27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Eren: Axaftinên Soylû sûc in

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, anî ziman ku axaftinên Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû yên parêzer hedef girtin sûc in.

Wezîrê Karên Hundir Soylû, di aktivîteyeke ku tev lê bû de parêzer hedef girtin û wiha got: “Kengî parêzerên PKK’ê bên girtin wê demê dê li Tirkiyeyê tiştekî weke PKK nemine. Armanc ew in. Ev qas zelal e.”

Ji Ajansa Mezopotamyayê Cengîz Ozbasar bi serokê baroya Amedê re axivî. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, diyar kir ku bi hedef girtina parêzeran û rêxistinên pîşeyî yên hiqûqê Soylû sûc kiriye.

‘Axaftin ji ber kerbê ye’ 

Eren, anî ziman ku gef û hedefnîşandanên Suleyman Soylû yên li dijî baroyan û parêzeran ne cara ewil in û bi bîr xist ku di sala 2019’an de jî Soylû axaftinên ku baroyan krîmînalîze bike û hedef nîşan bide kiribûn. Eren, da zanîn ku parêzer ji ber “Qanûna Parêzeriyê” neçar in mafên mirovan biparêzin û wiha got: “Ji ber vê yekê em li dijî binpêkirinên mafên mirovan ên dewletê raporan amade dikin û parve dikin û pêvajoyên hiqûqî dişopînin. Mixabin ev xebatên me kesên dewletê bi rê ve dibin aciz dikin. Ev acizbûn jî li dijî kesên van xebatan dimeşînin vediguhere kerbê. Di bingeha axaftinên Soylû de jî ev heye.”

Eren, da zanîn ku axaftin gefa lêpirsînê jî di nava xwe de dihewîne û wiha dewam kir: “Axaftineke ku bandorê li darazê û meqamên lêpirsînê jî bike ye. Ne pêkane ku em axaftinên bi vî şiklî qebûl bikin û ji van axaftinan re bê deng bimînin. Amed, baroyên herêmê û gelek baroyên li Tirkiyeyê li dijî van axaftinên nerast bi awayekî zelal û hişk berteka xwe nîşan da.”

Axaftin bandorê li darazê dike

Eren, bi lêv kir ku Soylû bi axaftinên xwe yên razber ji cidiyeta rêveberina dewletê dûr ketiye û wiha got: “Bi taybetî ji bo kesên bi rê ve dibin an jî di nav rêveberiyê de cih digirin axaftinên bi vî şiklî nayên qebûlkirin. Bêyî ku biryareke dadgehê hebe hûn parêzeran bi endamtiya rêxistinê sûcdar dikin. Naveroka vê axaftinê ev e. Ji ber vê yekê ne pêkane em qebûl bikin û bandorê li meqamên darazê dike.”

Eren, bal kişand ku beriya operasyonên binçavkirinê yên li Tirkiyeyê bi operasyonên hatine destpêkirin hişê rayagiştî tev li hev dikin û bi bîr xist ku di operasyona 25’ê nîsanê ku navenda wê Amed bû de 25 parêzer di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Eren axaftina xwe wiha domand: “Di operasyonê de dîsa Wezîrê Karên Hundir bi dîmenên operasyonê pîşeya parêzeriyê krîmînalîze kir. Divê siyasetmedar ji axaftinên wiha bandorê li darazê dikin dûr bikevin. Divê darazeke serbixwe jî bi van axaftinan lêpirsînekê nede destpêkirin.”

Aciziya desthilatê

Eren, destnîşan kir ku xebatên hiqûqê yên ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê hatin amadekirin her serdemê desthilat aciz kirine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Esas divê bi van xebatan ji bo binpêkirin neyên dubarekirin bergirî bên girtin. Lê ne kesên sûckirî kesên tînin rojevê mixabin hedef tên girtin. Ev yek ji atmosfera siyasî ya li welêt û polîtîkaya çareseriyê ya hikumetê ya bi armanca çareseriya pirsgirêkên civakî derdikeve holê. Em van pirsgirêkan di kîjan serdemê de dijîn? Em bi dewlet an jî hikumetên ku ji çareseriya pirsgirêka kurd dûr dikevin re li ser esasên aştiyane û demokratîk dijîn, pirsgirêkê weke pirsgirêkeke bi temamî ya ewlekariyê dibînin û berê xwe didin polîtîkayên alîgirê ewlekariyê. Bi vî rengî yên binpêkirina mafan tînin rojevê, ji aliyê hikumetan ve dibin hedef.”