spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ne hêlîn, goristan in

Erdhejê hezar carên din nişan da ku jiyana me mirov û kurdan çiqas berhewa û bê ewle, çiqas belengaz û bê parastin e. Hat dîtin ku malên ku goya hêlîn û war in, gor in, goristan in. Loma bi hezaran kurd û mirovên ji gelên din di wan malên ku ji wan re bûn tirb de jiyana xwe ji dest da lê ku mal, bi rastî jî mal bûna, dê hema hema hemû ji wan baş û li berdewamiya jiyanê bûna.

Mixabin ev welat, welatek welê ye ku qedrê mirovan na, qedrê pereyan, tiştên bêrûmet û zexelî û sîmsariyê heye. Cihê xemgîniyê ye ku mirovên me digotin qey li mala xwe dijîn, xwedî war û mesken in lê belê ne li mal bûne di gora xwe ya pêşerojê de bûne.

Lew di wan roj û şevên dirêj ên erdhejê de weke kurdên ku li Ameda rengîn dijîn jî me dît ku bajar çawa guherî û bû Ameda xemgîn… Çawa vala bû, melûl bû, mir bi tevî kuştî û saxiyên xwe. Lew em hemû guherîn ne mimkûn e ku em êdî yên berê bin. Her wiha welat tev guherî. Bajar, gund, navçe û mezreyên qedîm tev çûn. Çanda Komagene û Zelaniyan, kurdîtiya li dor û berê Amanosan, xezîneyên kal, pîr û zarokan çûn hey çûn…

Lê birîn, birînên ku ji dinyayê mezintir in dê çawa werin pêçan. Temam, bi lîteratûra heyî ji bo kon, xwarin û alîkariyên weke wan jî dibêjin ‘birînpêçan’ an jî ‘pêçandina birînê’, belam ev birîn qiyametek bû û pêçandina wê jî dikare bes bi qiyametek pêk were lê ew qiyamet li ku ye, dê çawa pêk were kes nizane. Lew heta niha tenê xirabî û mijokdariyê qiyameta xwe rakiriye lê başî, dadwerî û xweşhaliyê qiyameta xwe ranekiriye. Qiyamet…Qey qiyamet tenê xirabiyê tîne û mesela çima tiştên baş jî bi qasî qiyametê hêzdar nabin? Her wiha mirov nikare ji şoreşên mirovahî û mirovheziyê re jî bejê qiyamet? Lew ew jî qiyamet in li ser serê neheqî û belengaziyê. Yanî ev birîn, tenê birîn nîn e mirin e, qiyamet e. Lew ên çûyî û neçûyî, yên saxfilitî û saxnefilitî, yên bimal û bêmal, em tev li wan kêliyên bêdawî asê man. Jixwe erdhej tenê erdê nahejîne, dil û mêjî jî dihejîne, dema ku bedena reben weke peleke weşiyayî tê hejandin, hem hesta fanîtiyê, hem nemalbûna malê, hem jî bêhêziya mirov a li hember xwezayê weke hûtekî xwe li mirov dipêçe û ji erdhejê pirtir dihejîne, dê tim bihejîne jî…Lê weke yên her tiştî, simsar, şovmen û keysperestên erdhejê jî hene ku hewce nake mirov behsa wan jî bike, lew bi devên xwe yên bixwîn û êşmij, li her derê ne. Erê, êşmij! Lew bi êşên xelkê jî dimêjin. Bi pêşeroj û paşeroja wan, bi can û ruhê wan…Lê çi jî bikin gel, civak, şexs û berxwedêrî naqede, weke zeviyên genim ji nû ve şîn dibe, dê dîsa jî wilo bibe. Bes gere vê carê, berxwedêrî weke qiyametekê be, lew qiyamet ancax dikare bi qiyametê bê pêçan û şûştin. Yanî, em ê qiyameta xwe rakin ji kavilan û bi kavilan hêrs û xeyalên xwe bihonin, weke zeviyên genim geş û şîn bibin, kavilan li erdê nehêlin û nehêlin ku careke din malên me bi serên me da neynin xwarê, hêlînên me nekin gor ji me re.

Bila erdhej bibe zilmhej! Erê, di destê me de ye ku em çi, veguherînin çi, piştî çi, heyameke çawa bînin û yên çawa biqedînin. Bila erdhej bibe seltenethej û her cure seltenetan bihejîne, kevir li ser keviran nehêle.