spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kiliçdaroglû: Bê guman ez ê biçim serdana HDP’ê

Namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû der barê hevdîtina HDP’ê de wiha got: “Bê guman ez ê biçim serdana HDP’ê. Ma çi fikare di vê de heye?”

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) û namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû têkildarî nîqaşên hevdîtina bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi Halk TV’ê re axivî. Kiliçdaroglû got; “Ma çi fikare di serdana min a HDP’ê de heye?”

Esasa demokrasiyê ev e

Kiliçdaroglû têkildarî mijarê ev nirxandin kir: “Bê guman ez ê biçim serdana HDP’ê. Weke namzetê serokkomariyê, ez ê bibim serokkomarê temamiya Tirkiyeyê, 85 milyon kesan. Kesekî xwedî vê îdiayê me û ji xwe serdana partiyan esaseke demokrasiyê ye. Ma çi fikare di serdana min a HDP’ê de heye? Em li meclisê di bin rêveberiya Serokwekîlê HDP’î de dixebitin. Di komîsyonan de em bi parlamenterên HDP’î re dixebitin. Tu tiştek ji serdana min a HDP’ê xwezayîtir nîn e. Jixwe hewl didim xwe bigihînim hemû derdorên civakê. Dê xebatên min ên di vê çarçoveyê de bidomin.”