28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ereb û kurd ji bo azadiya Ocalan meşiyan

Bi deh hezaran kurd û ereb li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir û gotin: “Rêber Abdullah Ocalan bi felsefeya xwe dîrok afirandiye.”

Bi deh hezaran kurd, ereb, ciwan û jin li pêşiya Hola 8`ê Adarê ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê kom bûn û meşiyan. Meşê bi pêşengiya ciwanan dest pê kir û li ber Çerxerêya Zeytûn rawestiya û veguherî mîtîngê. Li wir girseyê li pêşangeha wêneyên Komploya Navneteweyî temaşe kir. Dûre endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ferhan Kobanê axivî û komplo bi komploya herî xeternak a di dîroka komployên li Rojhilata Navîn de bi nav kir. Ferhan Kobanê bang kir ku ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hewldan û xebat firetir bibin. Endama Rêveberiya PYD`ê Emîne Bêrem jî li ser navê pêkhateya Ereb axivî û got: “Bi fikr û felsefeya wî, rastiya hêzên faşîst aşkera bû. Rê li pêşiya gelan vekir ku serî hildin.”

Endamê rêveberiya saziyên civaka sivîl Mirî El Şiblî jî got: “Rêber Abdullah Ocalan bi fikrên xwe yên li ser bingeha biratiya gelan û jiyana hevbeş dîrok çêkir. Ruxmî girakirina tecrîdê lê belê Îmralî veguherand minbera fikrê azad.”