6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Erdhejê bandor li wijdanan nekir

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Tevî vê banga KCK’ê ji gelek aliyên demokratîk û pêşverû ve bi erênî hate destgirtin jî piştevaniya ji bo wê kêm û nebes e. Di vê pêvajoya giran de KCK’ê tişta ku diket ser milê wê bi layiqî pêk anî

Berbanga 6’ê sibatê li bakurê Kurdistanê bi dijwariyên 7.7 û 7.6 du erdhej li pêy hev çêbûn. Ev erdhejên ku navenda wan navçeyên Bazarcix û Elbistan ên Mereşê bûn bandoreke mezin li 10 bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kir. Di encama vê karaseta giran de bi deh-hezaran kesî jiyana xwe ji dest da û bi milyonan kes jî mexdûr bûn. Bi armanca alîkariya bi maxdûrên erdhejê û parvekirina êşên wan, welatên ku qet me navê wan nebihîstibûn destê alîkariyê dirêj kirin.

Ji her derê peyamên sersaxiyê û ji bo piştevaniyê bangên lezgîn hatin kirin. Di qada siyasî, civakî, çandî, werzişî û eskerî de gelek plansaziyên ku hatibûn kirin hatin betalkirin. Rojeva gelan a sereke bû parvekirina êşa gel û alîkariyê.

Banga KCK’ê

Di vê mijarê de Tevgera Azadiya gelê kurd jî dîsa weke her carê bi lez banga piştevaniya bi gel re kir û êşa maxdûrên erdhejê parve kir. Lê banga herî biwate ji Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik hat. Cemîl Bayik bi daxuyaniyekê da zanîn ku ew weke Tevgera Azadiyê rewşa heyî di warê mirovî û wijdanî de dinirxînin û bang li hemû hêzên xwe yên leşkerî dikin ku di vê pêvajoya bi êş de ne li metropolên Tirkiyê ne jî li devereke din tu çalakiyeke leşkerî pêk neynin. Jixwe ya rast û pêwîst ev bû. Jixwe gelek ajansên navneteweyî banga Cemîl Bayik weke manşet ragihandin.

Tişta ku banga Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik biwate û nirx dike helwesta li dijî siyaseta şer a deshilata AKP-MHP’ê bû. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ku di dijminantiya gelê kurd de sînoran nas neke, çi dibe bila bibe her demê di siyaseta şer de israr dike. Bê guman ev banga KCK’ê jî nayê wateya rawestandina şer lê bahsa pêvajoyekê dike.

Di daxuyaniyê de hêstê mirovî û pêwistiyên ji bo alîkariya bi gel re derketine pêş. Yanî di cehwer de bahsa pêvajoyekê tê kirin ku bi awayekî lezgîn pêwîstiyên demê vedibêje.

Sûîstîmalkirina banga KCK’ê

Tevî vê banga KCK’ê ji gelek aliyên demokratîk û pêşverû ve bi erênî hate destgirtin jî piştevaniya ji bo wê kêm û nebes e. Di vê pêvajoya giran de KCK’ê tişta ku diket ser milê wê bi layiqî pêk anî û pêk tîne jî.

Ji ber ku em bahsa şerekî dikin, wê demê divê em bêjin ku du aliyên vî şerî jî hene. Aliyekî şer di vê pêvajoya ku ji çara yekê nufûsê Tirkiyeyê êşên giran dikişîne bi hêstên mirovî û exlaaqî tevgeriya û biryara bêçalakiyê ragihand.  Lê aliyê din? Dewleta tirk a ku gelê kurd weke dijminê xwe yê sereke dibîne û ji bo wî qir bike her firsetê bi kar tîne banga KCK’ê jî sûîstîmal kir. Li başûr, bakur û rojavayê Kurdistanê bi alîkariya hevkarê xwe yên heremê ve êrişên xwe yên li dijî gelê kurd dewam dike.

Helwesta PDK û AKP-MHP’ê

Di vê mijarê de helwesta PDK’ê jî ne kêmî ya faşîzma AKP-MHP’ê ye. Bê guman em cudakariyê naxin navbera gelên êş dikişînin û bûne mexdûrên erdhejê. Lê dema mirov li cihê herî zêde ji erdhejê bi bandor bûne dinêre bi awayekî vekirî em dikarin bibêjin ji vê kerasetê herî zêde kurdan êş kişand. Di pêvajoyê de wisa bi êş de mirov bi alîkariyek herî biçûk jî bi bandor dibe. Lê PDK’ê di vê dema wisa hassas de li gel dagirkeran cîh girt. Ji ber ku em hemû dizanin êdî PDK’ê xwe bi temamî teslîmî dewleta tirk kiriye, êdî nikare derkeve derveyî fermana wê. Lê herî kêm di vê pêvajoya wisa giran de dikaribû piçekî bi wîjdan û exlaqî tevbigere. Serdana Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî ya Dîlokê bi wate bû lê pir kêm û şaşitiyên mezin jî tê de hebûn. Neçîrvan dikaribû li şûna serdana AFAD’ê bike serdana koordînasyona alîkariyê ya HDP’ê bike. Li şûna bi Erdogan re rûnişt, serdana HDP’ê ango Tifaqa Ked û Azadiyê bike. Lê Neçîrvan mîna ji qewmê xwe şerm bike xwe dûrî kurdan hişt.

Bi kurtî vê erdhejê li gel êşên mezin gelek tiştên din jî nîşanî me da. Di vê pêvajoya wisa giran de me careke din fam kir ku ji bo dewleta tirk a dagirker û desthilata AKP-MHP’ê tu girîngiya êşa gel nîn e. Ji bo wan hebe tune be berjewendiyên wan ên qirêj in. Vê têgeha şaş bi hevkarên xwe jî dane qebûlkirin. Lewma li hemberî banga KCK’ê wisa bê helwest û bê xem in. Lê divê bê zanîn ku KCK’ê dîsa weke her demê bi erk û berpirsyarî tevgeriya. Pêwîstiyên demê bi cîh anîn û mezinahiya xwe ya di warê civakî û wîjdananî de danî holê. Aliyên ji vê têgehê bêpar mane ne di ferqa girîngiya vê helwestê de ne.