8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Îranê birîna internetê ji bo veşartina tundiya li dijî xwepêşandêran e

Nerazîbûn û xwepêşandanên li Îranê her ku diçe berfihertir dibe û di roja heştemîn de bi xurtî berdewam dike. Bi vê yekê re jî her ku diçe tundiya destwerdana hêzên dewletê jî li dijî xwepêşandêran zêde dibe. Lewre jî rejîma Îranê dest bi qutkirina internetê kiriye da ku tundiya li dijî xwepêşandêran veşêre.

Beriya çend rojan Rêveberê Giştî yê SpaceX, Elon Musk, li ser hesabê xwe yê Tweeterê daxwaz kiribû ku ambargoyên di vî warê de li ser Îranê werin rakirin da ku gelê Îranê bikaribe sûdê ji peyka Starlink bigire.

Di vê çarçoveyê de îro DYA’yê da xuyakirin ku wan hin ambargoyên li ser teknelojiya Îranê rakirine da ku gelê Îranê bikaribe rihetir xwe bigihîne internetê.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê got ku qutkirina Îranê ya ji internetê re hewldanek bû ji bo ku “nehêle cîhan temaşeyî kampanya wê ya tundiya li dijî xwepêşanderên aştîxwaz bike”.

Her wiha di berdewamiya vê daxuyaniyê de tê wiha tê gotin: Bi xwepêşandan û nerazîbûnên li dijî kuştina (Mehsa Emînî) jîna Emînî gelê Îranê bi wêrekî daket kolanan û nerazîbûna xwe li dijî rejîma Îranê anî ziman, lewre DYA’yê jî xwest ku di warê agahdarikirinê de bibe alîkar ji bo gelê Îranê.”

Li gorî agahiyên Rêxistina Mafê Mirovan a Sivîl heta roja pêncşemê ya van xwepêşadanan herî kêm 50 kes hatine kuştin. Xwepêşandan heta niha li 80 bajarên Îranê pêk hatine.  Roj bi roj pêlên serhildana gelê Îranê bilintir dibe û textê rejîma Îranê dihejîne.