17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HPG: Arteşa tirk cenazeyên leşkerê xwe dişewitîne

Hêzên Parastina Gel (HPG) di 11’ê îlonê de diyar kiribû ku arteşa tirk cenazeyên xwe dişewitîne. Li gorî dîmenên ku ketine ber destê ANF’ê jî ev yek baş tê dîtin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di 12’ê îlonê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku artêşa tirk cenazeyên leşkerên xwe şewitandiye. Di daxuyaniyê de wiha hatibû gotin: “Li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, di 11’ îlonê de leşkerên tirk hewl dan bikevin hundirê tunelên şer ên li Şehîd Çekdar, hatin kontrolkirin. Saet 10:00 destpêkê kemîn li pêşiya wan hate danîn, piştre jî bi sabotajê li wan hate xistin. Hêzên me yên li tunelên şer û tîmên me yên bi tevger bi hev re ev çalakî kirin. Di vê çalakiyê de bi bombeyên destan, çekên ferdî û sûîqestê li dagirkeran hate xistin. Di encamê de herî kêm 10 dagirker hatin cezakirin ku yek ji wan payebilind bû û 4 dagirker jî birîndar bûn. Aşkera bû ku navê dagirkerên hatin cezakirin Savaş, Fatîh, Gokhan, Serkan, Bûrak, Nacî, Harûn, Mert, Ogûz û Fûat e.”

Bi roketên sotîner cenazeyan reşandine

Di berdewamiyê de HPG’ê ev tişt got: “Artêşa tirk, ji bo çek û cebilxaneyên li ser dagirkerên hatin cezakirin nekevin destê hêzên me, bi balafiran û obusan bombe li cihê cenazeyan barand. Droneyek li ser qala çalakiyê hate firandin jî bû hedefa tîmên me yên bi tevger û derb lê hate xistin. Piştre jî 2 dagirkerên din bi sûîqestê hatin cezakirin. Artêşa tirk piştî ku bi balafirên şer û obusan bombe li qadê barand, ji helîkpoterên êrîşê roketên sotîner li cihê cenazeyên leşkeran barand û bi vî rengî agir berda cenazeyên leşkerên xwe. Qada çalakiyê û beşek ji cenazeyên dagirkerên hatin cezakirin hîn jî di bin kontrola hêzên me de ne. Ji saet 10:00 heta 16:00 di encama çalakiyan de bi giştî 12 dagirker hatin cezakirin, 4 birîndar bûn û derb li droneyekê hate xistin.”

Arteşa tirk kuştiyên xwe vedişêre

Dîmenên ku gihîştin ber destê Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de tê fêhmkirin ku li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya li rojavayê Zapê di 11’ê îlona 2022’yan de hatin kişandin, mirovan matmayî dihêlin. Tevî ku HPG nav, kunye û dîmenên leşkeran parve dike jî artêşa tirk kuştiyên xwe ji raya giştî vedişêre. Vê carê jî hat dîtin ku cenazeyên leşkerên xwe dişewitîne.