan tê. Mafê Rêber Apo yê qanûnî yê nameyan qedexe ye, lê nameyên bi vî rengî serbest in. Ev tê çi wateyê? Bi psîkolojiya wî bilîze, bi tenduristiya wî ya ruhî bilîze, bi tenduristiya wî ya fîzîkî bilîze da ku Rêber Apo ji rastiya xwe qut bibe û rola xwe bi cih bîne. Ev dewleteke wisa hovane ye. Li hemberî vî tiştî qetlîam jî sivik dimîne. Tu dewletek wisa nake bi tenê dewletên çete wisa dikin. Divê ev tişt di rojeva Kurdistan û Tirkiyeyê de cih bigire. Dema ku tê gotin tecrîd nîne divê her kes bertekên xwe nîşan bide.

Hevpeyvîna bi Sabrî Ok re wisa ye:

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome. 28 meh in tu agahî nayên stendin. Faşîzma AKP-MHP’ê gotinên “Tecrîda li Îmraliyê” jî sûc dibîne. Sedema vê tecrîda giran a li Îmraliyê çi ye?

Di serî de Rêber Apo bi rêzdarî silav dikim. Ez hemû hevrêyên me yên li Kurdistanê û di zindanan de şehîd bûne bi bîr tînim û bi rêzdarî li ber bîranînên wan bejna xwe ditewînim. Bêguman divê em rewşa Rêber Apo baş şîrove bikin. Nêzîkatiya dewleta tirk a li Rêber Apo nêzîkatiya li tevahî PKK’êe. Tecrîd û zexta li ser Rêber Apo tê wateya ku li Kurdistanê, li ser gelê Kurd û heta li dijî gelên Tirkiyeyê tecrîd û zext heye. Polîtîkayên li ser Rêber Apo tên meşandin berdewamiya polîtîkaya qirkirinê ye. Divê em tecrîdê teng nenirxînin. Dixwazin dengê Rêber Apo negihêje gelê Kurd û civaka Tirkiyeyê û bi psîkolojiya Rêber Apo û bi psîkolojiya gelê Kurd bilîzin. Heta îro bi sedan kesan ji bo bertekê nîşanî komploya li dijî Rêber Apo bidin, xwe şewitandine û şehîd ketin. Têkiliyeke wisa ya Rêber Apo bi civakê re heye.

Rojnamevan Merdan Yanardag çend roj berê tiştek gotibû. Ji bo ev gotin were gotin ne şoreşgerî hewce dike û ne jî mirov mecbûr e ji Rêber Apo hez bike. Bi tenê rastiyê bibêje bes e. Got ‘Li Îmraliyê tecrîd heye’. Ev tiştekî rast e. Ji ber ku Merdan Yanardag ev got, ew avêtin zindanê. Lewma dixwazin kes behsa Rêber Apo û Îmraliyê neke. Bi rastî jî Bahçelî got, ‘Kî bibêje li Îmraliyê tecrîd heye, sûc dike’. Li hemberî me feraseteke wisa heye. Divê em li dijî vê ferasetê di asta herî jor de têbikoşin. Divê her Kurd li her ciha ku lê ye bibêje ku tecrîd heye, li hemberî vî tiştî dengê xwe bilind bike û berteka xwe nîşan bide.

Çend roj berê li Ewropayê ciwanekî 17 salî hat qetilkirin; gel rabû ser piyan û Fransa hejand. Ne tenê li bajarekî, li tevahiya Fransa, heta Belçîka û welatên din jî xwepêşandan hebûn. Ji ber ku bi sedsalan ji bo demokrasiya ku îro li Ewropayê ye têkoşîn hatiye kirin û civaka Ewropayê jî berdêla wê daye. Dema ku dibînin demokrasî di xetereyê de ye, reflekseke xurt didin û di wextê xwe de dadikevin kolanan. Divê wisa be.

