28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêwingî, hêviya ji xemgîniya dawî

Di berhema Rêwingî de hêvî û xemgîniyê di mejî de zindî dike; “Hingê ez li berxwe dikevim. Ka min çima rewşa malbata wî jî nepirsiye. Belkî careke din. Ez ê jê bipirsim ka dayik, xwişk û birayên xwe dîtiye yan na.”

Geralê dema dikira biçûya dibistanê û bavê wî hat qetilkirin, zarokên bê kefen, çavên dixwazin bi şopa çîrokeke xortekî qemer ê kurd vebe di berhema nivîskarê girtî Mahmut Yamalak a bi navê Rêwingî de wekî şerîda fîlmekî ji ber çavên mirov derbas dibin.

Ev benda di romanê de derbas dibe jî diyar e wê ji bo demeke dirêj di mejî de bimîne;”Wî jî hêlîn û gundê xwe wiha ewledar hesibandibû. Nexwe ji çûkê jî safiktir bûye; qene çûkê hêlîna xwe li kepiyekî dûr çêkiriye. Gundê wan xan û malên serobero li hemberî paletên tankan balafir û helîkopteran tew bi qasî hêlînê jî nikaribû li berxwe bida. Geral jî di wê hêlînê de hêka dîlmayî bû.”

Armanc û rêbaz

Mirov di her kêliya jiyanê de rêbazên xwe li gor armanca xwe aşkera dikin. Ger ne wiha be wekî dengekî li dîwarê sar vegere hêviya mirovan jî wê stûşikestî bimîne. Di berhema Rêwingî de armanca hinek lehengan dikaribû hîn aşkera bihata ziman. Bi vê re wê hevsengiya armanc û rêbazê jî baştir bihata honandin.

Nêzîkatiya felsefîk

Ji bo honandineke baştir nêzîkatiya felsefîk jî lazim e. Her wiha ji bo pira di navbera zîrekiya hestî û analîtik de hilneweşe dîsa divê li vir nêzîkatiya felsefîk têkeve meriyetê. Ev nêzîkatî dema di jiyan û berhemên mirovan de ne berbiçav be wê demê dibe mîna îlhama ku  ji helbestekê rûyê xwe guherandibe. Ez nikarim bêjim nêzîkatiya felsefîk di vê berhemê de qels bû lê belê têra xwe ne xurt bû jî.

Zarokên bê kefen

Desthilatdaran her tim xwestine mîna dendika jarê zirareke mezin bidin gelê kurd. Loma jî di berhemên nivîskarên kurd de her tim cih ji mînakên vê yekê piştrast dikin re hatiye veqetandin. Dema mirov dibe şahidên gelek mînakan jî lê wiha tê ku heta qorikê bilerize. Bi van gotinên di berhema “Rêwingî” de rûyê tarî yê desthilatdarên her tim xwestine mala kurdan li mîratê bigerînin dîsa derdikeve holê;”Dê û bav bê zarok mane. Zarok bê kefen çûne bin axê.” Her wiha van herdu hevokan;”Dike nake ji bîrê naçe ku bîskek berê parçeyek ji bedena zarokekê ji bin axê pengizîbû hembêza wî. Siya ava kendêl dadikeve xwarê, li ber çavên wî dibin pêyekî biçûk ê di bin axê de riziyayî.”

Di berhemekê de hinek xalên bingehîn bandoreke mezin li ser rih, derûnî, tevger û binhişiya xwendekaran dike. Di vê berhemê de jî gelek hevokên bi bandor û rastiya jiyana me rave dikirin hebûn.

Derxistina pêş a empatiyê

Ji bo hinek kodên dibe sedema avakirina qalibên civakî ji holê bên rakirin empatî têgeheke girîng e. Empatî dibe sedema nîşandayina rêyeke zelal, çareserkirina pirsgirêkan, famkirina mirovan û her wekî din. Empatî hestekî mirovî ye û dibe sedema avakirina bingeha parastina mafên mirovatiyê jî. Loma jî derxistina pêş a empatiyê ya di berheman de gelekî girîng e. Di berhema Rêwingî de dikaribû li ser mijara derxistina pêş a empatiyê jî bihata sekinandin. Dibe tê de hebe jî lê bi qasî ku bandoreke mezin li ser min bike yan jî baş hîs bikim nebû.

Aqilê mêr

Em di heman demê de di vê berhemê de şerê desthilatdariyê û kapîtalîzmê yê li dijî gelê kurd dibînin. Her wiha êrîşa ku yek ji berhemên aqilê mêr e. Aqilê ji dirûşma zanîna jiyanê, îdeolojiya wekhevî û edaletê dûr. Ev aqil îradeya hevpar jî red dike. Dixwaze tenê tirs û xofê di dilê jin û civakê de ava bike. Xwe li ser pevçûn û nakokiyan xwedî dike. Dixwaze teşeyên hêviya civakê li ser piyan dihêle, ji holê rake. Zimanê xwebûnê asteng dike

Hişê civakî

Ji bo sekneke mayînde parastina hişê civakî jêneger e. Loma jî êrîşên li ser hişê civakî û hewldana dûrxistina ji ser axa xwe bi destên desthilatdaran dewam kiriye. Ji bo polîtîkayên bişavtinê û êrîşên li dijî şaristaniya kurdan serkeftî derbas bibin, dijminê gelê kurd her tim serî li van rê û rêbazana dane. Em şopên vê yekê di vê berhemê de jî dibînin.

Hunerên edebî

Yek ji taybetmendiyên berhemên tên xwendin ew e ku berpirsiyariyên mirov di hiş de hem zelal hem jî zindî bibe. Di hinek cihên berhema Rêwingî de ev berpirsiyarî tê hîskirin. Ev hêz û baweriyê dide. Her wiha em hunerên edebî yên di berheman de derdikevin pêş jî ji bîr nekin. Ev qîmeteke cuda li berhemê bar dike. Di hinek cihên berhema Rêwingî de hunerên edebî baş hatine bikaranîn. Ev jî xeyalên xwendekar pêş dixe û hestên afirîneriyê geş dike.

Rêwingî, hêviya ji xemgîniya dawî

Şert û merc çi dibe bila bibe her tim hêviyeke bi xemgîniyekê re dikeve dilê mirov heye.

Ev hêvî û xemgînî jî gelek carî mirov dike xwedî tecrube û xurt dike. Bi van çar hevokên li ser rûpela dawî ya Rêwingî hêvî û xemgîniyê di mejî de zindî dike;”Hingê ez li berxwe dikevim. Ka min çima rewşa malbata wî jî nepirsiye. Belkî careke din. Ez ê jê bipirsim ka dayik, xwişk û birayên xwe dîtiye yan na.”