10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komeleya Navenda Çandê ya Dîcleyê dest bi qursên zarokan dike

“Dibe ku solîst li ser dikê bistire lê hunermendî tiştek din e. Hunermendî li pêşberî gelekî ye û xîtabî gel dike. Kesên wisa li pey populîzmê jî naçin."

Li bakurê Kurdistanê, tevî û zextên qedeyên ku demên dawîn li ser xebatên çandê tên meşandin jî bênavber ev xebat tên domandin û berfirehkirin. Di vê çarçoveyê de Komeleya Nevenda Çandê ya Dîcleyê li Amedê ji bo zarokan dest bi qursên hunera kurdî dike. Serlêdanên qursan dest pê kirine û wê heta 15’ê tîrmehê ev serlêdan berdewam bikin. Zarokên temenê wan di navbera 7 û 11 salan de karibin serlêdan bikin. Li gorî selêdanên ku bên kirin wê qurs bi kesên ku serlêdan kirine bên destpêkirin. Wê di qursan de perwerdeya şano, erbane, muzîk, tembûr û govendê bê dayîn.

Hevserokê Komeleya Navenda Çanda Dîcleyê Celal Ekîn, der barê qursên ku bidin destpêkirin de ji rojnameya me re axivî. Celal Ekîn, destnîşan kir ku wê qursên xwe herî kêm bi 5 kesan bidin destpêkirin û ev tişt got: “Em dixwazin ku serlêdan zêde bin. Çiqas serlêdan zêde bin wê qurs ewqasî xurt derbas bibin. Dawiya qursên me nînin. Heke zarok bi pêş bikevin em ê wan piştre weke kom bînin cem hev. Wê weke komên muzîkê dest bi karê hunera muzîkê bikin. Em dixwazin kom û hunermend ji şagirtên me derkevin.”

Dersên qursan

Ekîn, diyar kir ku ji bo demên pêş ji bo zarokên kurd gelek amadekarî kirine û wiha got: “Ji ber ku havîn e li her derê dibistan tên girtin zarok li mal in. Me jî ji bo wan dersên govend, erbane, keman, gîtar, tembûr û şanoyê amade kirine. Em ê weke teorî jî dersên muzîkê bidin zarokan û bi vî awayî qursan vebikin. Ji bo ku bala zarokan bikişîne em der barê qursan de li ser platformên medya civakî daxuyanî bidin û li gelek deveran afîşan daliqînin.”

Xwe bi hunerê nas dikin

Di berdewama axaftina xwe de Ekîn, destnîşan kir ku zarok ango ciwanên ku li cem wan perwerde dibînin di nava du-sê mehan de gelek diguherin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me destpêkê navendê bi 23 kesan vekir. Lê niha bi sedan şagirtên me li welatên cuda û li vir di dibistanên dewletê de perwerdeya hunera kurdî didin. Hinek ji wan bûne solîst niha wî karê dikin. Şagirtên ku ji vir tên perwerdekirin gelek ji wan xwe nas dikin û nabin kesên populîst û di pey kesên din de naçin. Dibin guhdariyên baş û hunera baş li ku derê be guhdar dikin.”

Huner dilpaqijiyê dixwaze

Ekîn, bi lêv kir ku gelek zehmetiyên hunermendiyê hene û axaftina xwe bi vê nirxandinê bi dawî kir: “Dibe ku solîst li ser dikê bistire lê hunermendî tiştek din e. Hunermendî li pêşberî gelekî ye û xîtabî gel dike. Kesên wisa li pey populîzmê jî naçin. Populîzm dema ku dikeve dilê mirovan êdî mirov nikare ji dil derbixe. Em di pêvajoyek gelek zor û zehmet de derbas dibin. Kesên dilê wan paqij dikarin bi dilekî paqij li xebatên çand û hunerê binêrin. Bila xwedî li saziyên xwe yên çandê û hunerê derkevin.”