Divê her kes tevlî vê pêvajoya birûmet bibe

Ji bo hinek tiştan rêxistinkirineke xurt û serkeftî hewce nake. Sermesele bi rûmeta me dilîzin, li Stenbolê kesek bi Kurdî distrê, polîs li wan didin û wan diavêjin zindanê. Panzêra dewleta Tirk tê, zarokên Kurdan dikujin. Tecawiz dikin, goristana şehîdan xera dikin. Em nikarin li hemberî van hemûyan bêdeng bimînin. Di televizyonê de van bûyeran nîqaş dikin; lê belê divê helwestek were nîşandan, ne nîqaş werin kirin. Divê gelê Kurd jî weke Ewropa refleksekê nîşan bide. Gerîla jixwe li hemberî êrîşên hovane li ber xwe dide û wê li ber xwe bide. Divê gelê me bizane ku em ne di pêvajoyek asayî de ne. Divê kes rihet tevnegere. Em di serdemek dîrokî û girîng re derbas dibin. Jixwe PKK û gerîla bi ruhekî fedaî erka xwe pêk tînin. Lê divê civak jî neheqiyê qebûl neke. Divê hiqûqnas, rewşenbîr û civak jî dema li ser Rêbertiyê tiştekî nerast tê gotin reflekseke rast nîşan bidin. Dema Bahçelî wiha dibêje, divê her kes bi taybetî jî parêzer bibêje, tu kî yî ku tiştekî wiha dibêjî? Ger bertek neyên nîşandan, ev kes wê nesekinin.

Divê her kes li ser rewşa Rêber Apo têkeve fikaran. Nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike, nikare malbata xwe bibîne, destûr nayê dayîn ku name jî were şandin. Lê em dizanin ku wextekê dewleta dagirker û rêveberiya Îmraliyê  nameyên bênav û bênavnîşan dane Rêber Apo. Di wan nameyan de ji Rêber Apo re digotin ‘Em ê jehreke wisa bidin te ku tu yê bi wê jehrê bimirî. Kêzikên ku cesedê de bixwin jî wê bi jehrê bimirin.’ Dîsa ji Rêber Apo re gotibûn ‘Tu yê roj bi roj bimirî, lê wê haya te jê tunebe’. Binêrin Rêber Apo kesekî xwedî berpirsyariyeke dîrokî ye lê her roj rastî van êşkenceyan tê. Mafê Rêber Apo yê qanûnî yê nameyan qedexe ye, lê nameyên bi vî rengî serbest in. Ev tê çi wateyê? Bi psîkolojiya wî bilîze, bi tenduristiya wî ya ruhî bilîze, bi tenduristiya wî ya fîzîkî bilîze da ku Rêber Apo ji rastiya xwe qut bibe û rola xwe bi cih bîne. Ev dewleteke wisa hovane ye. Li hemberî vî tiştî qetlîam jî sivik dimîne. Tu dewletek wisa nake bi tenê dewletên çete wisa dikin. Divê ev tişt di rojeva Kurdistan û Tirkiyeyê de cih bigire. Dema ku tê gotin tecrîd nîne divê her kes bertekên xwe nîşan bide. Ev girîng e.

Heke me têkoşîn mezin bikira wê dewlet neçar biba

Heke me têkoşîn bi her awayî mezin bikira, wê dewlet bêçare bûya û biçûya ber lingên Rêber Apo. Ev ji bo me mijara xwerexneyê ye. Em deyndarê Rêber Apo ne. Lê israr û îdiaya me heye û têkoşîna me didome. Divê gelê me bizane ku em ne di pêvajoyek asayî de ne. Divê her tişt li gorî ruhê vê serdemê be. Ger dewleta Tirk di vê navberê de qelsiyekê bibîne, wê hîn zêdetir were serê me. Li dijî zextên li ser Rêber Apo û hevalên din ên li Îmraliyê, pêngavên girîng ên ku wê di rojên pêş de encam bidin divê werin destpêkirin. Ev wisa nadome, divê wisa nedome. Divê helwest were nîşandan. Her kesên ku alîgirên demokrasî û azadiyê ne, li her çar parçeyên Kurdistanê divê rewşa xwe ji ber çavan derbas bike, bifikire ku ew dikare çi bike, divê xwe rêxistin bike û bi awayekî bi rûmet tevlî vê pêvajoyê bibe.

Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê di têkoşîna azadiya Kurdistanê de destpêkek dîrokî û girîng e. Berxwedana îro li Îmraliyê hat pêşandan, berxwedana zindanan derxist asta herî jor. Berxwedanên zindanan ji zindana Amedê heta Îmraliyê di têkoşîna azadiya Kurdistanê de çi rol lîstin?

