4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Eren: Aktorê herî girîng ê çareseriya pirsgirêka kurd birêz Ocalan e

Partiyên siyasî ji 14’ê Gulanê re xwe amade dikin. Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Serhat Eren got ku pirsgirêka herî mezin a vî welatî pirsgirêka kurd, demokrasi û azadiyan e û wiha got: “Aktorê herî girîng ê çareseriya pirsgirêka kurd birêz Ocalan e.”

Ji hilbijartinên serokkomariyê û parlamenteriyê re kêm roj man. Partiyên siyasî jî ji 14’ê Gulanê re xwe amade dikin. Partiya Çepên Kesk a bilez kete qadê ji Edîrneyê heta Qersê li hemû bajarên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bi gel re dicive, bûroyan vedike û serdana dikandaran dike. Parêzer Serhat Eren ku amedî ye û ji bajarê xwe bûye namzetê parlamenteriyê anî ziman ku di serî de tecrîd dê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bixebite.

‘Min di temenekî biçûk de hovîtiya dewletê naskir’

Eren, diyar kir ku weke kurdek hêj di temenekî biçûk de bi zilma dewletê re rûbirû maye û wiha got: “Ez di sala 1977’an de li navçeya Pasûr a Amedê ji dayik bûm. Weke her zarokê kurd dema ez li dibistanê bûm min rûyê dewletê yê hov nas kir. Min li dibistana seretayî rûyê dewletê yê hov nas kir û pişt re salên din jî em bi rûyê dewletê yê hov û bi zilma wê re rû bi rû man. Dema ez li dibistana amadehî di pola duyemîn de, ji ber Pasûr ji aliyê dewletê ve hate şewitandin neçar man koçî Amedê bikin. Min li Fakûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê xwend. Ji sala 2000’î ve li Amedê parezeriyê dikim. Di rêxistinên sivîl ên civakî de xebitîm, 15 salan zêdetir di hemû lijneyên Baroya Amedê de xebitîm. Serdemekê min endamtiya Meclisa HDP’ê kir. Di serdema dawî de jî Cîgirê Hevserokên Giştî yên ji Hiqûq û Mafên Mirovan berpirsyar bûm.”

‘Gel dixwaze ji faşîzmê xelas bibe’

Eren, bi lêv kir ku gel êdî dixwaze ji desthilata AKP’ê û MHP’ê xelas bibe û wiha berdewam kir: “Em li herêmên hilbijartinê dixebitin û diçin serdana gel. Em ji nêzîkatiya mirovan baş fêm dikin ku pêkane ku ji faşîzma AKP’ê û MHP’ê ya 20 salan xelas bibin û di vê mijarê de gel hêvî dide. Li cihên ku em kolan bi kolan gund bi gund digerin divê em bêjin ku gel hewl dide ji vê pergala faşîst xelas bibe. Ez dikarim bêjim ku hem li navenda Amedê hem jî li navçeyan hêzên ewlehiyê bi taybetî jî polîs hewl didin xebatên me asteng bikin. Hemû partî dikevin hilbijartinê û divê hemû partî wekhev, bi awayekî adilane xebatên xwe yên hilbijartinê bikin lê êrişên dewletê yên bi salan e li ser partiya me di serdema hilbijartinê de jî berdewam dike. Lê kurdan di dîroka xwe de ev asteng her tim derbas kirin wê ji îro pê da jî derbas bike. Em bi kelecaneke mezin xebatên hilbijartinê dimeşînin û em ê serbikevin.”

‘Siyasetmedarên me tên dîl girtin’

Eren, destnîşan kir ku dewlet li ser înkara gelê kurd tevdigere û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em bi pergaleke dewletê ya bi salan e çand, ziman, nirx û hebûna gelê kurd qebûl nake û êrişî van nirxan dike re rû bi rû ne. Bi taybetî piştî sala 2015’an hewldaneke sîstematîk a kurdan û siyasetmedarên kurd tesfiye bikin xistin meriyetê. Gelek rêveberên me yên navend û navçeyan, parlamenterên me, hevserokên me bi awayekî dij hiqûqî hatin binçavkirin û girtin. Doza girtinê li partiya me vekirin, Doza komployê ya Kobanê vekirin û gelek siyasetmedarên me li wir tên darizandin. Dîsa li girtîgehan bi hezaran mirovên me bi awayekî neheq bêyî ku sûcên wan hebin li girtîgehan tên dîl girtin. Armanca van hemûyan bê guman tesfiyekirina siyaseta kurd e. Ji ber vê yekê di qada mafên mirovan de gelek binpêkirinên mafan hene. Binpêkirinên li girtîgehan dest pê dikin li kolanan vediguherin astengiyê. Dîsa em bi pêkanîneke ku rêxistinkirina gelek saziyên sivîl ên civakî ji holê bê rakirin re rû bi rû ne. Em her carê tînin ziman ku em xwediyê wê hêzê ne ku pirsgirêkên bingehîn ên vî welatî li Meclisê çareser bikin.”

‘Divê tecrîd teqez bê rakirin’

Eren, anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi hemû pirsgirêkên li welat re têkildar e û wiha lê zêde kir: “Dibe ku Meclis bi tena serê xwe qada çareseriya pirsgirêkên bingehîn ên sedan salan ên welat nîne. Divê daxwaza civakê bi awayekî xurt bê ziman, em jî esas dê wan daxwazan li Meclisê bînin ziman û weke yên çareser bikin em ê biçin wir. Pirsgirêka herî mezin a vî welatî pirsgirêka kurd, demokrasî azadiyan e. Dikarim bêjim ku ji bo pirsgirêka kurd li Meclisê bê çareserkirin em di nava hewldanan de bin. Lê tenê ev têre nake, yek ji navnîşanên çareseriya pirsgirêka kurd û aktorê herî girîng birêz Ocalan e. Ji bo ku birêz Ocalan di çareseriya pirsgirêka kurd de bikare rola xwe bilîze divê tecrîd teqez bê rakirin.”

Divê bê navber em bixebitin

Eren, di berdewamiya axaftina xwe de bang li gelan kir û ev tişt gotin: “Ji hemû gelê kurd re bi taybetî jî ji gelê Amedê re banga me ew e ku helwesteke ku di vê hilbijartinê de zilm û faşîzma AKP’ê û MHP’ê ji holê rakin û wan bişînin sergoyê dîrokê nîşan bidin. Di 14’ê Gulanê de mirov wê vîna xwe li sindoqan nîşanbidin lê beriya 14’ê Gulanê gelek tiştên ku divê em bikin hene. Bi taybetî ez ji gelê Amedê vê dixwazim, divê her amediyek endamên malbata xwe, şêniyên tax, gund û kolanên xwe qaneh bike. Ji ber vê yekê heta 14’ê Gulanê deqiqeyeke me ku em winda bikin nîne. Divê xebateke têkildarî vê bê meşandin.

Divê gelê me rola xwe bilîze

Rêya avakirina peymaneke civakî ya nû ku mafên gel bi destûra bingehîn misoger bikin û di heman demê de li Amedê 12 bi giştî 100 wekîlan derxistinê û nûnertiya rêya 3’yemîn di 14’ê Gulanê de derbas dibe. Ji ber vê yekê divê gelê me di vê hilbijartinê de rola xwe bilîze.”