Rojnameya Heftane

‘Erdnîgariya Kurdistanê-1: AGIRÎ’ derket

Navenda Nûçeyan

Weqfa Îsmaîl Beşîkçî bi daxuyaniyekê berhema Abdurrahman Onen ya bi navê “Erdnîgariya Kurdistanê – I: AGIRΔ da nasîn û her wiha der barê xebatên Onen ên din jî agahî bi raya giştî re parve kirin. Weqfa Îsmaîl Beşîkçî di daxuyaniya xwe de dibêje ku dê ji bilî vê pirtûkê xebatên din ên Onen ên der barê erdnîgariya bajarên Wan, Bedlîs, Çewlîg, Mêrdîn û Amedê de jî bên çapkirin.

Di vê pirtûkê de navên mezre, gund û navçeyên Agirî yên tirkî û kurdî cih digirin; her wiha navên çem, gol, çiya û deşt û zozanên Agiriyê. Ji aliyekî din ve nexşeyên fîzîkî yên erdnîgariya Agiriyê; hejmara nifûsa navend, navçe, gund û mezreyên Agiriyê; wêneyên erdnîgarî û gelek cihên Agiriyê jî di pirtûkê de hatine bicihkirin.

Nivîskar Abdurrahman Onen, di encama xebata xwe gelek salan de, derheqê erdnîgariya kurdan de gelek agahiyên hêja berhev kirine. Onen demeke dirêj e, herêm bi hêrêm li bajar, navçe, gund û mezreyan digere, li ser cihê diçiyê, kite bi kite nav û agahiyên der barê erdnîgariyê de bi dest dixe û qeyd dike.

Onen hetanî niha der barê erdnîgariya gelek bajarên kurdan de bi têra xwe agahî dane hev. Wî ne tenê navên kurdî yên cih û waran kom kirine, di heman demê de nexşeyên hemû bajar, navçe û herêmên muhîm derxistine. Tişta ku xebata mamoste bi qîmettir dike jî ev e: Ev berhema ku pirtûka yekem a rêzepirtûkên ‘Erdnîgariya Kurdistanê’ ye, parçeyek ji vê xebatê ye.

Bajarê Agiriyê ji hêla erdnîgariyê xwe ve cihek zaf dewlemend û berfireh e. Çiyayên Agirî, Tendûrek, Sîpan, Eledax, Kosedax, Çemê Mûradê û gelek cihên din…

Abdurrahman Onen ji navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ye. Di sala 1956’an de hatiyê dinê. Dibistana seretayî û navendî li Dêrikê, ya amadeyî (lîse) li Mêrdînê û zanîngehê li Stenbolê xwendiye.
Ji sala 2013’an ve gera xwe ya li Kurdistanê didomîne. Ji xeynî vê pirtûkê, pirtûkên wî yên li ser erdnîgariya Wan, Bedlîs, Çewlîg, Mêrdîn û Amedê jî ji bo çapê amade ne.