Salvegera berxwedana 14’ê Tîrmehê nêzîk dibe. Bi vê wesîleyê ez di şexsê heval Hayrî, heval Kemal, heval Akîf û heval Alî Çîçek de hemû şehîdên zindana Amedê û şehîdên şoreşê bi minetdarî bi bîr tînim û li ber bîranînên wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Em ê hewl bidin layiqî şehîdên xwe yên nemir bin.

Di dîroka me de rola berxwedana 14’ê Tîrmehê pir girîng e. Tişta ku PKK’ê dike PKK û xeta Rêber Apo zindî dihêle, ruhê berxwedanê yê Ferhat, Mazlûm û Hayrîyan e. Dewleta Tirk piştî darbeya 12’ê Îlonê dixwest tevgera me PKK’ê tasfiye bike. Jixwe gelek rêxistin hema bibêje tasfiye bûne. Gelek hevalên me yên pêşeng jî hatin girtin. Piraniya wan li zîndana Amedê bûn. Heger li zindana Amedê xeta Rêbertî nehata esasgirtin, berxwedan bêbandor bibûna û tasfiye bibûna, wê bandorek mezin li tevgera me bikira. Dijmin bi vê hişmendiyê hovîtiyeke wiha li zindana Amedê pêş xist. Armanca wan tinekirina tevgera me ya li Zindana Amedê bû. Lê rêber û kadroyên tevgera me yên wek Mazlûm, Ferhat, Kemal, Hayrî siberoj dîtin. Haya wan ji rol û misyona wan hebû, dizanîbûn erkên xwe çawa pêk bînin. Li ser vê bingehê tevgeriyan. Rêber Apo carinan digot ‘Ez difikirim ku niha eger Kemal Pîr bûya, wê rewşa me cuda bûya.’ Yanî cihê wan bi hêsanî nayê dagirtin. Bêguman xeta wan hate şopandin, bi hezaran qehreman li zindan û çiyayan dan ser şopa wan, li zindanan li ber xwe dan û hê jî li ber xwe bidin lê rol û mîsyona Kemal û Hayrîyan cihê bû.

Heval Mazlûm beriya ku şehîd bibe, nameyek ji Rêber Apo û Partiyê re şandibû. Dema ku me nizanîbû em ê çi bikin, pêşniyazên heval Mazlûm ji aliyê partiyê ve weke talîmat hatin qebûlkirin. Heval Mazlûm gotibû ‘Pêwîste partî di sal û nîvekê de hemû amadekariyên xwe yên li derve temam bike. Divê xwe ji şerekî nû re amade bike. Divê bi pêngaveke nû şoreşê geş bike.’ Ev pêşniyaz wek talîmat hatin qebûlkirin. Di Konferansa 1’emîn û Kongreya 2’emîn a Partiyê de biryarên bi vî rengî hatin stendin û bicihanîn. Dîsa heval Mazlûm gotibû, ‘Dijmin wê êrîşên xwe yên li zindanê zêdetir bike, em ê heta dawiyê li dijî van êrîşan li ber xwe bidin. Em ê hem li dadgehan hem jî di jiyana xwe ya li vir de nûnertiya partiyê bikin. Ne bedenî û ne jî ruhî, em ê têk neçin.’

Em deyndarê berxwedêrên 14’ê tîrmehê ne

Bêguman zindan di dîroka kurdan de her tim hebûne, lê cara yekem partiya me bi PKK’ê re li zîndana Amedê hat naskirin. Heke ruhê 14’ê Tîrmehê, ruhê Newrozê, ruhê Ferhatan li zindana Amedê nebûya, xeta berxwedanê ya ku PKK’ê ev 50 sal in pêş dixe, nedibû. Berxwedana 14’ê Tîrmehê xwedî wateyeke wiha dîrokî ye. Em ê her tim li ser şopa wan bin, em deyndarê wan in. Heval Hayrî gotibû, ‘Li ser tirba min binivîsin deyndarê gelê xwe ye.’Bi rastî em deyndarê wan in. Xeta berxwedanê ya ji aliyê wan ve hatiye afirandin li çiya, li zindanan, li her qadê tê temsîlkirin. Nêzî 50 sal in bi deh hezaran heval di zindanan re derbas bûne. Ger ruhê berxwedana zindana Amedê nebûya, bi deh hezaran mirov nedikarîn bi dehan salan wê xetê biparêzin, nedikarîn PKK’ê biparêzin. Berxwedana 14’ê Tîrmehê xwedî roleke wiha ye.

