4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Erdhezede: Heke kêmxisar be hûn werin rûnin

Mexdûrên erdhejê yên li Elbistanê ku raporên kêmxisar dane malên wan dibêjin, “Heke kêmxisar be bila rayedar werin li van xaniyan rûnin.”

Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Yusra Batihan – Adnan Bîlen ji Elbistanê der barê raporên rayrdsrên dewletê de agahiyê radigihînin. Bi ser erdhejên ku navenda wê navçeyên Bazarcix û Elbistan ên Mereşê ne 21 roj derbas bûn. Li gelek taxên Elbistanê bi roj û şev rakirina kavilan û tespîtên xisarê didomin. Beşekî mezin ê xelkê navçeyê li dijî xebatên tespîtê bi bertek in. Gelek mexdûrên erdhejê gotin tevî ku malên wan xisarên giran dîtine jî lê bi hinceta ku kolon neşikestine rapora kêmxisar dane wan. Mexdûrên erdhejê bi fikar in ku di erdhejeke muhtemel de malên wan ku rapora kêmxisar danê hilweşin.

Bêyî karotê bigirin rapor dane

Bayram Dag ê ku bi salan di sektora înşaetê de xebitiye diyar kir ku rapora kêmxisar dane mala wî û got: “Li gorî zanebûna min divê bêyî ku karot ji zemîna xanî bê girtin rapora kêmxisarê nedin. Lê rapora kêmxisar dane mala me. Ji ber erdhejok çêdibin derzên li mala me her ku diçe fireh dibin. Dibêjin kolonên mala we saxlem in û lewma rapora kêmxisar didin. Du avahiyên mezin li kêleka avahiya me hilweşiyane. Dixwazin em bên kuştin.”

‘Erdhej bibe em ê di bin de bimînin’

Hatîce Gunay jî da zanîn ku mala wê li qata zemînê ye û rapora kêmxisar danê. Gunay anî ziman ku mala wê nesaxlem e û got: “Giraniya avahiyê li ser qata zemînê ye. Em sê kes li malê dimînin. Felaketeke din were wê mala me hilweşe. Em ê di bin de bimînin. Hemû dîwarên mala min teqiyan e. Di malpera e-devletê de rapora kêmxisar dane mala min. Heke ku kêmxisar be bila ew rayedar werin li mala me rûnin. Em ê ji neçarî li çareya xwe binêrin. Tu dahatek me nîn e. Hevjînê min nexweş e. Hemû eşyayên me me şikestine û tiştek saxlem nemaye.”