6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Divê Yekîtiya Ewropa pêywira xwe pêk bîne’

17'emîn Konferansa Kurd a Navneteweyî di roja duyemîn de ber dewam dike. Destpêkê rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate nirxandin

Konferansa îsal bi sernavê “Yekîtiya Ewropa, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd” hate lidarxistin. Konferansa ku di 8’ê Adarê de di roja duyemîn de ye ber dewam dike. Rûniştina destpêkê ya roja duyemîn ji rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hate veqetandin.

Rûniştina bi sernavê “Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Di nava agirê berjewendiyan de” ji aliyê rojnamevan Ezo Ozer ve hate birêvebirin. Destpêkê endamê Demokrat û Sosyalîstên li Parlamentoya Ewropayê (SD) Andreas Schîder axivî.

‘Li Tirkiyeyê sivîl têne kuştin’

Schîeder ku di heman demê de endamê Koma Dostaniya Kurd a PE’yê ye, bi bîr xist ku beriya niha gelek caran serdana Rojava kiriye, hewldanên ji bo avakirina rêveberiyeke li gorî pîvanan dîtiye.

Schîeder ragihand ku rêxistiniya jinan gelekî xurt e û got, “Lê belê şert û merc gelekî zehmet e. Bi taybetî Dewleta Tirk bi droneyan û rêbazên cuda yên leşkerî êrîş zêde kiriye. Ji aliyê Tirkiyeyê ve timî êrîş têne kirin û sivîl têne kuştin. Ketin û derketina fermî ji bo herêmê nîne. Lewma pirsgirêkên aborî û mirovî li herêmê rû didin.”

Schîeder anî ziman ku di dema erdhejê de ji ber astengiya Dewleta Tirk û hikumeta Şamê alîkarî li Rojava nekarî bê belavkirin û got, “Ji aliyê navneteweyî ve divê hin tişt werin kirin.”

‘Civaka navneteweyî weka ku tiştek nebûye tevgeriya’

Hevseroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed jî anî ziman ku Sûriye yek ji wan herêman e ku herî zêde pêwîstiya xwe bi azadî û demokrasiyê heye.

Ehmed bi bîr xist ku 6 milyon Sûriyeyî niha penaber in, bi deh hezaran kes jî mirin û got, “Di encama şerekî bi vî rengî de, li gel ewqas texrîbatan, me hêviya xwe winda nekir. Lê belê di rewşa heyî de bi taybetî piştî erdhejê, civaka navneteweyî weka ku tiştek nebûye tevgeriya. Yekser têkilî bi rejîmê re danî. Ev rewşeke adîl nîne. Di rewşeke bi vî rengî de nayê qebûlkirin ku civaka navneteweyî rejîma Sûriyeyê muxatab bigire.”

Ehmed anî ziman ku mirovên li Sûriyeyê mehkûmî birçîbûnê kirin û got, “Me piştî erdhejê jî dît, civaka navneteweyî wisa tevgeriya ku mîna rejîm wê pirsgirêkên li welêt çareser bike. Lê sedema pirsgirêkan hemûyan rejîm bi xwe ye. Nabe ku hêviya demokratîk ji rejîmê bê kirin, niyeta rejîmê ya guhertina demokratîk tune ye. Polîtîkayên qirkirinê dewam dike.”

Ehmed diyar kir ku welatên Ereb jî ji bo bandora Îranê bişikîne nêzî rejîmê dibin û destnîşan kir ku ev yek jî nayê qebûlkirin.

Ehmed diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Sûriyeyê alternatîf e û anî ziman ku bi şerê li Ûkraynayê re şerê li Sûriyeyê ji rojevê ket û got: “Tevî ku cîhan li hemberî DAÎŞ’ê parastin, hatin jibîrkirin.”

Êrîşa Tirkiyeyê li dijî sîstema demokratîk e

Ehmed ragihand ku hejmara fermandarên di êrîşên Dewleta Tirk de jiyana xwe jidest dan, ji yên di têkoşîna dijî DAÎŞ’ê de zêdetir in û got, “Civaka navneteweyî bêdeng e. Qala hesasiyetên Tirkan dikin. Qala hebûna PKK’ê ya li herêmê dikin. Ev yek hinceteke ku Tirkiye bi kar tîne. Civaka navneteweyî bi bêdengiya xwe van îdîayên bêbingeh ên Tirkiyeyê qebûl dike. Sedema ewqas dijminatiya Tirkiyeyê çi ye? Ji ber ku Kurd dixwazin rêveberiyeke demokratîk ava bikin. Ev yek êrîşa li ser jiyana bi hev re, êrîşa li dijî sîstema demokratîk e. Êrîşên dewleta Tirk bi PKK’ê re destpê nekirin. Beriya wê jî di nava helwesteke dijminane de bû li hemberî Kurdan.”

Îlham Ehmed got, “Divê Yekîtiya Ewropa û welatên endam nirxên xwe biparêzin. Em daxwaza îmtiyazekê nakin. Em li bendê ne ku tenê nirxên xwe, mafên mirovan biparêzin. Em dixwazin ku li hemberî hikumeta Tirk helwesteke zelal nîşan bidin. Em dixwazin ku hebûna dewleta Tirk a li Sûriyeyê weke dagirkeriyê qebûl bikin.”

‘Divê xweseriya demokratîk bê naskirin’

Ehmed destnîşan kir ku divê rêvebeiya xweser bê naskirin û ji bo çareseriya aştiyane civaka navneteweyî zextê li dewleta Tirk bike û got, “Divê xweseriya demokratîk bê naskirin.”

Ji Awûstûryayê jî endama Koma Demokrat û Sosyalîstan a PE’yê Theresa Bîelowskî diyar kir ku ew bi helwesta êrîşkar a Tirkiyeyê zanin û li hemberî pirsgirêkên heyî êdî mirov nikarin xwe rabigirin.

Bîelowskî destnîşan kir ku ew bi rengekî yekpare nêzî pirsgirêkên li Sûriyeyê dibin û got, “Piştevanî gelekî girîng e.”

Konferans wê tevahiya rojê ber dewam bike.