2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HRW: Enqere û Şamê aloziya Kolêrayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijwartir dikin

Rêxistina Human Rights Watch dewleta tirk û hikumeta Şamê bi dijwarkirina pandemiya Kolêrayê li herêrmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tawanbar kir.

Saziya çavdêriya Mafê Mirovan (HRW) dewleta tirk tawanbar kir ku çavkaniyên avê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê asteng dike, ku ev yek dihêle pandemiya Kolêrayê dijwartir bibe. Her wiha da xuyakirin ku ji beriya du mehan de Kolêra li Sûriyê belav bûye.
Rêxistinê her wiha hikûmeta Şamê tawanbar kir ku gihandina alîkariyan ji herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re asteng dike û got: “Ev rengekî cudakirinê ye.”
Ji ber qutkirina ava stasyona Elokê ya di bin serweriya dewleta tirk û çeteyên wê de bi awayekî domdar, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê azara kêmbûna avê dikişîn in. Her wiha kêmkirina ava çemê Firatê ku çavkaniya serke ya avê ye li herêmê, bandorê li şêniyên herêmê dike. Dewleta tirk derbasbûna avê bo Sûriyê asteng dike û avê wekî çekekê li dijî Rêveberiya Xweser bi kar tîne.
HRW`yê bi daxuyaniyekê got: “Desthilata Tirkiyê nahêle av bi awayekî têrker ji jêdera çemê Firatê derbasî Sûriyeyê bibe. Her wiha ava stasyona Elokê qut dike, ku ew jî jêderekî avê li herêmên Rêveberiya Xweser e.”
Ji meha Îlonê de, li gelek parêzgehên Sûriyeyê Kolêra belav bûye. Ji 2009`an de ev cara yekê ye ku Kolêra li welêt belav dibe. Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY), di encama şerê ku ji 2011`an de dewam dike, nêzî sêyeka hejmara stasyonên paqijkirina avê û nîvê stasyonên dayîna avê, her wiha sêyeka depoyên avê zirar dîtine.
Cîgirê rêveberê beşa Rojhilata Navîn a HRW Adam Coogle got: “Belvbûna Kolêra ya wêranker, dê nebe nexweşiya herî dawî ku bi rêya avê belav dibe bandorê li Sûriyan dike, eger pitsgirêkên dijwar ên avê ya welat neyê çareserkirin, bi taybet li bakurê rojhilat. Tirkiye dikare û divê, yekser dev ji alozkirina krîza avê ya li Sûriyê berde.”
Rêxistinê, desthilata Tirkiyê tawanbar kir ku ji sibeta 2021`an de qeydên giran li ser derbasbûna avê ji bo Sûriyê danîne.
Her wiha hikûmeta Şamê tawanbar kir ku gihandina alîkariyan ji herêmên Rêveberiya Xweser re asteng dike.
HRW`yê tekez dike ku divê hemû aliyên şer mafên ava paqij û tenduristiyê ji her kesê li Sûriyê re misoger bikin.