8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Partiya Çepên Kesk wê ji Antalya du nûneran bişîne meclîsê

Agîd Yazar
Agîd Yazar
Di sala 1973'yan de li gundê Banqîrê bi ser navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bûye. Di sala 1997'an de li Mêrsînê di rojnameya Azadiya Welat de dest bi rojnamegeriya kurdî kiriye. Rojekê di xewna xwe de dibîne, di nava kevne-bajarekî dêrîn de, axa kendalekî dikole. Her ku axa kendêl vedixepirîne, qelemên her yek bi rengekî cûda, bi dest wî ve tê. Ew dem û ev çax, miqîm di nava kar û barên nivîs, lêkolînerî û geştiyariyê de ye, ne kêm ne zêde.

Li Antalya geşbûna moral a xebatên hilbijartinê, di asta herî rajor de dest pê kir. Motîvasyona Partiya Çepên Kesk ew e du nûneran bişîne meclîsê. Kurd li Antalyayê xwe bi lîrelîr û bi gurmegurm ji 14’ê gulanê re amade dikin. 

Ji min re bûye gir û xuy, gava ez qala tiştekî dikim divê ilim ez xwe berdim nava dil û hinavê wê mijarê. Heke ez vê zagona zir-aydê xwe pêk neynim, girê min naşkê. Bêxwedîmayên mijaran jî, nola pelên pîvazê ne; tu pelekî radike, yekî din xwe dide pişt (ji bo rûsan matrûşka, ji bo kurdan jî pîvaz. Heke ez kurdên zaza tev li mijara pîvazê bikim, jixwe dor nayê li ser mijara esasî:)

De ni min got: Divê ez vegerim serkana mijarê. Ciwanik û ciwanmêrno! Madem min ji Antalya dest bi çavdêriya xwe ya hilbijartinê kir, werin em bi kurtasî vegerin du hezar û 700 sal beriya niha. Ka binerin bê wî zemanî li vê herêmê, çiqas pergaleke pêşketî hebûye. Ez hez dikim ku pergala Likyayiyên du hezar û 700 sal berê, rûberî pergala dema me ya niha bikim. Ka em bi hev re lêbinerin bê mirovahî çiqas ber bi paşve çûye.

Dîroka meclîsa li Antalyayê

Ji  navçeya Fethiye ya Mûglayê bigire, heta sînorê Denizlî-Bûrdûrê û ji wir xwe berdide ser bajarê Antalyayê. Di nava dirêjahiya kevaneke bi qasî 550 km de, şaristaniyeke bi navê Likya hebû. Pênc heb serbajarê vê dewletê hebû: Olîmpos, Miyra, Patara, Xanthos, Tlos û Pinara. Meclîsa dewletê li serbajar Pinara bû. Ev meclîs bi kevirê spî yên mermer hatiye avakirin û hîn jî li ser piyan e. Tê gotin di cîhanê de ev meclîsa yekemin e ku hatiye avakirin. Ji van her pênc serbajaran her yek ji wan sê heb nûner dibijartin û dişandin meclîsê. Wekî din, bîst û sê heb navçeyên van her pênc serbajaran hebû û her yek ji wan du heb nûner dişandin meclîsê. Gundê van navçeyan jî, her yekê nûnerek dişandin meclîsê. Ji bo gundokan jî, sê heb gundok dihatin ba hev û wan jî nunerekî xwe dişandin meclîsê. Hilbijartin jî, her sal pêk dihat. Yek ji pîvanên meclîsê ev bû ku jin jî dikaribûn bihatana hilbijartin. Lê leşker bi tu awayî nedihatin hilbijartin. Erka leşkeran ew bû ku gel û meclîsa welêt biparasta.

Hezar fitne derxistin

Niha li ser vê axê şaristaniyeke ji civaka Likyayê tune. Vêga gelê tirk ê demeke nêz ji Asya Navîn hatine, li ser vê axê dijîn hene. Her wiha gelê kurd ê ji dewr û zemanan vir ve cîranê şaristaniya likayiyan bû, li ser vê axê dijîn. Lê rêveberî bi giştî di destê tirkan de ye.

Lê binerin piştî Likyayê hezar û 700 sal şûnde, hişmendiya tirkîtiyê xwedî pergaleke çawa ye: Ji bo gelê kurd bi reng û dengê xwe nekevin meclîsê, hezar fitne û fesadiyan dikin daku kurd namzetên xwe neşînin meclîsê.

Wey efendim tuyî ku tu namzetên xwe li ser navê xwe, ango li ser navê kurdan hildibijêrî! Bi lêdan, zîndankirin û sergumkirin bi ser gelê kurd de tên. Gava ligel hemû pêktûyan kurd nûnerên xwe hildibijêrin jî, vêca wan dikujin. Belê, belê. wan dikujin!

