26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xêzeromana zarokan GOG tê amadekirin

Berê hin kovarên zarokan ên bi kurdî hebûn lê heta niha xêzeroman bi kurdî nehatibûn derxistin.
Karîkaturîstê kurd Îmam Cîcî amadekariya xêzeromaneke kurdî ya ji bo zarokan dike. Îmam Cîcî karîkaturîst e û zêdetirî 25 sal in ku xêz dike lê raya giştî ya kurd ew bêtir bi kovara Pîne û Zrîngê nas kir.

Cîcî niha dixwaze ji bo zarokên kurd tiştekî din bike: Derxistina kovara xêrezoraman. Ji bo vê yekê bi malpera fongogo.com’ê kampanyaya piştgiriyê daye destpêkirin.

Îmam Cîcî ku berê bi xêzkariya xwe ya bi kovara Pîne û paşê jî Zrîngê hat nasîn ji bo vê projeya xwe ya nû dibêje ku dê zimanê vê kovarê kurmancî û kirmanckî be û wiha didomîne: “Çapkirina kovarekê gelek zehmet e.

Ev pereyên bên ser hev ji bo telîfê ez ê bi kar bînim û wekî kovareke dîjîtal dest pê bikim. Ger derfet çêbibin wê çaxê em ê derbasî çapa kaxiz bibin.”

Der barê vê xebatê de xêzkar Cîcî diyar dike ku di kovarê de dê karakterên biyanî yên wekî Lucky Luke, Yakari, Thorgal û Milo hebin. Xêzkarên kurd ên wekî Dogan Guzel û Ender Ozkahraman jî dê ji bo kovarê xêz bikin.

Cîcî di dawiya axaftina xwe de wiha dibêje: “Li dinyayê gelek xêzên navdar ku ji bo 20 zimanan hatine wergerandin hene lê ew bi kurdî nehatine weşandin. Ez dixwazim wan bi kurdî biweşînim. Di qada navneteweyî de dixwazim zarokên kurdan bi van çandan re bînim ba hev.” STENBOL