4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Efûkirina Erdogan a endamên hîzbulkontrayê

Dewleta tirk ji bo berxwedana gel bişkîne serî li pêkanînên dermirovahî da. Li aliyekê îşkenceya herî hovane xist meriyetê û li aliyê din jî tetîkkêşên mîna hizbulkontra xistin dewreyê.

Dewleta tirk di salên 90’an de li bakurê Kurdistanê şerê qirêj meşand. Li gel ev şerê qirêj jî dîsa nikarîbû xwe li ber berxwedana kurdan bigire. Dewleta tirk ji bo pêşî li têkçûna xwe bigire û berxwedana gel bişkîne serî li pêkanînên dermirovahî da. Li aliyekê îşkenceya herî hovane xist meriyetê û li aliyê din jî tetîkkêşên mîna hizbulkontra xistin dewreyê. Hizbulkontra li Amed, Mêrdîn û Êlihê derketin nêçîra kurdan û li gorî daneyên dewletê 183 kes hatin kuştin, 360 jê bi êrîşên çekdarî û satorayan birîndar bûn. Hejmara kuştiyan ji daneyên fermî bêhtir in.

Di sala 1993’yan  li Amed, Mêrdîn û Êlihê gel li hemberî êrîşên hovane yên hizbulkontra dest bi parastina xwe kirin û gelek ji wan kuştin. Xweparastina gel plana qirêj a dewleta tirk vala derxist. Dewleta tirk vê carê li hizbulkontra hat xezebê û dest bi girtin û kuştina wan kir. Sertetîkkêş Huseyîn Velîoglu di 17’ê çileya 2000’an de li Stenbolê hat kuştin. Tevî arşîva hizbulkontra sertetîkkêş Edîp Edip Gumuş û Cemal Tutar hatin girtin.

Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Malên Tewkîf û Ceza ya Wezareta Dadê, 295 tetîkkêşên hizbulkontra di girtîgehên cuda de tên girtin. Desthilata AKP’ê bi hizbulkontra li hev kir û bi destê darazê kom bi kom tetîkkêş berdan. Di sala 2011’an de sertetîkkêşê hizbulkontrayê Edîp Gumuş jî di nav de komek tetîkkêş ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê serbest hatin berdan. Piştî serbestberdana Edîp Gumuş, li Amedê û Cizîrê hewldanên kontrayî zêde bûn. Di sala 2015’an de komek hizbulkontra li semta Şehîtlikê ya Yenîşehîra Amedê daketin kolanê ku bi ser malên welatiyan de girtin û 4 kes kuştin û gelek welatî jî birindar bûn. Ev êrîşên kontrayî li Cizîra Şirnexê dewam kir. Piştî van hewldanên kontrayî serbestberdana tetîkkêşan zêde bû. Di serdema desthilata AKP-MHP’ê de jo 295 tetîkkêşan 273 jê serbest hatin berdan û di nava gel de digerin.

Îfadeyên tetîkkêşên serbest hatin berdan hevkariya bi desthilata AKP-MHP’ê re radixe ber çavan. Sertetîkkêş Cemal Tutar ê ku ji kuştina 109 kesan dihat darizandin beriya serbest bê berdan ev tişt anîbû ziman: “Min hemû qademeyên Hûzbullahê de cih girt. Li girtîgehê mîna bombeyeke ku biteqe me. Bila bi sebra me nelîzin. Em ê hundir bikin gola xwîne.” Bi va gotinan peyama ku ew ji bo komkujiyê amade ye dida Erdogan. Her wiha tetîkkêşê bi navê Mustafa Îpek jî bi gotina; “Cihên ku hêzên ewlehiyê kêm man Hîzbullah kete dewrê û tiştên xweştir kirin” hevkariya wan a bi dewletê re piştrast kiribû.

Erdogan li ser vê bingehê Partiya Hur Davayê tev li Tifaqa Cûmhûrê kir û xuya ye hîn jî karê Erdogan bi tetîkkêşan re neqediyaye. Erdogan herî dawî sertetîkkêşekî din serbest berda. Bi biryara Serokkomar a di Rojnameya Fermî de hate weşandin cezayê Mehmet Emîn Alpsoyê ku di çarçoveya Doza Hîzbûllahê de cezayê muebbeta girankirî lê hatibû birîn, efû kir. Erdogan tetîkkêşekî din bera nav civakê da.