spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nûçeyên çand û hunerî sûc hatine nîşandan

Di îdianameya rojnamevana girtî Neşe Toprak de ku pêşkêşvaniya bernameya Sanata Bakiş (Nêrîna Hunerê) dikir cih dane çalakî û şahiyên çand û hunerê û hemû wek “delîlê sûc” hatine nîşandan.

Neşe Toprak ji ber bernameya Sanata Bakiş (Nêrîna Hunerê) çêdikir ew jî di nav de 16 rojnamevanên kurd di 16’ê hezîrana 2022’yan de li Amedê hatibû girtin. Toprak li Girtîgeha Jinan a Amedê girtî ye. Îdianameya derbarê 14 jê girtî 17 rojnamevanan de hat amadekirin û dê danişîna ewil a dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. Îdianame bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat amadekirin. Di îdianameyê agahî û nûçeyên ku Toprak di bernameya “Sanata Bakiş” de pêşkêş kiriye, bûne mijara tawanbariyê.

Ji ber ku Toprak di bernameya bo Medya Haberê de çêdikir kîjan stran û çalakiyek hunerî ji bo 8’ê Adarê pêşkêş kiribe wek sûc hatine nîşandan. Nûçeyên çand û hunerî yên 8’ê Adarê kirine sûc û xistine stûyê Toprak.

Stran, biyografî, pirtûk, şahî kirine sûc

Ji ber ku Toprak di bernameyê de cih daye helbesta Ferhad Merdê, pirtûka “Dema Dirîreşkan” a Mûrat Turk, strana “Vejîn” a ku gotin û muzîka wê aydî Hekîm Sefkan e, jiyana Delîla, şahiya ji bo bîranîna 7 ciwanên şoreşger ên li Kobanê canê xwe ji dest dane, roja îmze û gotûbêjê ya nivîskar Firat Can, hejmara Newaya Jin, jiyana stranbêjê navdar Mihemed Şêxo, xebatên dengbêjiyê yên dengbêjê ciwan Rêber, ev hemû wek hêmanên sûc hatine nîşandan.

Di îdianameyê de tê îdiakirin ku naveroka hemû bernameyan “bi fermana rêxistinê” hatiye amadekirin  û bi vî awayî tê îdiakirin ku “propaganda rêxistinê” kiriye. Her wiha di îdianemyê de hat xwestin ku Toprak bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” were cezakirin.

Beyanên şahidê veşarî “CV23TY45UP78″ ku di heman demê de şahidê veşarî yê doza betalkirina alîkariya xezîneyê ya HDP’ê ye jî, di îdianameyê hatin bicihkirin û wek “delîl” hatine nîşandan. Ev şahidê veşarî “CV23TY45UP78” diyar kiriye ku Toprak di şirketên produksiyonê de dixebite.