4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Encamnameya Konferansa Jinan a Navneteweyî aşkera bû

2’yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî ji 41 welatan û bi tevlîbûna 800 jinan hatibû lidarxistin, bi dawî bû.

Tora Jin Pêşeroja Xwe Ava Dikin, 2’yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî li Berlînê bi dirûşma “Şoreşa Me: Azadkirina Jiyanê” li dar xist. Ji 41 welatan 800 jin beşdarî konferansê bûn û konferans du rojan domiya. Piştî nîqaşên du rojan jî pêkhateyên konferansê encamname ragihand.

Encamnameya 2’yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî wiha ye:

“Di van rojên ku me konferans li dar xistî de dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li her çar aliyên cîhanê weke dirûşma serhildan û çareseriyê tê berzkirin. Ji bo ku sedsala 21’emîn bibe sedsala jinan, li her devera cîhanê jin li ser pêya ne û serî hildidin. Em, di serdemeke pir tarî de ne lê di erefeya guherîneke nû de ne. Pergala kapîtalîst ji bo bêhtir kar û hêzê; bi rêya pevçûn, rûxandinên ekolojîk, pandemî, kedxwarî û tundiyê cîhana me ber bi şerê 3’yemîn ê cîhanê ve dibe. Jinên ku ji pênc parzemînan beşdarî konferansê bûyîn, vî şerî bi mêtingehkirina xak û bedenên xwe dijîn.

Em li dijî vê pêşveçûnê nerazî ne. Em ji tevahiya cîhanê re radigihînin ku ji bo rawestandina vê pêşveçûnê û ji bo jiyaneke azad û adilane, em berpirsyariyê li xwe digirin. Dê di têkoşîna avakirina jiyana ku em bi hesreta wê dijîn de jî weke kirde bin. Bila ax, agir, av û hewa li gel me be.

‘Me xweparastina xwe pêş xist’

Weke jinan me li her devera cîhanê got ‘Ni Uno Menos’, me got ‘Me too’ û me bi dansa xwe ya Las Tesis gazinca xwe anî ziman. Ji bo ku li dijî zîhniyeta patrîarkal a me tune dihesibîne û weke amûrekî dibîne bikarin mafên xwe yên jiyanî yên herî bingehîn biparêzin, em daketin kolanan, me xweparastina xwe pêş xist û xwe birêxistin kir. Li dijî zextên ku dixwestin jinan bidin jibîrkirin, jinên li hemû parzemînan bi helbestên xwe, bi dansên xwe û bi zanatiya xwe li ber xwe didin. Bi hêza başkirinê ya xwezayê xwe li ser pêyan digire û ji bo pêşeroja ku xeyal dikin têdikoşin. Ji ber ku heta pratîk nebe, gotin vala ye. Gotina bêpratîk kore ye.

‘Em îfadeya berxwedana wan in’

Em li dijî milîtarîzmê, nîjadperestiyê, mêtingeriyê, baviksalariyê, kargehên kapîtalîst ên pirneteweyî û dewletan derdikevin. Lewma ji me ditirsin. Em ê hêj wan pir bitirsînin. Em li dijî pergala ku çalakiyên me, gotinên me û xweparastina me krîmînalîze dikin û enerjiya me ya jiyanê talan dikin yekitiya xwe ava dikin û mezin dibin. Hêzên rejîma Îranê Jîna Emînî û hêzên faşîst ên tirk jî rêhevala me Nagihan Akarsel qetil kirin. Li Amerîkaya Latîn jinên pêşeng ên civakê tên qetilkirin. Mîna li Sûdan, Yemen, Amerîka û Kurdistanê  jin tên girtin, tên kuştin û rastî destdirêjiyê tên. Ji bo gelek jiyanan ji bo me deyndar in. Ji bo jiyana dayikên me, dapîrên me, xwîşkên me bo me deyndar in. Em îfadeya berxwedana wan in.

Pergala kapîtalîst red dikin

 Em dibînin ku tecrûbeya têkoşîna jinan ku ev bi sedsala ye didome, di sedsala 21’an de veguheriye qonaxeke nû. Em di qonaxeke wisa de ne ku hinek derdorên cuda yên civakî azadiya xwe di azadiya jinê de dibînin û wisa bawer dikin ku azadiya jinan dê bi xwe re azadiya civakê bîne. Em bihêrs in. Ev hêrs, hêrseke kolektîf e. Em bihêz in û dê cîhanê biguherînin. Em di serdemeke têkoşîna azadiyê ya nû de ne ku şoreşa jinan pêşengtiya wê dike. Weke ku birêz Abdullah Ocalan gotiye; ‘jiyana ku hesreta wê tê kirin ne bi mucîzeyan lê bi şoreşê tê afirandin’, em jî ji Kurdistanê heta Îran, Efxanistan, Amerîkaya Latîn û Ewropayê radibin ser pêyan û têdikoşin. Weke jin em dibin ‘xwebûn’ û navên ku kapîtalîzmê, mêtingeriyê û pergala baviksalariyê li me û xaka me ferz kirine red dikin û navên nû li xwe dikin.

Têkoşîna hevpar mezin bikin

Em êdî di dema jinan de ne. Bersiva herî girîng a vê serdemê; mayîndekirina têkoşîna hevpar, yekitî û tora piştevaniyê ye. Bi wesîleya vê konferansê jî em ‘Jin, Jiyan, Azadî: Jin Pêşeroja Xwe Ava Dikin’ radigihînin. Ji vir û şûnde xebata me ya ewil dê bibe amadekirina nexşerêyê ku ev du roj in em li ser nîqaşan dimeşînin. Banga me ji bo hemû jinên ku bi hesreta jiyaneke li derveyî pergala mêtingeriyê dijîn ew e ku tev li vê torê bibin û li ser bingeha ‘Şoreşa Jinan’ têkoşîna hevpar mezintir bikin.”