3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi hincetan dest danîne ser rojnameya Xwebûnê     

Polîsan di 19’ê îlonê de li otogara Amedê 100 rojnameyên hejmara 144’emîn a rojnameya Xwebûnê desteser kiribûn û destûr nedabûn ku rojname ji Mersîn re bên şandin. Parêzerê rojnameyê Resûl Temûr ev rewş ji serdozgeriya Amedê pirsî û xwest ku sedemê desteserkirina rojnameyê bizanibe.

Serdozgeriyê bersiv da parêzer Resûl Temûr û bi hin hincetan ev rewş parast. Hat zanîn ku di meha sibatê de polîsan di ser avahiya HDP’ê ya Amedê de girtiye û li wir dest danîne ser rojnameyên Xwebûnê jî. Bi vê hincetê polîs di 17-18’ê îlonê de çûne otogarê pirsa rojnameyê kirine û di 19’ê îlonê de li otogara Amedê dest danîne ser 100 rojnameyên hejmara 144’emîn.

Hat zanîn ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya di 18.09.2022 û bi hejmara 2022/49378 lêpirsîn vekiriye û xwestiye ku dest deynin ser rojnameyên ku hêj weşana wan nehatine kirin. Parêzer wê roja duşemê ji bo vê biryarê îtîraz bike.