22 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dixwazin taxa welatiyên kurd ên elewî vala bikin

Welatiyên kurdên elewî ku li taxa Cemal Gursel a Meletiyê dimînin diyar dikin ku ji bo rantê tê xwestin ku taxa wan bê valakirin.

Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Dilgeş Rûvanas ji Meletiyê rewşa welatiyên ku ji valakirina taxa wan bi fikar in parve kir. Yek ji bajarê ku di bin tesîra erdhejê de maye jî Meletî û navçeyên xwe ne. Li gorî hin texmînên tên kirin heta niha ji Meletiyê 350-400 hezar kesî koç kiriye û li navendê û navçeyên wê bi hezaran mal hilweşiyane. Taxa Cemal Gursel li navçeya Navendî ya Yeşîlyûrta Meletiyê ye. Tax li qûntara Çiyayê Beydagiyê ye û yek ji taxa herî hindik xisar dîtiye. Bi piraniya şêniyên taxê kurdên elewî ne. Bi piraniya malan yek qatî ne û hema bêje avahiyek jî hilneweşiyaye.

Xelkê taxê yê kurdên elewî ne diyar kirin ku li taxa wan xaniyek jî hilneweşiyaye û li malan şûşeyek wan jî neşikestiye. Xelkê taxê anî ziman ku tevî vê yekê jî rayedarên Wezareta Hawirdorê û Bajarvaniyê li taxê lêkolîn pêk anîne û rapora xisara giran dane malan. Xelkê taxê da zanîn ku li gel ku li taxê kesekî/ê jî jiyana xwe ji dest nedaye lê niha ji bo rantê wan neçarî koçberiyê dikin û ew ê li dijî vê biryara raporên xisarê serî li riyên hiqûqî bidin.

Li dijî vê biryarê derdikevin

Ji şêniyên taxê Ayhan Yildirmaz anî ziman ku mala wan tiştek pê nehatiye û got: “Ji ber ku taxa me ya kurdên elewî ye û em xwedî li îradeya xwe derdikevin, niha jî dixwazin bi riya rapora xisara giran me ji taxa me derxin. Beriya erdhejê jî xwestin di bin navê bajarvaniyê de me ji taxa me derxin û bi riya TOKÎ li taxê xaniyan çêkin. Em ê li dijî vê biryara rapora xisarên giran têbikoşin.”

Abûzer Saritaş jî da zanîn ku rapora xisara giran dane mala wî û got. “Heke li derzek biçûk jî li mala min biketa ez ê kêliyekê jî lê nemama. Pêşî TOKÎ’yê vir xwest lê me destûr neda. Niha jî dixwazin erdhejê bikin firsend û li vir rantê bikin.”

‘Li pey rantê ne’

Hasan Saritaş jî destnîşan kir ku biryara ku ji bo mala wan hatiye dayîn bir amanca projeya rantê hatiye dayîn û got: “Ev dîsa li pey rantê ne. Malên me xisar nedîtine. Jibo berjewendiyên xwe dixwazin me ji vir derxin. Em dixwazin bila şandeyên serbixwe werin malên me lêkolîn bikin.”

Yuksel Saritaş anî ziman ku ji erdhejê û vir ve ji mala xwe derneketiye û bang li rayedaran kir ku divê dîsa li taxa wan lêkolîn bê kirin.