spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Îranê 155 kargeh hatin girtin

Berdevkê FARAJA’yê ragihand ku di çarçoveya sepana ku wek “plana dijî derketina bi nekaranîna hicabê” bi nav dike de, ji 532 karsazan re peyama hişyariyê hatiye şandin.

Berdevkê Fermandehiya Întizamî ya Komara Islamî ya Îranê (FARAJA) duh ragihand ku di çarçoveya sepana ku wek “plana dijî derketina bi nekaranîna hicabê” tê binavkirin de, 532 karsaz hatiye şopandin û ji wan 137 dikan, 18 xwaringeh û baxçeyên çayê hatine mohrkirin.

Berdevk di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di nava 24 saetên dawî de ji sendika û karsazên girêdayî wan re di çarçoveya pêkanîna rêbaza ‘civakî’ û sererastkirinan de 3 hezar û 500 peyamên kurt hatine rêkirin û wiha hat gotin: “Li 532 karsazan kontrolkirina cil û bergên karmendan a li gorî qanûnê hat kirin. Hevpîşeyên me bi hinceta ku guh nedane îhbarên berê hatine kirin, 137 dikan, 18 xwaringeh û baxçeyên çayê mohrkirin û doz vekirin.”

Her wiha di daxuyaniyê de destnîşan kirin ku der barê kesên li ser rê û cihên ji giştî re vekirî rêbaza “hicabeya ferzkirî” pêk neanî de lêpirsîna edlî hat destpêkirin.

Ji kesên wesayît bi kar tînin re peyam hat şandin

Li welat ji xwediyên wesayîtan re jî peyamên hişyariyê hatin şandin. Hat ragihandin ku ji sedî 84 kesên ku ajotinê dikin rêbaza “hicabeya ferzkirî’ tevdigerin û ji bo kesên ku tevnegerin jî ger cara duyemîn bê dubarekirin biryara desteserkirina wesayîta wan heye. Hate diyarkirin ku li Îranê bi taybet di rojên dawî de kontrol zêde bûne jî, tê gotin ku jin tevî van kontrolkirina jî rêbazan jî şermezar dikin.