spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hacaloglû: Em ê biguherînin

Endama Meclisa HDP’ê Aylîn Hacaloglû diyar kir ku di lîsteyên hilbijartinê de herî zêde Partiya Çepên kesk cih daye jinan û wiha got: “Jin wê vê sedsalê biguherînin. Bi jinan re em ê aştiyeke birûmet û perspektîfa demokratîk, wekhev û azadîparêz ku em jê re dibêjin 'riya sêyemîn' ava bikin.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Tevgera Kedê (EHP), Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) û Partiya Azadiya Civakî (TOP) ku di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de cih digirin, ji lîsteyên Partiya Çepên Kesk tev li hilbijartinên 14’ê gulanê dibin. Partiya Çepên Kesk ku di 2’yê nîsanê de bi dirûşma “Em li vir in bi jinan re em ê biguherînin” Danezana Hilbijartinê ya Jinan ji raya giştî re ragihand bû partiya ku herî zêde namzetên jin nîşan da. Ji 600 namzetên Partiya Çepên Kesk 264 ji jinan pêk tê.

Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê  Esra Solîn Dal bi endama Meclisa HDP’ê Aylîn Hacaloglu re li ser manîfestoya hilbijartinê ya soz dide ku li dijî newekheviya zayendî, tundiyê û polîtîkayên serdestiya mêran bi hev re têbikoşin û bi ser bikevin axivîn.

Temsîlıiyeta wekhev li meclîsê

Hacaloglû, diyar kir ku ji 600 namzetên Partiya Çepên Kesk 264 jê jin in û anî ziman ku Stenbol, Enqere û Amed jî di nav de jin li 30 bajaran de di rêza yekemîn de cih digirin. Hacaloglû, bi lêv kir ku wê bi temsîliyeta wekhev mohra xwe li Meclisê bixin û wiha got: “Di vê pêvajoyê de, di dema Destûra Bingehîn a nû tê amadekirin de girîng e ku em bi biryarên xwe pêvajoyeke demokratîk, wekhev û azad bidin destpêkirin û li meclisê bin. Dîsa divê em li meclisê bin ku mijarên wekî parastina qanûna bi hejmara 6284’an ku bandorê li ser jiyana hemû jinan dike û pêkanîna Peymana Stenbolê bi perspektîfa jinan li Meclisê bê pêkanîn.”

Divê ji sedî 40 be

Bi domdarî Hacaloglû da zanîn ku armanca wan ew e ku ji sedî 40 namzetên jin bişînin meclisê û wiha dewam kir: “Em ê rêjeyeke zêde ya jinan bişînin meclisê. Dema em li Tifaqa Cûmhûr, Tifaqa Milet û partiyên din dinêrin, ji 600 parlamenteran 100 jin in û gelek ji wan jî ji cihên ku nayên hilbijartin hatine nîşandan. Em partiyeke ku bawerî bi nûnertiya wekhev tînin in. Em pergala hevserokatiyê weke ‘xeta mor’ dibînin û di vê mijarê de tu tawîzan nadin.”

Wisa hêsan maf nehatin dayîn

Di dewamê de Hacaloglû destnîşan kir ku li dijî polîtîkayên dijminatiya jinan bi awayekî xurt xwe ji hilbijartinê re amade dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev ne tesadûfek e ku wisa be. Ji ber ku hêmana bingehîn a polîtîkayên me jin in. Jin her tim li partiya me xwediyê maf in û di ev qad bi têkoşînên mezin hate qezenckirin. Dema em li dîroka têkoşîna jinan dinêrin tu tişt bi tepsiyê nehatiye dayîn. Kirdebûna jinan a di nav jiyanê de ji bo têkoşîneke birêxistinkirî gelek girîng e.”

Destpêkeke nû

Hacaloglû, anî ziman ku hilbijartinên 14’ê Gulanê weke destpêka pêvajoyeke nû dibînin û wiha pê de çû: “Di sedsala nû ya piştî 2023’yan de jin wê di diyarkirina xeta nû ya pêvajoya komarê de roleke mezin bilîzin. Hikumeteke ku dixwaze hemû destkeftiyên jinan têk bibe heye. Em dixwazin van destketiyan bi pêş ve bibin. Dema em vê yekê dikin em bi sazî û rêxistinên jinan, saziyên sivîl ên civakî re tên cem hev û van xebatan bi hev re dimeşînin.”

Di têkoşînê de xetekee nû

Hacaloglû bi lêv kir ku divê li dijî tundiya li dijî jinan xeteke nû ya têkoşînê were avakirin û ev tişt anî ziman: “Em difikirin ku li meclisê pêvajoyeke demokrasiyeke xurt, wekhevîparêz û azadîparêz girîng e. Di vê wateyê de têkoşîna jinan a rêxistinbûyî gelekî girîng e. Jin wê vê sedsalê biguherînin. Li Îranê, li Afxanistanê, li gelek deverên cîhanê li dijî pergala serdestiya zilam serhildanek heye ku dibêje ’em serî natewînin’. Ji ber vê yekê, li aliyê din em ê di polîtîkaya xwe ya derve de bi jinan re di nava ahengiyê de bibin yek û pêvajoyên tevgeriyanê baştir bikin.”

Wezareta jinan pêwîst e

Hacaloglû, diyar kir ku jin li cîhanê û li Tirkiyeyê rastî tundî, cihekarî û kedxwariyê tên û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em di hemû qadên jiyanê de dibêjin ‘jin û mêr wekhev in û divê azad bibin’. Lê belê di pratîkê de em dibînin ku bandorê li jiyana me nake. Di vê mijarê de pirsgirêkên cidî hene. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan divê bi lezgînî Wezareta Jinan bê avakirin. Pirsgirêka jinan ne meseleyeke ku bi hiştina ji mêr re bê çareserkirin e. Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê divê jin karibin înîsiyatîfê bigirin û çareseriyê hilberînin. Profîleke me ya namzetan a rengîn heye. Elewî, sunî, mutedeyyîn, akademîsyenên ji bo aştiyê, femînîst di lîsteyê de cih digirin. Em bi hev re pir rengîn û bi keyf in. Bi jinan re em ê di rêveberiyên herêmî de bi nêrîna ekolojîk û jinan em ê meclisekê ava bikin. Bi jinan re em ê aştiyeke birûmet û perspektîfa demokratîk, wekhev û azadîparêz ku em jê re dibêjin ‘riya sêyemîn’ ava bikin.”