6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Emîne Şenyaşar dê bibe sembola edaleta vî welatî’

Hevseroka DAD’ê Kadriye Dogan di çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar de axivî û wiha got: “Heke sibe du sibe edalet were vî welatî, Emîne Şenyaşar pêşenga vê encamê ye. Dê peykerê Emîne Şenyaşar bibe peykerê edaletê.

Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarê hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kir. Çalakiya malbata Şenyaşar di roja 717’an de dewam dike. Malbat, di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê derbasî navenda Rihayê bû û li pêşiya edliyeyê dest bi çalakiya xwe kir. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar Edalet” vekir.

‘Emîne Şenyaşar nîşaneya edaletê ye’

Bi boneya 2’yemîn salvegera Nobeta Edaletê, Hevseroka Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD) Kadriye Dogan û şandeyê li gel wê hat serdana malbatê. Dogan, di serdanê de axivî û got ku bi çalakiya Emîne Şenyaşar aşkera bû ku li vî welatî edalet tune ye. Dogan, axaftina xwe wiha domand: “Heke sibe du sibe edalet were vî welatî, Emîne Şenyaşar pêşenga vê encamê ye. Dê peykerê Emîne Şenyaşar bibe peykerê edaletê. Ji ber ku Emîne Şenyaşar her roj ji bo mirovahiyê û vî welatî daxwaza edaletê dike. Em ji herêmên erdhejê ne û li wan herêman jî heman bêedaletî heye. Ji ber ku li vî welatî hesaba komkujî û bêedaletiyê nayê pirsîn, her tim bêedaletî çêdibe.”