Ev berxwedan di şexsê Rêber Apo de hê jî didome. Hin hevalên me 30 salan di zindanan de man. Dijmin hê jî li ser wan zextan dike. Heval jî li ber xwe didin; dibêjin em ê 30 salên din jî li ber xwe bidin. Bingeha wê xetê bi berxwedana 14’ê Tîrmehê hate danîn. Divê em wê tenê bi zindanê jî sînordar nekin. Berxwedana 14’ê Tîrmehê bûye çanda partiyê. Ev xet li her derê li çiya, gund, bajar, li zindanan hate esasgirtin. Gelê me û PKK hê jî li ser vê xeta berxwedanê têkoşîna xwe didomînin.

Dewleta tirk di van demên dawî de ji bo xwe ji krîza siyasî û aborî rizgar bike, gavên dîplomatîk diavêje. Bi taybetî jî dixwaze ji nû ve bi dewletên Ereban re têkiliyên baş deyne. Li aliyê din dadgeha Belçîkayê careke din diyar kir ku PKK ji bo Belçîkayê ne gefe û got“lîsteyên terorê yên Yekîtiya Ewropayê ne hiqûqî ne, siyasî ne.’ Hûn tevgerên dîplomatîk ên dewleta tirk û daxuyaniyên dadgeha Belçîkayê çawa dinirxînin?

Dewleta tirk her tiştê xwe li ser temamkirina qirkirina Kurdan ava kiriye. Siyaset û dîplomasiya xwe li gorî wê pêş dixe. Dîsa bi vî rengî xwe nêzî Rêber Apo kir. Heta ku dev ji polîtîkayên xwe yên qirkirinê yên li ser gelê Kurd bernedin, wê siyaset û dîplomasiya xwe li ser vê bingehê pêş bixin. Ji bo vê jî çi tawîz hewce be wê bidin û wê gavê paşde bavêjin. Tenê ji bo ku li dijî PKK’ê encamê bistînin, her tiştî dikin. Bi hemû dewletan re li esasê ku li hemberî PKK’ê wê sûda wan bigihêje min, wê karibin qirkirina li dijî Kurdan temam bikin an na, siyasetê dikin. Awantaja xwe bi kar tînin.  Ji ber ku dewleta Tirk endamê NATO’yê ye. Li cihekî jeopolîtîk û stratejîk in. Van avantajên xwe bi awayekî bêexlaqî û bêsînor li dijî YE û NATO bi kar tînin. Ji ber vê jî ligel ku wan di şerê li dijî me de çekên kîmyewî bi kar anîne jî heta niha tu kesî bertek nîşan nedaye.

Her kes dizane ku PKK rêxistineke mirovahiyê ye, nûnertiya heqîqetê dike, nûnertiya edalet, nirx û azadiya jinê dike. Çi pêwendiya wê bi terorê re heye? Berevajî vê, ji bo civaka Kurd a bi qirkirinê re rû bi rû ye, bêhnekê bistîne û bi nasnameya xwe azad bijî têdikoşe. Di dîroka mirovatiyê de ji kîngê ve navê vê têkoşînê re dibêjin teror? Lê wek min got dewleta Tirk awantajên xwe bi kar tîne, cîhan jî bêdeng dimîne. Lê tevî van hemûyan jî hin dewlet û rêxistin li ser rastiyan disekinin. Em dikarin biryara Belçîkayê jî bi vî awayî binirxînin. Bi rastî jî PKK herî zêde li Belçîkayê tê naskirin. Dewleta Tirk dibêje navendan PKK’ê li Brukselê ye, lê Bruksel dibêje PKK ji bo me ne gef e û ne jî teror e. PKK’ê çi xisar daye kê? Ti pirsgirêk û armanca PKK’ê ya bi vî rengî nîne. Berovajî vî tiştî zilm li PKK’ê, Rêbertiyê, gelê Kurd, çiya, gund û bajarên Kurdistanê tê kirin. PKK li dijî vê zilmê têdikoşe.

