3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Erdhej û gelê me

Nîzametîn Ozturk

Pesinandin di nav jiyanê de cihê xwe heye, lê pesin û pesindan jî divê bi pîvan be. Babet li ser çi dibe bila bibe, şexs, sazî, civak û neteweyek pesinê xwe bide şermeke mezin e. Ha, eger di nav civakê de beramberiya xwe yan jî di nav dinyayê de giraniyeke xwe ya birûmet hebe, jixwe yê bê pesindan an bi dek û dolaban; vir û derewan tesîra pesinê demki dimîne. Lewre kes nikare mirovên xwedî hişmendî û gelên birexistinî bi pesinan bixapîne û hilde bin bandora xwe. Desthilatdar, rexistin û civakên xwedî helwesta birêgez di hundirê xwe de napejirîne. Lewre helwesta birêgez, revşa desthilatdar xira dike. Ji bo vê yeke hesûdî û pexîlti xwe nîşan dide.  Edî her tişt, hemû bûyer bê rêbaz û dûrî rastiyê bimeşe û di dest de amûrêk dimîne; ew jî her tişt mîzansen e…

Gava iro, gelê me û rêhevalê gelê me bi hev re ji bo demokrasi, azadî û heman nirxên mirovahiyê bi pêşengiya sazî û partiyên xwe bê navber tekoşîne ku bêhempa dimeşîne, gelê kurd hemû parti û saziyên xwe, bi cehd û keda xwe xuliqandiye. Di vê tekoşînê de bedelên pir giran daye.  Hê jî çavsorî, zext û zordarî li ser gelê me qet kêm nebû. Lê dîsa ji ber tiştekî stû xar nekir. Em dibînin ku, tekoşîna  gelê me roj bi roj xurtir dibe. Ji ber wê yekê em bi helwesta gelê xwe gelek şanaz in.

Xelet neyê fêmkirin, ev pesindan nîn e. Lewre her tişt eyan-beyan li holêye. Rojeva vî welatî heta ya Rojhilata Navîn jî mijar gelê kurd e. Car caran rojevên qaşo tên îcatkirin, ev jî dîsa li ser partî, sazî; hevbeşî, hevparî û li ser dostên kurdan e. Piranî bi zorî ser babetên neyînî û zimandirêjî qala Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)ê dikin. Lê ji HDP ê tu kes li wir nîn e ku bersiva zimandirêjiyê bide. Em ji weşangeran re dibêjin ger hûn tevlêbuna  peyvirdarên navendê bê dil bin, bi hezaran endamê HDP hene ji van banga kesekî bikin, ka binêrin demokrasî û aşîtî çi ye, çi nîn e hemû gelên wî welatê bila  şahid bibe… Gotinek kurdan heye: “çol fire  ‘avêtin’ bê pere.”

Edî em qet qala tiştekî din nekin. Di 6’ê sibatê de, piranî bajarên kurdan deh bajaran heman rojê yek berbanga sibe, yek di nav roje dû hev du erdhej çebû. Bi rastî şewateke awarte xist dilê mirovahiyê. Gelek cih û warên van bajaran, bi erdê re yeksanbûn. Taybet, dîmenên navendên bajaran, weke tofan jorda bariye ser bajaran. Sêzdeh milyonî zedetir mirov bi vê erdhejê ve rû bi rû ma. Tesîra van her du erdhejan li ser erdnîgariyeke berfireh bû.

Ji ser vê afeta mezin û wêranker dilê mirovahiyê ye şewitî. Gelek kes ji bo alîkariyê çûn herêma erdhejê. Lê gelek kes jî ne gihiştin hinek bajaran… Di çarçoveya erdhejê de, di sêrî de partiyên siyasî, saziyên civakî, komelên ser navê bajar û gundan saz bûne, şexsên di nav civake de ten nasîn ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê dest bi kampanyayê kirin. Gelek kes jî bi tenê serê xwe, weke mîna çûkan bi nikilan dilopên avê kişandin… Partiya me HDP ê  roja ewîlî demildest li navendê, bi navê “Koordînasyona Kirîzê ya Erdhejê” saz kir û bi şîara “Dem Dema Piştgiriyê ye!” dest bi kampanyayê kir. Li herêmê gihiştin mexdûrên erdhejê. Di serî de Hevserokên partiyê û rêveber, wekîl û hemû xebatkar tev xebatan bûn.

Gelê me jixwe hestbar e.  Di demeke kin de her bajar û naçeyan  bi xebatan malzeme berhev kirin û bi kamyonan pêdiviyên mexdûrên erdhejê şandin. Lê li hinek cîhan astengî derket. Xwestin dest daynin ser  kamyon û malzemeyan. Lê rêveberên partiye destûr nedan. Helbet tevahiya welat arîşeya şaredarên HDP’ê û qeyûman dizane. Çardehê sibatê, gundekî navçêya Pazarcixê ya Mereşê,  malzemeyên ji bo mexdûren erdhejê ji hêla gelê me hatibû berhevkirin, qeyûm tayîn kirin. Lê dîsa jî ji bo pêdîviya mexdûren erdhejê xebat bê navber dom dike. Hejmarên mirî û birîndaran her çû zêde bû… Ji gelê me û hemû gelan re sebir û sersaxî , ji bîrîndaran re şîfayeke lezgîn dîxwazim. Dem dema piştgiriyê ye!

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê