3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêwiyên azadiyê dimeşin Amarayê

Rêwiya Meşa Azatiyê û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar li Navçeya Xalfetî ya Rihayê daxuyanî da û got: “Ev meş meşa milyonan kesan e. Heta ku dengê birêz Ocalan digihije her kesî û heta ku pirsgirêka kurd çareser dibe jî em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin, di 1’ê sibatê de ji Qers û Wanê “Meşa Mezin a Azadiyê” hate destpêkirin. Di roja 15’emîn de û di 25’emîn salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an de Meşvanên Azadiyê xwe gihandin navçeya Xelfetî ya Rihayê ku Abdullah Ocalan li wir ji dayik bûye. Xelkê navçeyê Meşvanên Azadiyê bi pankarta “Hûn bi xêr hatin xaka ku roj lê derketî” û bi dirûşmên “Hezar silav ji Îmraliyê re” û “Bimre komploya 15’ê Sibatê” pêşwazî kirin. Meşvanên Azadiyê bi dirûşman xwe gihandin avahiya DEM Partiyê ya navçeyê û li vir daxuyanî dan. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di daxuyaniyê de axivî.

Uçar, di serî de spasiya hemû kesên di tevahiya meşê de piştgirî dane wan kir û wiha got: “Tenê kesên di vê meşê de cih girtin nemeşiyan, bi milyonan kes meşiyan. Li her deverê me bêhna xaka Kurdistanê û dîroka wê kişand. Banga me ji bo kesên hewl didin meşa me krîmînalîze bikin ev e; xwediyê vê meşê gelê kurd e, daxwaza gelê me jî aştî ye. Bi sedsala ye li vê xakê şer hate ferzkirin û têkoşîna me jî ji bo bilindkirina dengê aştiyê ye. Birêz Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de anîn Tirkiyeyê. Dema birêz Ocalan anîn vê derê, ji bo tunekirina gelê kurd ev komplo hate pênasekirin. Lê belê ev komplo bi ser neket.”

Bi domdarî Uçar diyar kir ku li dijî hemû daxwazên wan polîtîkaya zextê tê ferzkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Banga me ji bo dewletê ye ku di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd de tiliya xwe nahejîne û polîsan derdixîne pêşiya me; gelê kurd tu caran serî netewand û dê netewîne. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê her kes hêza xwe bike yek. Pirsgirêka kurd heqîqeteke ku divê bê çareserkirin. Banga me ji bo kesên di polîtîkayên şer de israr dikin ev e; ev pirsgirêka dê bê çareserkirin û tekane rêya çareserkirina wê jî azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan e. Piştî komploya navneteweyî, Tirkiyeyê hiqûq û qanûnên navneteweyî binpê kir û pergala tecrîdê didomîne. Lê belê gelê kurd dest ji daxwazên xwe bernade.”

Uçar, da zanîn ku kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê dijîn dev ji daxwazên xwe bernedane û axaftina xwe wiha qedand: “Gelê kurd li dijî komploya navneteweyî û li dijî DAIŞ a ku ji hêla hêzên hegemon ve hatiye afirandin têkoşiyan. Gelê kurd, jinên kurd li Rojava deriyê paradîgmayeke nû vekirin. Divê paradîgmaya birêz Ocalan teqez li vê erdnîgariyê aj bide. Em ê vê meşê bi dawî bikin lê belê heta dengê birêz Ocalan digihije her kesî û pirsgirêka kurd tê çareserkirin dê têkoşîna xwe bidomînin. Em spasiya her kesên di tevahiya meşê de ked dayîn û têkoşiyayîn dikin.”

Meşvan piştre jî ber bi gundê Amarayê ve bi rê ketin.