6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Taşçier: Kî wan posteran da destê alîgirên Bursasporê

Parlamenterê HDP’ê Îmam Taşçier di axaftina xwe ya meclîsê de di der barê lîstika Amedspor û Bursasporê de axivî û got: “Kî wan posteran da destê alîgiran?”

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Îmam Taşçier, di meclisê de der barê rojevê de axivî. Taşçier ê bi pîrozkirina 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê dest bi axaftina xwe kir, her wiha di nava axaftina xwe de lîstika Amedspor û Bursasporê jî nirxand.

Taşçier, di axaftina xwe de bal kişand ser slogan û posterên nîjadperest ên li standê hatibûn hildan û anî ziman ku haya alîgirên Bursasporê ji Cem Sever, Yeşîl û torosên spî tune ye û wiha got: “Di vê bûyerê de peyama kesên ku di navbera salên 1991- 97’an dixwestin Tirkiyeyê ber bi tarîtiyê ve bibin heye. Wezareta Karê Hundir û Walitiya heremê ku bi bûyerê re eleqeder nebûn, dide xuyakirin ku ew jî çavên xwe li van sûcan digirin. Divê wezaret û walîtiya heremê rojek beriya rojekê sûcdarên bûyerê derxin holê.”

Taşçîer axaftina xwe bi vê pirsê bidawî kir û wiha got: “Gelo kî wan posteran da destê alîgiran?”