10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Entellektueliya tirk a Gladyodîk

Di 36’mîn salvagera komkujiya bi çekên kimyewî ya li Helbeceyê, şehîdên azadiya Kurdistanê bibîrtîniim û ez ê bi gotina “balkeş” dest binivîsa xwe bikim.

Azadî têgihiştin e, dive em hem dîrokê, hem paşerojên xwe zanibin û jî bo siberojan têkoşînê bikin. Piştî gelek katastrofan, defactoya herêma başûrê Kurdistanê hate bidestxistin, Rêberiya li Rojavayê Kurdîstan û Şingalê hatin avakirin.
Ji bo cografya Kurdistanê bibe dîroka zindî, gelek berdêl hatin dayin.
Em dikarin têkoşîna bi pêşengiya Ocalan, di rengê têkoşîna Gandhî ya li dijî dagirkeriya Ingilîstana ya mobilize nîşan bidin. Lê cûdatiya dagirkeriya dewşirmeyên tirk ji dagirkeriya klasîk a metîngeriyê bi gelekî vêdetir e. Faşîzma dewşirmeyên ku di sala 1915’an de, bi qikirina gelan dest bi kar kirin, îro jî di qirkirina gelê kurd de bi israr in.
Aktorên zihniyeta ku sed sal in ne hatiye guhertin, di 14’ê Adara 2014’an de li Baxdatê, di civîna şandeya tirk û ya Iraqê de, eşkere bû ku dixwazin li cografya Kurdistanê qirkirinên nû bikin.
Iraqê, li hemberî gef û şantajên dewleta tirk serî tewand û bi mantik û aqilê Seddam, wê destekê bide faşîzma AKP/MHPê û Başûr jî di nav de wê li dijî tevahiya Kurdan têkoşînê bike.

Di dijminatiya Kurdan de, bi taybetî ji aliyê Tirkiyê, Suriye, Iraq û Îranê de, tiştekî ku nebûye û nabe heta niha ne hatiye dîtin. Hemû kiryarên li dijî gelê kurd, berê û îro, li 4 dewletan xuya kirine, bi gotina J. P. Sartre, însan li derî însaniyetê ye.
Ez di çarçoveyek îronîk de dibêjim; Ya balkêş aqilê entellektueliya kurd e. Entellektueliya kurd, ku xwe ji siyaseta kurd, an jî ji şarê neteweyî dûr dike ye. Ev jî dibin nave bêaltiyê de tê kirin. Yanî rola xwe ya esasî nayînin cih. Teva jî dizanin ku edebiyat tenê gotinên bi aheng û pîvan û retorîk nine. Baş dizanin ku, eger edebiyat nebê rezane civakan, buyer û pêkhateyên civakî, siyasî, aborî û şer jî di nav de nekê bin lêpirsînê û nebê dibîstana civakan, wê nikaribe; diyalektika Ehmedê Xanî, diyalektîka Baba Tahîr, Emîrxanê Yekdest, diyalektîka Qazî Mihmmede, Dr, Qasimlu, Ibrahîn Ehmed û Ereb Şemo binirxîne û senteza îro ya kurdan bike neynika paşerojan.
Mînak; di serdemên berê de, kesên di nava eşîra xwe de sucek dikirin, direviya nava eşîreke muxalif û ji bo parastin û berjewendiyên xwe, nakokî û şîkestîkên navbera her du eşîran de kûr dikirin û dibûne sedema bûyerên naxoş. Îro jî tabloyeke mina serdemên berê heye. Gelo pêwistî bi nirxandina diyalektîka serdemên feodalî û serdemên sedsala 21’ê nine?

Ez parantezêke vedikim û bi gotina “min-el ecaîb”, yan jî bi gotina “min-el garaîb” bale dikişînime ser aqilmend, yan jî intelîjansiya AKP’ê. Rewşek balkêş heye: Entellektuelên li dora AKP’ê, tezeke nû avêtine hole. Dibêjin: “Netewparêziya modern,” û wiha dewam dikin; “Cemiyeta tirk, ji ummetê derbasî millet bûye.
Ev tezek balkêş e û bi hesabên meteforî hatiye plankirin!…
Ev zewat, herkesî xeşîm û xwe bi aqil dibînin, Serdema Erdogan weke “Serdema zêrîn” nîşan didin. Dibêjin Mustafa Kemal jî ev rê bijartiye û cemiyeta tirk ji ummetê derbasî millet kiriye.

Ev zewat bi serxeşiya nijadperestiya “GLADYO’tîrk kar dikin û dixwazin, herka çemê dîrokê biguherin, faşîzma serdema Erdogan a 21’ê salî veşêrin. Ev zewat di sucan de hosta ne, di hileyan de bêbext in.
Rast e, gelê tirk heye, lê dewşirmeyên tirk nînin. Dewşirmeyên ku bûne misilman hene: Wan “tirkîtî” kirine maskeya xwe û bi van gotinan, nexweşiya xwe ya etîyolajik, (guhertina biyolojîk) vedişêrin.

Gel- mîllet cûda ye, cemiyet- xelk cûda ye. Wateya wan jî cûda ye.
Beriya qirkirina gelan di salên 1915’an de jî gelên cûda hebûn, piştî qirkirinê jî û îro jî li Tirkiyeyê gelên cûda hene.
Milletê tirk jî di dema Osmaniyan de yek ji ummeta împeretoriyê bû. Weke cemiyet ji derbasî millet nebûye.

Qerebalixa dewşirme ku weke “pezê col”, (ne pezê kozê), ji gelek cûreyan pêk dihatin, yanî dewşirme, bi hêza xwe ya cebrî-zorê kirasê tirkîtiyê li xwe kirin û bûne tirk. Sed sal in ku dixwazin cîhaneke taybet a Turk-î Îslam û Turk-î Turan ava bikin. Îro jî vê cehdê dikin û lî lîbasên nû digerin.

Dîrokzan Benjamin Barber, di pirtûka “Demokrasiya Bihêz” de, vê siyasetê weke siyaseta nêrîna kesên li baxçeyê haywanan bi nav dike. Kesên vê siyasetê di aliyê sosyolojîk de diavêjin hole jî, wek gardiyanan bi nav dike.
Îdeolojîstên Tirkîtiyê, têkiliya fîzyolojî û psîkolojî tevlîhev dikin. Parsekiya dîrokê dikin û di çarçoveya netewperestiyê tevdigerin. Lê di vî karî de, hem weke haydud, hem weke parsekan e. Romî ne û kurd ji bo wan dibêjin; “dema têk diçin, zirav dibin, lavekar dibin, di qula derziyê re derbas dibin, dema xurt dibin, di zirrin, di dergehên xan û qonaxan re naçin.” Lewma, dema ku dîrokê berteref (tesfiye) dikin, gotinan, bizêjan jî berteref dikin. Ji ber vê çandê, sed sal in, ne ji tirsê rizgar bûne û ne ji belakirina tirsê têr bûne.
Pro-tîpên, yan jî burokratên întelenjistên tirk, Ziya Gokalp jî di nav de, berhemê Yildiz Teşkîlati, piştre Teşkîlati Mahsusêç piştre Teşkîlati Qereqol in. Heta serdema Nazim Hikmet, ev kar ji bo reyting-serketinê dihate kirin. Lê ne Nazim Hikmet û ne nivîskarên wê serdemê, ji zindanan rizgar nebûn.

Li tevahiya cîhanê, bi taybetî piştî bûyera Drayfus, entellektuelî- ronakbiriya ku weke peyamberên şarîstanî û rastiyê ji gel re dibêjin zêde bûn, bûne ronahiya li pêşiya civakan. Li Tirkiyeyê ew çîn bûne berdevkê netewparêziyê. Bi taybetî di serdema Erdogan de, bûne çînê ku kumikên kesk li ser serê xwe bikin, jina di qalibekî reş de dîl bigirin û xwe bi çîrok û efsanêyên metafîzaka delêgura asene bixapînin.
Lê têkiliya Îslamê bi Delegura Asena re nine.
AKP, MHP û, hizbulkontra ku îro weke Huda-Par derketiye hole, îslamê dikine qajikê devê xwe û di pizanê Dêlegura Asêne de difetîsînin. Ruhê Mîsakî Millî derdixin pêş û dixwazin xaka Kurdistanê car din dagir bikin. Iraqê jî vê carê bûye dest û lingekî vê îdeolojiya lanetkîrî.

Ji bo vê jî dive entelektuellên kurd, diyalekîka Netewa Kurd û nijadperestiya hişk a dewşirmeyên bûne tirk, bikin bin lêpirîsnê. (Belkî, mirov dewşirmeyên ku bûne tirk û gelê tirk di aliyê matemetîkî de nikaribe ji hev vejêre, lê dive bê gotin û deşîfre kirin.)
Intalijansiya Tirkiyeyê çend cure ne; întelîjansiya Turk-î Turan, Întelîjansiya Turk-î Îslam, intelîjansiya Osmanî, îtalîjansiya medya û întalîjansiya bêjî!… Intelîjansiya bêjî, Kurdên AKP/MHPê ne!… Întalijansiya medya tirk jî, sansasyonal in!… Teva jî bûne dînamo û çerxa mekanîzmeya nijadperestiyê. Ya giring û balkêş eger aqilê kurd be, dive em pirsa divê intelîjansiya kurd, çi bike, derbixin pêş.