Di vî warî de biryara Belçîkayê girîng e, divê di vê biryarê de israr bike û dev ji biryara xwe bernedin. Berê jî biryarên bi vî rengî dane. Divê Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropayê, vê biryarê watedar bibîne, li gorî wê tevbigere û berpirsyariyên xwe yên hiqûqî bi cih bîne. Divê li hemberî derew û zextên dewleta Tirk stûyê xwe xwar nekin. Divê xwedî li nirxên demokrasiyê derkevin. Divê gelê me tu carî vê têkoşînê sist neke. Sûcên ku dewleta Tirk ji dîrokê heta niha li dijî gelê me û gerîla kiriye, divê ji her kesî re bê gotin. Divê Ewropa jî vê rastiyê bibîne. Divê li dijî êrîşên qirkirinê yên ku dewleta Tirk li ser gelê Kurd dikin, qanûnên xwe pêk bînin. Divê li hemberî dewleta Tirk xwedî helwest bin.

Dewleta tirk dîplomasiya xwe bi vî rengî dimeşîne. Demekê têkiliya xwe bi Misirê re qut kirin, niha konsolosxane û balyozxaneyên xwe vekirin. Pirsgirêkên wan bi hemû dewletên Ereban re hebûn, niha dîsa hewl didin têkiliyên baş deynin. Ger sibe bi Sûriyê re li hev bikin bila kes şaş nebe. Armanca wan tenê tasfiyekirina PKK’ê û gelê Kurd e.

salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê

Em di salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê de ne. Çima gelê Kurd nikarîbû ji firsendên ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekem 100 sal berê derketibûn îstifade bike? Di demeke ku piştî 100 salan Şerê Cîhanê yê 3’emîn diqewime de çi derfetên gelê Kurd hene? Xetereyên li ser gelê Kurd çi ne?

Di dîrokê de gelek dijminên gelê Kurd çêbûne. Sedema vê jî erdnîgariya Kurdistanê ye. Erdnîgariyeke ku dewlemendiyên sererd û binerdê gelek in. Naxwazin ku ji bilî wan li ser vê erdnîgariyê bibin îradeyek. Li ser peymanan dîroka gelê Kurd kete rewşeke xerab. Hemû têkoşîna me ji bo guherandina vî tiştî ye.

Dema Lozanê jî wisa bû. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, Rojhilata Navîn bi rastî hate dîzaynkirin. Bi taybetî Fransa û Brîtanya 22 dewletên Ereban ava kirin, bi xwe ve girê dan û ew dewlet kirin dijminê hev. Gelê Kurd jî parçe parçe bû. Pêşî ew kirin du parçe, paşê jî kirin çar parçe. Li vir gelek lîstik hatin lîstin. Di wê demê de gelê Kurd jî ne yek bû. Xwe nas nedikir. Ne azad bû, bê rêxistin bû, nikarîbû ruhê yekîtiya neteweyî biafirîne. Weke êl û herêmî mabû. Bi gelemperî ne yekgirtî bû. Dijmin li ser vê bingehê lîstik lîstin. Bi mezhebên Kurd, Elewî, Sunî, Êzidî re lîst; bi eşîrên çar parçeyan re dilîst. Ji bo ku Kurd hevdu biêşînin, nakokî afirandin. Ew polîtîka hê jî didome. Li hemberî vê jî bi serhildanên Koçgirî û Şêx Seîd re berxwedan hatin kirin.

Peymana Sêvrê bi rastî jî ji bo Kurdan tiştek hebû. Kurdan bi Sêvrê dikaribûn bêhnekê bistînin lê Tirkan ev tişt qebûl nekirin. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn xwe dan hev. Mistefa Kemal kesekî jîr bû. Yanî ew jîr, realîst bû. Ne difikirî ku mîna Osmaniyan xwe li her derê belav bike, jixwe haya wî jê hebû ku li hemberî Ewropayê ne xwediyê hêzeke mezin e. Wan Mîsakî Mîllî ji xwe re esas girtin, ku ji bo wan maqûltir bû. Dema çûn Lozanê gotin, ‘Tirkiye ya gelê Kurd û Tirk e; Em bi hev re ne’. Li ser navê Kurdan nûnerên xwe diyar dikin. Gelê Kurd li ber xwe dide, lê hêza wan têr nake. Di qada navneteweyî de nikarin xwedî li nasnameya xwe derkevin û Kurdistan dibe çar parçe.

