2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Soylu hedef nîşan da, polîsan gelek kesan binçav kir

Wezîrê Karê Navxweyê yê Tirkiyeyê piştî ku li meclisê HDP’ê hedef nîşan da, polîsan vê sibehê dest bi binçavkirinan kirin. Li Şirnex, Cizîrê û Silopya gelek kes hatin binçavkirin.

Polîsan serê sibê li navçeya Cizîra Şirnexê bi ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîrê de girtin. Di rojên borî de Wezîrê Karê Navxwe yê Tirkiyeyê Suleyman Soylû di Lijneya Giştî ya Meclisê de HDP’ê hedef nîşan dabûn. Piştî vê hedef nîşandanê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê daye destpêkirin de polîsan bi ser avahiya navçeyê de girtin û lêgerîn heta saet 10.00’an berdewam kir.

Polîsan dema ku bi ser avahiya partiyê de girtin deriyên derve û hundir hemû şikandin û tiştên hundir hemû belav kirin. Li ser mase û kursiyan şopên lingan hebûn. Polîsan wêneyên hevserokên Meclisa Gel ên Cizîrê Mehmet Tûnç û Asya Yuksel ku dema qedexeyên derketina derve ya Cizîrê de hatibûn qetilkirin, Dayika Taybet (Taybet Înan) ku piştî li Silopiyayê hat kuştin cenazeyê wê 7 rojan li kolanê mabû, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar a di sala 2015’an de li Silopiyayê hatibûn qetilkirin û flamaya MEBYA-DER’ê bi kêran parçe parçe kirine û avêtine erdê. Polîsan di dema serdegirtinê de dest danîn ser hin materyalên dîjîtal, wêne, flama, rojnameyên Yenî Yaşam û Xwebûnê jî.

Polîsan, ligel avahiya HDP’ê bi awayekî hemwext li navenda Şirnex, navçeyên Cizîr û Silopiyayê jî bi ser gelek malan de girtin. Polîsan li Cizîrê hevserokê MEBYA-DER’a Şirnexê Serhat Kuçuk, rêveberên HDP’a Cizîrê Naîm Înedî û Botan Em, welatiyên bi navê Asya Arslan, Mele Kasim Yîgît, Alî Tûnç, Azîz Ûygûr, Zîndan Mûlû, Velî Ekren, Diyar Olmez binçav kirin. Li Silopiyayê jî polîsan Delîl Urek, Tuncay Înal û Nadîr Onûk binçav kirin. Hat hînbûn ku ji ber kesên lêgerîna wan heyî li malên xwe nebûn, li Şirnexê kes nehatine binçavkirin.

Hevseroka HDP’a Cizîrê Zîlan Ecevît bertek nîşanî terora polîsan da û wiha got: “Dema em hatin partiya xwe hemû deriyên me şikandibûn. Tevî ku deriyên me yên li hundirê avahiyê vekirî bûn jî ew şikandine. Hemû tiştên di avahiyê de hatine belavkirin. Wan amblem, wêneyên Taybet Înan, Asya Yuksel, Mehmet Tunç parçe kirine. Heta amblema HDP’ê jî çirandine. Em careke din li vir dijminatiya jinan dibînin.”