spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Demildest mudaxeleyî girtîgehan bikin’

Li girtîgeha Sîncanê 68 girtiyên jin ên ku ji CPT’yê re name şandin gotin, “Demildest mudaxeleyî kiryaran li girtîgehan bikin, mirinên li girtîgehan pêk tê rawestînin.”

68 girtiyên jin ên siyasî yên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê ji Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) re name şandin û bal kişandin ser mirina bi guman a li girtîgehan û zêdebûna rêjeya girtiyên ku cezayên giran ên heta hetayê digirin.

Di nameyê de mirina Abdullah Oran (63) ku 2 sal li Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê girtî bû û di 19’ê Adarê de jiyana xwe ji dest da, hat bibîranîn. Di nameyê de hat diyar kirin ku mirina Oran weke “qrîza dil” hatiye qeydkirin û hate gotin ku mirina girtiyên hatine qetilkirin jî weke “nexweş e, întihar kiriye” hatiye qeydkirin.

Bi bêdengî mirinên biguman zêde dibin

Di nameyê de hat destnîşankirin ku rojeva erdhej û hilbijartinê êşkenceyên sîstematîk ji rojevê derxistiye û wiha hat gotin: “Em weke 68 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê ya Enqereyê, ji ber vê rewşa li girtîgehan û bi taybet ji bo girtiyên di hucreyê de bi fikar in. Berpirsiyarê her mirina ku di girtîgehê de tê jiyîn, dewlet bi xwe ye. Lê ji vê rewşê wêdetir, zêdebûna mirinan a sîstematîk nîşana wê yekê ye ku ev rewş wekî “polîtîkaya îdamê” tê meşandin. Ger li dijî vê rewşê bêdengî dewam bike, dê mirinên biguman bi demê re belav bibe û di serî de hevrêyên me yên di hucreyê de, wê çarenûsa me diyar nebe.

Divê CPT li dijî tundiyê hêza xwe bikar bîne

Em bang li CPT’yê dikin. Em daxwaz dikin ku li hemberî mirinan bikevin nava tevgerê û mudaxale bikin. Di zûtirîn dem de mudaxeleyî kiryaran li girtîgehan bikin û rewşa hucreyên ku bi awayekî sîstematîk vedigerin cihên êşkenceyê bi raya giştî re parve bikin. Ji bo rawestandina van polîtîkayan hêza xwe bikar bînin.”

Nameya 68 girtiyên jin bi Tirkî û Îngilîzî ji CPT’yê re hate şandin.