17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Erebistana Siûdî: Balafirên bêmirov ên Îranê gefeke mezin in

Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan li New Yorkê da xuyakirin ku teknelojiya balafirên bêmirov ên Îranê gefeke mezin ji bo herêmê û hemû Rojhilata Navîn. Bin Ferhan daxwaza hevkariya welatên herêmê di vê mijarê de kir.

Bin Ferhan ku li New Yorkê tev li civîna Cıvata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bûbû der barê vê mijarê de axifî û wiha got: “Divê em bi 2 şêweyan nêzî vê mijarê bibin û planên xwe yên ji bo dema nêz û yên ji bo dema dûr û dirêj cuda cuda binirxînin da ku em karibin li hemberî vê gef û talukeya balafirên îranê rawestin.”

Di berdewama axaftina xwe de Bin Ferhan got ku Îranê bênavber balafirên xwe yên bêmirov dide çekdarên Hûsiyan û Erebistana Siûdî heta niha ji sedî 94 ji êrîşên van balafiran ên li dijî Siûdiyê vala hatine derxistin.