9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtin kevneşopiya dewletê ye

“Deshilata AKP-MHP’ê ji bo dengê nijadperest ên li dijî gelê kurd bi dest bixe serî li operasyonên bi vî rengî dide û di encama wan operasyonan de gelek siyasetmedar, rojnameger û parêzer hatin girtin.” 

Bi nêzîkbûna hilbijartinên serokkomariyê û parlamenteriyê yên 14’ê Gulanê re zext, êrîş, binçavkirin û girtina li dijî saziyên kurd û yên ku mûxalefetiya deshilatdariya AKP-MHP’ê dikin jî zêde bûn. Ev demek dirêje Amed û Enqere bûne navenda birêvebirina operasyonên binçavkirinê. Desthilatdariya AKP-MHP’ê piştevaniya gel û rewabûna civakî ji dest da û bi nêzbûna hilbijartinê re li Amedê operasyonên li dijî partî, rojnamegeran û parêzeran dan destpêkirin, li Enqereyê û li Stenbolê jî dewam kir.

Der barê operasyonên dewleta tirk  a ku bi gelemperî li bajarên kurdan pêk anî de serokê Baroya Amedê Nahît Eren rewşa dawî ji rojnameya me re nirxand. Eren diyar kir ku li ser doza lêpirsînê biryara veşartî heye û wiha gor: “Biryara veşariya ku li ser dosyayê hatiye dayîn hê jî berdewam e, ji ber vê sedemê em hêj naveroka dozê baş nizanin. Lê me ji pirsên ku li kesên binçavkirî pirsîne fêmkir ku li ser vegotinên şahidekî aşkera ew qas kes bi tundî hatine binçavkirin.”

Eren da zanîn ku operasyonên ku 19 roj mabû ji hilbijartinê re hat pêkanîn bi wî gelek bi wate ye û wiha pê de çû:”Ya rast em operasyonên ku bi girseyî li ser bajarên kurdan pêk hatiye wekî peyamekê fêm dikin. Em nikarin van operasyonan tenê weke operasyonên hiqûqî bigirin dest. Lewra operasyonên bi rengekî ku bi destê sibehê avêtina li ser malan, bi komî binçavkirin û hwd. ji berê heta niha li ser kurdan tên meşandin. Em dikarin bibêjin ku operasyonên bi vî rengî weke kevneşopiyeke deweleta tirk e, ev operasyon jî berdewama vê kevneşopiyê ye. Ev kevneşopiyên dewleta tirk a li ser sazî û siyasetmedarên kurdan naqede, di hemû serdeman de tê bikaranîn. Hêla din jî ev operasyonên ku di dema hilbijartinê de pêk anîn ne tenê ji bo çavtirsandina gele kurd e, bi min stratejiyeke ji bo dengên aliyên nijadperestên li dijî gele kurd e. Ji ber vê ye ku ev operasyon di bin navê ‘têkoşîna li dijî terorê’ tê meşandin.”

Eren da zanîn ku ev operasyonên ku li dijî kes, partî û saziyên ku parastina maf, demokrasî û aştiyê tên kirin ne hiqûqî ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Deshilata AKP-MHP’ê ji bo dengê nijadperest ên li dijî gelê kurd bi dest bixe serî li operasyonên bi vî rengî dide.”