Li gorî min; dive û taybetî li ser diyalektîka cûreyên entellektueliyê tirk bê rawestandin. Entellektueliya nijadperest, ku bi kîjan rengî tevdigere û bi kîjan aqilî “abad Tirkiyeyê” diparêzin, yek-yekan di rengê iqkqirina gelan de rêz dikin, bikin bin lêpirsînê. Ev aqil, berhemê kongreya Îttîhat û Terakî ya 1909’an ya Selanîkê ye. Ji vê serdemê û heta îro gelek cure tirkîtî derketin hole. Tirkîtiya spî, tirkîtiya kesk, tirkîtiya reş, tirkitiya (!) modern!…

Van zewatan kultura demokrasî jî tune kirine. Piştî şerê 40 salî ya Tevgera Azadiya Kurd, bandor li kultur, hişmendî û rola protîpê entellektueliyn li Tirkiyeyê kiriye. Yek yek jî bin deng derdikevin.
Di destpêka salên 1992’an de, Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan helbest xwend û kete girtîgehê. Herçiqasî weke protîpê Ecewît derketibe hole jî, bandorek jî kir. Ecevît helbest dinivîsand, lê bû dagirkerê Kibrisê, Protîpê Erdogan Kasimpaşa bû û cûda dihate dîtin. Lê di nava demê de, ne çep, xwe wek demokrat nîşan da, lêêê piştre hasten dewşirmetiya wî derketin pêş, bi nîjadperestiya reş dest bi şerê li dijî Kurdan kir û weke lîderekî despot derkete hole.

Eger em perdeya nijadperestiya reş a Tirkîtiyê rakin, em ê bibînîn ku ruhê hemû cûreyên Turkî, ji felsefeya insanî dûr e. Bêguman, şaristanî, kultur, azadî, ahlak, aşîtî, wekhevî, biratî, demokrasî, edalet û hwd. hemû nirxên însanî bi gotinê nayên avakirin, nayên bi destxistin, Pratîk pêwist e. Kurd jî dibêjin, “firazeya mirovan” neynika mirovan e.
Desthilatdariya Erdogan 21 sal in, (ji bilî 5 salên pêvejoya hevdîtinên çareseriya pirsgirêka Kurd), 4 demsalên sale ku di 21’ê salê de dikine 84 demsal, li dijî kurdan operasyonan dike. Ev operasyuon ne tenê di aliyê eskerî de, di aliyê aborî, civakî, siyasî, kulturî, di şîdeta herî dijwar a romiyan de têne kirin. Di serdema Erdogan de ev cure zor û şîddet bi bekçî, polîs û çawişên pispor hate işkdan.

Edalet, weke rumetdariya li hemberî mirov tê binavkirin. Mêzîna edalata Xwêdê jî ew e.
Neynika sed salî ya Komara (!) Tirkiyeyê, tiştekî cûda nîşan dide. Civaka pezê col-dewşirme, li hemberî rûmeta gelê kurd, gelê tirk jî di nav de, li hemberî hemû gelên li Tirkiyeyê, birêzdarî û birûmetdarî tevnegeriya ye. Em çavdêrên serdema 70 salî ya Komara (!) Tirkiyê ne. Di hemû serdeman de, me dît ku êrîşên romiyan li dijî kurdan, di rengê rûmetşikandinê de ne. Hem li qereqolan, hem li daireyên burokrasiyê rewş eynî bû. Îro jî serkeşiya vê berazî û hoviyê Bahçelî û Erdogan dikin û her du jî dewşirme n.
Sed sal in, li Tirkiyê dengê gel îradeya gelan li ber çavan nehatiye girtin. Yek serdemê, ev jî bi zorê hate bidestxistin. Serokwezîr hate dardekirin: Ev rewş, ji sala 1921’an û heta îro di rengên cûda tê kirin. Dek dolab, bingeha sîstema dewşirmetiyê ye.
Di pêvejoiya hilbijartinên 31’ê Adarê de jî li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê, tenê dengê Erdogan û diruşmeya Bahçelî ku bi zûrîna guran tê bihîstin heye. Medya tirk jî di nav de, Intelîjansiya tirk (ji %1 na) teva bûne berdevkê sîstema yekaparêz. Lewma Tirkiyê, di rêza yekemîn ya paşverûtiya cîhanê de cih digire. Hem destekvan û piştgirê çeteyên DAIŞê ye, hem pişgir û arîkarê Hammas û Ixwaniyan e. Ji bilî du sê kesan jî, entelektuel dengê xwe dernayêxin.

Dîrok berhevkirin û guhertin e. Enetellektueliya kurd, ji entelektueliya tirk hem kevintir e, hem jî xwedî bingeha dîrokî ye
Mînak Medreseya Sor, El Cezîrî û hişmendiya Seîdê Kurdî ya zanîngeha bê sê zimanan û hwd.
Dive entelektueliya kurd xwe ji rehawetê rizgar bike û di çavçoveya materyalîzma dîrokî de tevbigere û zimanê diyalektîka serdemê zemt bike û li dijî aqilê dewşrimeyan şerê gotinê dijwar bike.