21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêxistinên hiqûqê ji bo hesap pirsînê gilî kirin

Rêxistinên hiqûqê yên Îzmîrê der barê tundiya li parêzeran hatibû kirin de daxuyanî dan, rêvebera Şaxa ÇHD’a Îzmîrê Beste Salman axivî û wiha got: “Ji bo ku hesaba vê bêperwatî û zilmê bipirsin, me gilî kir”

Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Îzmîrê û Koma Îzmîrê ya Hiqûqnasan, têkildarî êrişa leşkeran a li navçeya Samandag a Hatayê li parêzeran hatiye kirin, daxuyanî dan. Daxuyanî li avahiya ÇHD’ê hate dayîn û rêvebera Şaxa ÇHD’a Îzmîrê Beste Salman axivî.

Salman, diyar kir ku xebatên rakirina kavilan zirareke mezin dide xelkê herêmê û wiha got: “Xelk, bi girtina nobetên jiyanê bertekên xwe nîşan didin û hewl didin xwe bigihînin rayedaran. Lê belê cendirme û hêzên ewlekariyê li dijî van daxwazên mexdûrên erdhejê pir bi dijwarî êriş dikin. Rêxistinên me ku ji roja damezirandinê heta niha her tim li gel daxwazên rewa yên gel bûn, di nobetên jiyanê de jî nîşan dan ku li dijî êrişan bi gel re ne.”

Rastî îşkenceyeke giran hat

Bi domdarî Salman got ku hevalên wan ên parêzer ku ji bo miwekîlên xwe yên di Nobeta Jiyanê de li ketina gundê Yeşîlkoy ê Samandagê hatin binçavkirin çûn herêmê, rastî êrişê hatine û wiha pê de çû: “Ji ber ku parêzer Aytekîn Aktaş peywira xwe bi cih di anî, rastî îşkenceyeke giran a 10-15 cendirmeyan hat. Ji miwekîlê xwe yê di wesayîta binçavkirinê de dûr hate xistin, birin devereka bêkes û heta tevahiya cilên wî diriyayîn jî lê hatiye xistin. OHAL a li herêmê weke hincet hatiye nîşandan û gefa mirinê lê hatiye xwarin. Her wiha destên wî ji pişt ve hatin kelemçekirin û heta demekî dirêj jî hatiye îşkencekirin. Piştre jî beriya ku kirariyek were kirin, hatiye berdan. Bi berdanê re hewl da navên îşkencekaran binivîse û plakayên wesayîtan qeyd bike. Li ser vê yekê cara duyemîn rastî îşkenceya komî hatiye.”

‘Em neçûn, li vir in’

Salman, axaftina xwe wiha qedand: “Em van êrişên li dijî parêzeran qebûl nakin. Di şexsê wî hevalê me de ev îşkence li hiqûq, pîşeya parêzertiyê û mafê jiyanê hatiye kirin. Ji bo ku hesaba vê bêperwatî û zilmê bipirsin, me gilî kir. Em ê hesabê ji îşkencekaran bipirsin. Weke ku gelê Nobeta Jiyanê digire dibêje; ‘Narihna nehna hun’ ango em neçûn, li vir in.”