Ger gelê Kurd li ser esasê yekitiya netewî tevbigere, mafên xwe bi kar bîne yan jî biparêze, dikare derfetên ku di destê xwe de baş bi kar bîne. Lê belê têkiliyên bi dijmin re ji dîrokê heta niha, di rastiya xwe de ev têkilî wekî xizmeta ji dijmin re didİme. Mînak ger bi dijmin re têkilîyeke wisa çênebe, gelê Kurd îradeya xwe nîşan bide wê gelek destkeftiyan bi dest bixe. Lê dîsa jî dijmin bi wê damarê hevkariyê dilîze. Şerê ku îro li dijî me tê meşandin jî wisa ye. Mînak dewleta tirk ji Başûr tê û êrîşî me dike. Helbet ev rewş me diêşîne û em hêrs dibin. Divê gelê Kurd jî bi vî rengî hest bike û bertekê nîşan bide. Helbet dibe ku di navbera partiyên Kurd de nakokî hebin, ji hev hez nekin, pirsgirêk derbikevin, lê nabe ku tu tişt bibe sedem ku rêxistineke Kurd li dijî rêxistineke din a Kurdan li gel dagirkeran cih bigire û bi hev re tevbigere.

Gelo dewleta Tirk bêyî PDK’ê ji Başûr êrîşî me dike? Birîndarên PKK’ê dîl tên girtin, nahêlin bên dermankirin. Çawa ku di dîrokê de ruhê yekîtiya neteweyî derneketiye holê, ev tecrûbe jî rê li ber pêkhatina ruhê yekitiya neteweyî digire. Di rojên pêş de li dijî Peymana Lozanê konferansek were lidarxistin. KNK pêşengiya vî karî dike. Em bawer in û hêvî dikin ku hemû rêxistinên Kurdistanî û gelek kesên ji çar parçeyên Kurdistanê cihê xwe di vê konferansê de bistînin. Dîsa em di wê baweriyê de ne ku di vê konferansê de îradeyek wê derkeve holê. Banga me ji hemû rêxistinên Kurdistanî re ye; divê kongreya netewî bê lidarxistin û kes di vê mijarê de paşve neçe. Divê her kes bi dil û can beşdarî vê kongreyê bibe. Divê ev kongre bibe kongreyeke ku wê bersiva xeyalên gelê Kurd bide. Berê jî çend caran hatiye ceribandin, gihiştiye asta dawî, lê di nava PDK’ê de asê maye. Paşê me bihîst ku hin hêzên navneteweyî naxwazin kongre bi ser bikeve û ji ber vê yekê jî lîstik lîstin. Divê vê carê kongre bigihêje encamnameya xwe. Divê her kes bi berpirsyarî nêz bibe û beşdarî kongreyê bibe.

19ê Tîrmehê salvegera Şoreşa Rojava ye. Şoreşa Rojava bi modela xwe ya çareseriyê bû hêviya mirovahiyê. Lê ew jî di bin dorpêçê de ye. Gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava dewam dikin. Hat ragihandin ku darizandina çeteyên DAİŞ’ê wê di rojên pêş de dest pê bike. Hûn rewşa niha ya Şoreşa Rojava û geşedanên dawî çawa dinirxînin?

