17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Eren Keskîn: Ser delîlan tê girtin

Girtiya bi navê Garîbe Gezer a ku li Girtîgeha Tîpa F’yê ya Kandirayê rastî destdirêjî, îşkenceyê hatî, di 9’ê kanûnê de bi awayekî bigûman jiyana xwe ji dest dabû. Têkildarî mijarê Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn bi Ajansa Mezopotamyayê re axivî û diyar kir ku mirina Gezer encama binpêkirinên mafan û bêhiqûqiyê ye.

Eren Keskîn destnîşan kir ku hê nizanin Gezer întihar kiriye ya na û wiha got: “Întihar kiribe jî ji ber girtina bi tena serê xwe ya di hucreyê, kiryarên li dijî xwe întihar kiriye.”

Keskîn di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku di hevdîtina wê bi Gezer a dawî de, Gezer gelek bibiryar bû û ev tişt got: “Otopsiya Gezerê ya ku bêyî tevlibûna parêzeran hat kirin tê wateya ji ser delîlan tê girtin. Ev di salên 1990’i de jî em parêzer teqez di bûyerên biguman de diketin otopsiyan. Lê niha bi tu awayî parêzer nikarin bikevin otopsiyan û delîl ji me tên dizîn. Dema girtina cenazeyê Gezer jî heta polîsan êrîşî kesên li cenaze xwedî derketine jî  dan. Belkî Garîbe alîkarî jî xwestibe, lê vê yekê tu kes nizane. Ev hemû encamê bêhiqûqiyê ne.”

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku li girtîgehan gelek binpêkirinên mafan pêk tên û got ku weke Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) heta dawiyê bûyerê bişopînin.