9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Erê ez kurd im

Duh li parqê me sê hevalan xwest li ser mijarekê biaxivin. Lê teyarên tirkan nehiştin. Wê êvara hênik, teyarên ku xwe bi bombeyan mişt dagirtibûn, berê xwe dabûn bilindahiyên welêt. Bi qasî dengên teyarên şer barbariya modernîteyê nîşan bide, tiştek din tune ye. Dengên wan û dengên stratejîst û analîstên tirk pir dişibin hevdû. Bi şev û roj wek leystikekê biaxivin li ser dipeyîvin. Ji bo kurd jî ji wan fam bikin navên orjînal dibêjin: Zap-Avaşîn. ( Lê navê Cadeya Şengalê diguherînin.) Çi exlaq hiştin çi cidiyet. Li dijî şer, gotina aştî qedexe ye. Ji xwe muxalifên tirk peyva aştiyê ji bîr kirine. Li gor wan jî aştî pere nake.
Wek rêbaz aştî ne di turikê wan da ye. Li hemberî rojeva şer rojevên derewîn wek a Îmamoglû û nizanim çi li ser kar in. Hîn jî qaşo hinek ji wan profesor in- dibêjin dewlet ji bo hilbijartinê ew ê şer bide destpêkirin. Heyran li welatekî mirov ji dengên balafirên şer nikaribe bipeyve û hîn jî li gor profesorek ev ne şer be, em ê bibêjin çi. Ev ne şer be wê demê ev şîzofrenî ye.
Mixalîfên tirk xwe li şîzofreniyê danîne. Divê mirov di bin bandora ezberên lîberalan de jî nemîne. Li ser cehwera meseleyê pirs tune, îtîraz tune, helwest tune. Xwe dikin dûvikê faşistan û li dijî penaberan qaşo siyasetekê ava dikin. Şer ne di rojeva wan de ye. Ez ji bombeyan jî bihurîm; niha, vê gavê, anha, li zindana Xelatê çi diqewime?
Pirseke fîlozofiyê ye ev. Pirseke dîrokî ye ev. Nûçeyeke biçûk, bersiveke mezin dide me. Naîf (bi qurbana navê te bin) di telefonê de ji malbata xwe re dibêje ku memûrên zindanê ew bi mirinê tehdît kirine. Li ku? Naîf nexweş e, li revîrê, li ciyê ku tedawî bibe tehdît kirine. Çima? Memûrê faşîst pirsiye “tu kurd î”, Naîfê me jî gotiye “Erê ez kurd im.” Erê ew kurd e, wiha bibêje jî nebêje jî kurd e. Lê çima dibêje? A li vir em êdî dikarin têgehên rûmet û azadî û vîn û viyanê nîqaş bikin. Dengê Naîf wek têgehên heqîqetê li çiyayên welêt olan dide “Erê, ez kurd im”. Dengê Naîf ku li revîra zindana Xelatê dibêje “Erê ez kurd im” dibe sewta şervanên heqîqetê. Li Kurojahro dibe mizgîna ronahiyê. Dibe rûmeta Amedê.
Gefa ku li Naîf kirin niha li Başûr hewl didin pêk bînin. Dengê Naîf çima xwe nagihîne Hewlerê? Ma em ne kurd in? Ma bi tenê Naîf “kurd e”. Ev jî pirseke siyasî û li ser yekitiya neteweyî ye. Hîna me çîroka Naîfê ciwan xelas nekir, nûçeyek din jî derdikeve pêşberî me. Di nûçeyê de tê gotin ku li Artêmeta Wanê Makbule Ozer (80) û Hadî Ozer (70) hatin girtin. Gelek çîrok li welatê me hene ku her kurd vê pirsê ji xwe bikin. Bêjin kurd li her derê kurd e. Heqareta li kurdan tê kirin heman heqaret e. Wê demê çima ez bêdeng im?