Serkeftinê qebûl nekir

Di hilbijartina 7’ê Hezîran 2015’an de, li gel hemû zilm û zordariyan, kurdan 81 nûnerên xwe şandin meclîsê. Turkiye li nav guhê hev ket; qir û qiyamet rakirin. Çi ye, ne çi ye: li gel hemû pêkutiyan, kurdan serkeftineke mezin bi dest xistiye. Dewleta bi destê AKP’ê dihat birêvebirin, ev serkeftina kurdan beravêtî kir û biryara hilbijartina pêşwext wergirt. Lênerîn di hilbijartina pêşwext de jî, kurd ji a xwe nayên xwarê. Êdî dest bi fêhlên xwe yên herî zêde jê re jêhatîbûn, kirin; Kuştin! Pêşî li Pîrsûsê û di piştre jî li Amedê, gurmînî bi bombeyan xistin. Bêlome be! Bedenên bi dehan ciwanên nûhatî, ber bi ezmanan ve firiyan.

Kurdan lê nerin wiha nabe. Rabûn çiqas porsipî, rûsipî û kesên xwe yên bîrbir hebûn, şandin paytext Enqereyê. Xwestin bibêjin, “em di dexlê wede ne, werin em avekê li vî arî bikin”  Wey ev tu yî, tew tu aştiyê dixwazî! Vêca di nava wan de bombe teqand. Zêdeyî sed kesê din ji wan qetil kirin.

Hilbijartin li ber derî ye!

Bombe, di nava koma ji Alanya/Antalya çûbû de teqandibûn. Heft cenazê pirtpirtikîbûyî bi ser me kurdên li Alanya dijiyan de şandin. Tevdekên wan xizm, nas û dostên me bûn. Yek ji wan Tofîq bû, Hesen, Filîz, Sewîm, Bedriye, Niyaz û Korkmaz bû. Bi dehan car em li ser yek sofreyê rûniştibûn. Em kurdên li Alanyayê dijiyan yên mayî, me ev mirovên henûn û aştîxwaz yek bi yek bedenên wan ên parçebûyî, bi destikên xwe spartin axa sar. Eger dar û ber bibin qelem û derya vî bajarî bibe hibir, dîsa jî têra zarezar û qîrîna hevjîn, zarok, nas û dostên wan nedikir.

Hingê, parlementerê HDP’ê yê Antalya Sarûhan Olûç, li ser goristana Alanya di dîafonê de wiha diqîriya: “Çi gava du heb kurd tên gel hev, bi dehan polîs wan dorpêç dikin. Niza’m ev çi hikmet bû ku li Gara Enqerê, bi deh hezaran kurd hatibûn gel hev lê yek polîs bi tenê li naverastê nedixwuyabûn.”

Niha dîsa hilbijartineke din, mirûzê xwe tirş kiriye û hatiye li ber devê derî sekiniye. Li Antalyayê, li vî bajarê ku di cîhanê de meclîsa pêşîn lê hatiye avakirin, dîsa parlementerê berê Sarûhan Olûç, namzet e. Û dilê kurdan dîsa nola çûka li ser hej wanî diricife. Hem bi kelecan, hem jî bi fikar in.

Amadekariyên hilbijartinê

Bajarê Antalyayê bi nozde navçe û bi 914 gundên xwe wê biçin ser sindoqên hilbijartinê. Di hilbijartina îsal a 14’ê Gulana 2023’yan de wê milyonek û 700 hezar hilbijêr ji bajarê Antalya dengê xwe bi kar bîne û wê hevdeh nûneran bişîne meclîsê. Partiya Çepên Kesk jî bi hevdeh heb namzetên xwe tev li hilbijartinê dibe. Namzetên Partiya Çepên Kesk ev in: 1 Hakki Sarûhan Olûç, 2 Canan Çalağan, 3 Muhsin Taşar, 4 Zohre Tedik, 5 Erbakan Tag, 6 Hulya Hasbay, 7 Selamî Ozyaşar,  8 Nîgar Dûrmûş, 9 Firat Eren, 10 Nerîman Bakir, 11 Hasan Dogan, 12 Hulya Aktaş, 13 Eyup Ûşma, 14 Kamîl Yilmaz, 15 Mahîr Dogan, 16 Nefîse Ogûz, 17 Serdar Koşkeroglu.

Di hilbijartina berê de, HDP’ê nûnerek (Kemal Bulbul) ji Antalya derxistibû. Di hilbijartina îsal de, Partiya Çepên Kesk çavê xwe berdaye du heb nûneran. Partiya Çepên Kesk, bi xwe bawer e ku du heb parlementer ji Antalya derxîne û bişîne meclîsê. Li Antalya, ev potansiyela Partiya Çepên Kesk heye. Her çiqas astengiyên mezin hebin jî, hibijêrên kurd bi ezmûna xwe ya serê salan, gelekî jîr û serwext in.

Hedef mezin e

Lê li Antalyayê partiya TİP’ê jî namzetê xwe nîşan daye. Û ev yek xetereyekê bi xwe re tîne. Lewra partiya TÎP’ê hem di bin banê Partiya Çepên Kesk de dikeve hilbijartinê û hem li heman herêmê namzetê xwe nîşan daye. Heke ev rewşa hanê baş bi gel nede fêmkirin, dibe ku partiya TİP’ê bibe sersebebê tevlihevî û windakirina gelek dengan.

Di çardehê meha nîsanê de Partiya Çepên Kesk mitîngek li dar xist. Hevserokê HDP’ê Mîtihat Sancar tev li mitîngê bû û bi nasandina namzetên Antalyayê, dest bi xebata xwe ya hilbijartinê kir.