10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komîsyona Zarokan a HDP’ê: Em ê bi zarokan re jiyana nû ava bikin

Hevberdevka Komîsyona Zarokan a HDP’ê Nûray Turkmen diyar kir ku di dema pêşwzîkirina pêdiviyên zarokên bûne mexdûrên erdhejê de divê cihêrengiya wan esas bê girtin û wiha got: “Divê pirzimanî hebe. Em ê jiyana nû li tevahiya herêmên erdhejê li gel zarokan ava bikin.”

Hevberdevkên Komîsyona Zarokan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûray Turkmen û Huseyîn Kaçmaz têkildarî erdhej û zarokan li Navenda Giştî daxuyanî dan. Kaçmaz, da zanîn ku erdhejên Mereşê bandoreke giran li 10 bajaran kiriye û wiha got: “Di serî de AFAD, saziyên dewletê di sê rojên ewil de hema hema tiştek nekirin. Îktîdara AKP-MHP’ê, erdhej veguherandin karesateke mezin.”

Bi domdarî Kaçmaz anî ziman ku Koordînasyên Krîzê, rêxistinên navçe û bajaran, meclisên jin û ciwanan, parlamenteran û komîsyonên navendî yên HDP’ê ji roja ewil a erdhejê ve tev li xebatên piştevaniyê bûne û wiha got: “Ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên gel tevgeriyan, li herêmê bi cih bûn. Weke Komîsyona Zarokan me jî bi erdhejê re di koordînasyonê de cih girt, li herêmên erdhejê pêdiviyên zarokan tespît kirin û hewl da jê re bibin bersiv. Di erdhejê de yek ji beşa civakê ya herî zêde bandor dibe jî zarok in. Li herêmên erdhejê nêzî 5 milyon zarok dijîn. Ji roja ewil a erdhejê heta niha derheqê hejmara zarokan de dane tên parvekirin lê hev nagirin. Ev alozî didome. ”

 Zarokên winda

Di berdewamê de Kaçmaz bal kişand ser zarokên di erdhejê de winda bûn û wiha pê de çû: “Di mijara zarokên winda û yên bêrefeqet de îktîdar agahiyên pêbawer bi raya giştî re parve nake. Raporên rojane nehatin amadekirin. Berpirsyartiya vê jî di stûyê îktîdadra AKP-MHP’ê de ye. Heta niha jî li vê berpirsyartiya xwe ranebûye. Nayê zanîn bê ka çend zarokan bi malbatên xwe re ji herêmên erdhejê koç kirine. Li gorî daneyên texmînan, 2 milyon zarok tevî malbatên xwe koçber bûne. Her wiha pêdiviyên bingehîn ên zarokan jî hêj nehatiye pêşwazîkirin. Dewlet bi awayekî giştî nêzî van pêdiviyan nabe û zarok hêj jî pêdiviyên xwe pêşwazî nakin. Ji ber konên ji hêla Heyva Sor ve hatine firotin û negihiştin herêmê, bi milyonan zarok di bin sir û seqemê de man. Mixabin ji ber mudaxaleya dereng, gelek zarok di bin kavilan de yan jî li nexweşxaneyan jiyana xwe ji dest dan.”

Daneyên dewletê hev nagirin!

Kaçmaz, diyar kir ku hafizeya sedsalî ya dewletê û polîtîkayên îktîdara AKP’ê yên têkildarî zarokan di nava civakê de fikaran zêde dike û ev tişt anî ziman: “Axaftinên duh di civîna Meclisê de hatine kirin, van fikaran hîn zêdetir dikin. Civîna duh têkildarî îstîsmara li Weqfa Hîranûrê bû lê têkildarî zarokên erdhejê hate kirin. Li wir xuya bû bê ka çima em ji îktîdarê û saziyên wê bawer nekin. Daneyên Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî û yên Midûriyeta Giştî ya Emniyetê hev nagirin. Wezaretê digot 79 zarokên bêrefeqet/nasname hene lê di heman rojê de li ser malpera xwe ya înternetê ev hejmar kir 78. Wezareta Karên Hundir jî dibêje 213 zarok hatine tespîtkirin. Di navbera wan de ferqekî bi qasî 134 heye. Wezaret hewl didin wehameta vê rewşê veşêrin. Ev yek nayê qebûlkirin.”

Turkmen: zarokên winda li ku ne?

Nûray Turkmen jî pirsa “Hejmara zarokên winda, bêrefeqet û yên nasnameya wan nehatine tespîtkirin çende?” kir û wiha derbirî: “Dê çi bi 137 pitikên bênasname çi bibe? Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî di vê mijarê de çi xebatan dike? Weke Komîsyona Zarokan a HDP’ê em hewl didin bandora vê pêvajoyê ya li ser zarokan fêm bikin. Hewl didin pirsgirêkan tespît bikin û çareseriyan pêş bixin. Di vê mijarê de peywendiyên me yên bi saziyên zarokan re jî bidomin.”

‘Divê pirzimanî asas bê girtin’

Turkmen, axaftina xwe wiha qedand: “Pêdiviyên zarokan ên taybet hene û divê daxwazên wan ên cihêreng esas bên girtin. Her wiha hewcehî bi pirzimaniyê heye. Divê daneyên têkildarî zarokên winda-bênasname bên tespîtkirin û daneyên zelal bên parvekirin, zarokên winda bên dîtin û bibin cem xizmên wan û pêdiviyên zarokên li cem terîqet û cemaetan dimînin û yên xizmên wan bên pêşwazîkirin. Ev yek, berpirsyartiya dewletê ya esasî ye. Lê di vê mijarê de baweriya me bi îktîkdarê nayê. Weke HDP’ê em ê ji bo dermankirina birînan û piştevaniya bi zarok û malbatên wan re xebatên xwe bidomînin. Îktîdara AKP-MHP’ê konên zarokan firotin. Ew di bin kavilan de hiştin û bûn sedema mirina wan. Lê em li vê derê dîsa dibêjin; ji bo zarokan û li gel zarokan em ê hafize û lîstikên we di bin kavilan de hiştine derxînin, li hemû herêmên erdhejê jiyana nû li gel zarokan birêsin. Çavê me li ser îktîdara AKP-MHP’ê û hiş, dil, gotin, ked û piştevaniya me jî her tim li cem zarokan e.”