Giringiya Şoreşa Rojava 

Şoreşa Rojava di dîroka mirovahiyê de cihekî gelekî girîng girt. Dibe ku ji aliyê cih û erdnîgariyê ve biçûk be, lê Şoreşa Rojava xwedî wateyeke mezin e. Tê gotin ku her şoreş encama hemû şoreşan e. Şoreşa Rojava hemû şoreşên ku heta niha hatine jiyîn hem li xwe girt û hem jî derbas kir. Ji ber vê yekê ew pir girîng bû. Bi pêşengiya gelê kurd, ereb û xiristiyan bi taybetî jinan li dijî DAİŞ û dewleta tirk şoreşek kirin. Ger Şoreşa Rojava nebûya, belkî îro li erdnîgariya Rojhilata Navîn geşedanên cuda bibûna. DAİŞ, El Nûsra, wê çete hebin, kî dizane wê çawa êrîş û qetlîam li ser gelê Kurd were kirin, kî dizane dewleta tirk wê li ku derê biçe? Şoreşa Rojava pêşî li vê girt. Bi vê wesîleyê ez careke din Şoreşa Rojava pîroz dikim. Bi deh hezaran şehîd hatin dayîn, em hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînin. Em êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava jî şermezar dikin.

Herî zêde dewleta tirk li hemberî Şoreşa Rojava hêrs e û tehamulî şoreşê nake. Ev jî bi pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye. Dewleta Tirk dixwaze li Rojhilata Navîn ti guhertin çênebe, bi taybetî jî tiştek ku Kurdan eleqedar dike, pêk neyê. Dibêje ger Kurd di guhertinê de hebin li ku bin ez ê êrîş bikim. Mixabin dinya vê rewşê qebûl dike. Mînak li Efrînê her roj bi dehan kes tên revandin, tacîz, talan, destavêtin, her tişt diqewime, lê cîhan bêdeng e. Heger li Rojhilata Navîn li şûna dewleta tirk dewletek wiha bikira, wê Ewropa û Emerîka serî hildaba û hesab bipirsiya. Lê dewleta tirk dike, endamê NATO’yê ye. Ji wir hêza xwe distîne. Ew ne tenê dagirkeriyê dike, di heman demê de wan cihan îlhak jî dike. Weke mînak hemû cihên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kiribûn bi xwe ve girêdide. Hemû saziyên dewletê vekirin. Bi hezaran malbatên çeteyan li Serêkaniyê, Girê Spî bi cih kirine. Dixwazin demografiya Kurdan bi temamî biguherînin.

Li Efrînê qetlîam heye lê hinek kes li ser navê kurdan li wir saziyan vedikin

Dewleta tirk ji bo vê her rêbazê bi kar tîne, cîhan jî li hemberî vê bêdeng e. Tekane xema wan ev e, Divê penaber berê xwe nedin Ewropayê. Krîtera wan e. Jixwe dewleta tirk ji bo vê ji Ewropayê pereyan distîne. Dewleta tirk eşkere dibêje ku ew ê rê li ber statuya Kurdan bigire. Sedema têkoşînê ev e. Rojek jî tune ku êrîşî Rojava neyê kirin. Gelê me yê Ereb û Xiristiyan jî li dijî van êrîşan di nava berxwedaneke mezin de ne. Ew jî dizanin ku hinek dewlet çiqasî durû ne, berjewendiyên xwe di ser her tiştî re digirin. Ger ne wisa bûya, wê mudaxeleyî Efrînê bikirina, heke ne wisa bûya wê piştgirî nedana dewleta Tirk.

Ji ber vê yekê, zêde alternatîf tune. Ev alternatîf çi ne? Ya yekem ger ji destê wan were divê bi dewleta Sûriyeyê re gotûbêjê bikinn, hevdu fêm bikin û hevdu razî bikin ku çareseriyekê bibînin. Kurd dewletekê naxwazin an jî naxwazin dewleta heyî hilweşînin. Dixwaze mafê xwe bi dest bixe, ji bo rê û metoda vî tiştî jî siyaset û dîplomasiyê bikin. Heke ev pêk neyên, divê di her warî de di nava berxwedanê de bin, xwe baş bi rêxistin bikin. Bi taybetî divê civakê bi rêxistin bikin û li hemberî êrîşên dewleta Tirk amadekariya leşkerî bikin. Li Rojava serkeftinên mezin hatin bidestxistin. Ev bi rastî girîng e. Di ser ragihandina Rêveberiya Xweser re 11 sal derbas bûn. Sîstema ku 11 sal in tê avakirin tê parastin. Ger siyaseteke rast bê meşandin, civak baş bê rêxistinkirin, xebatên dîplomasiyê baş bên kirin wê pêşî li êrîşan bê girtin. Ya girîng ew e ku ruhê yekîtiya neteweyî di ser her tiştî re ye.

