21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Sûriyeyê berpirsekî DAIŞ’ê hate kuştin

Artêşa Amerîkayê vê sibehê kuştina berpirsek mezin ê çeteyên DAIŞ’ê li Sûriyeyê ragihand û diyar kir ku serçeteyê ku hatiye kuştin, berpirsê plankirina operasyon û êrîşên li Rojhilata Navîn û Ewropayê bû

Berdevkê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê Joe Buccîno ji CNN’ê re ragihand ku di danê sibehê de, di encama êrîşek Hêzên Operasyonên Taybet ên Amerîkayê ya li bakurê rojavayê Sûriyeyê de, berpirsek payebilind ê çeteyê DAIŞ’ê hate kuştin.

Her wiha diyar kir ku tê texmînkirin serçeteyê ku hatî kuştin, berpirsê plandanîna operasyon û êrîşên li Rojhilata Navîn û Ewropayê bû.

Joe Buccîno herî dawî destnîşan kir ku di heman êrîşê de 2 çeteyên din jî hatin kuştin û wiha got: “Operasyonên dijî DAIŞ’ê tên kirin ji bo aramî û ewlehiya herêmê giringin. Hewldanên ji bo girtin û tunekirina terorîstên DAIŞ’ê yên li Sûriyeyê, dê berdewam bin.”