Şerê dijwar li Sûdanê ev 3 roj in dewam dike. Şer şemiya borî di navbera alîgirên fermandarê hêzên çekdarî Ebulfetah El Bûrhan û cîgirê wî û fermandarê Hêzên Piştevaniya Lezgîn Mihemed Hemdan Deqlo ku bi Himêdetî tê nasîn de, dest pê kiribû.
Li gorî daxuyaniya komîteya navendî ya bijîşkên Sûdanê, ji ber şer herî kêm 97 welatî hatine kuştin, 365 welatî jî birîndar bûne.