Mînak li Efrînê her roj tacîz, tecawiz, talan û qirkirin tê kirin, lê li aliyê din kesên li ser navê Kurd û Kurdistanê derdikevin û li wir saziyan vedikin, dagirkeriyê rewa dikin. Rê li ber dagirkeran vedikin. Divê gelê me wan bibîne.

Darizandina çeteyên DAÎŞ’ê biryareke di cih de ye

Çend roj berê Rêveberiya Xweser ragihandibû ku ew ê çeteyên DAİŞ’ê yên ku girtine, bidarizînin. Li ser vê jî nîqaş tê kirin. Yên di komkujiyê re derbas bûn, yên xeteriya DAİŞ’ê jiyan kirin, yên ku zilma DAİŞ’ê dîtin, ev rewş bi kêfxweşî pêşwazî kirin. Çeteyên DAİŞ’ê celad bûn; serê jin, zarok û kalan jê dikirin. Helbet divê ev çeteyên hov bên darizandin. Lê bi qasî ku em dişopînin, dewletên navneteweyî li hemberî vê biryarê xemsar tevdigerin. Bi taybetî dewleta tirk piştî vê biryarê gelekî hêrs bû. Eger DAİŞ bê darizandin û çete biaxivin wê gelek xerabiyên dewleta tirk û yên bi DAİŞ’ê re hevkariyê dikin derkevin holê. Çawa di komkujî, talan, tacîz û tecawizê de cih girtin jî wê derkeve holê. Helbet dewleta Tirk vê naxwaze. Dibe ku dewletên din jî xwedî rewşek wiha bin. Eger ew dadgeh bên qebûlkirin wê statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bê qebûlkirin. Hinek jê bi awayekî siyasî nêz dibin ji ber vê li hemberî vê biryarê xemsar tevdigerin. Lê Rêveberiya Xweser biryareke wisa stendiye. Bi dîtina min, ev biryareke hêja ye. Mafekî wisa yê gelê kurd, ereb û xiristiyan û yên ku zilma DAİŞ’ê dibînin, heye.

Di zindanan de bi hezaran çeteyên DAİŞ’ê girtî ne. Ma ew ê heta kîngê wiha bin? Ger hêzeke din a DAİŞ’ê hebûya, li cihekî din ê cîhanê bûna, ne li Rojava; ez di wê baweriyê de me ku gelek hêzên navneteweyî, dewlet ji bo darizandina wan tiştekî bikin. Lê niha her kes tenê temaşe dike. Bila li Rojava bin, wan biparêzin, nizanim çi dikin, lê bila kes nehêle wan bikeve welatê xwe û wan nedarizîne. Îcar ev rewş wê heta kîngê bidome? Ev nêzîkatiyeke siyasî ye. Mafê Rêveberiya Xweser heye ku wan li gorî qanûnên xwe bidarizîne. Divê hiqûqa navneteweyî jî li ber çavan bigire. Berê jî daxuyanîyek wisa dabûn. Wan banga beşdariya gelek saziyên navneteweyî û parêzvanên hiqûqî kirin.

Ma ji vê adil û demokratîktir çi heye? Bi eşkere dixwazin endamên DAİŞ’ê bên darizandin. Divê ew jî bên darizandin. Ger nebe, rewşek xeternak heye. Du sal berê ji zindana Hesekê reviyan û bi sedan kes qetil kirin. Dîsa piştî rizgarkirina Kobanê şevekê êrîşî gundan kirin û bi sedan mirovên me qetil kirin. Potansiyela wan a wisa heye. Ji ber vê yekê divê bên darizandin û cezakirin. Hêzên ku dibêjin em li dijî DAİŞ’ê ne, divê erkên xwe pêk bînin. Divê DAİŞ’ê jî weke ferasetekê were darizandin. Ji ber vê yekê dewleta tirk ji van dadgehan ditirse, lewma naxwaze çete bên darizandin. Lê divê hesab ji DAİŞ’ê bê pirsîn û kê alîkariya wan kiriye yan jî bi wan re hevkarî kiriye divê li gorî hiqûqa navneteweyî hesab were pirsîn.