19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Eren: Nikarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de serokê giştî yê Sendîkaya Basin Îşê ya girêdayê DÎSK’ê Faruk Eren diyar kir ku hedefgirtina rojnamevanên kurd bi taybetî hamleyek li dijî hilbijartinê ye.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de duh li 21 bajaran bi awayekî hemwext bi ser gelek mal û kargehan de hate girtin û herî kêm 128 kes hatin binçavkirin.  Nerazîbûnên li dijî binçavkirinan berdewam dikin.

‘Hedefgirtina rojnamevanên kurd hamleya li dijî hilbijartinê ye’

Serokê Giştî yê Sendîkaya Basin Îşê ya girêdayî Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Faruk Eren diyar kir ku bi binçavkirinan ewlehiya hilbijartinê dixin talûkeyê û wiha got: “Ev rojnamevanên hatine binçavkirin atmosfera hilbijartinê ji raya giştî re radigihînin. Binçavkirina rojnamevanan êriş e. Em dîsa wek her carê di bin sepanên antî demokratîk û zextan de diçin hilbijartinê. Ev zext dikin ku fikarên me jî zêde bibin. Hedefgirtina rojnamevanên kurd bi taybetî hamleyek li dijî hilbijartinê ye. Operasyon vê yekê dide nîşandan. Di hilbijartinê berê de jî polîs û leşkeran li Kurdistanê zextan kiribûn û gelek bêrêbaziyan kiribûn. Niha li Amed û Enqereyê gelek rojnamevanên kurd girtî ne. Lê wê nikaribin Çapemeniya Azad bêdeng bikin. Çawa ku di salên 1990’î de nikaribûn Çapemeniya Azad bêdeng bikin, dê îro jî nikaribin. Em ê bi hev re ji bin van zextan derkevin. Zext wê bi ser nekevin. Bi binçavkirin û zextan dê nikaribin Çapemeniya Azad bêdeng bikin.”

‘Ev rojnamevan kî ne?’

Hevdîrektorê Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) Veysel Ok jî bal kişand ser binçavkirina rojnamevanan û wiha got: “Ne tenê rojnamevan, di heman demê de parêzerê rojnamevanan jî hatiye binçavkirin. Ev rojnamevan kî ne? Ew rojnamevanên ku li herêmên erdhejê agahî û nûçeyên rast çêkirin e. Ev rojnamevan ên ku binpêkirinên mafan dinivisînin. Her çiqas ev operasyon li dijî azadiya derbirînê be, ewqas jî li dijî ewlehiya hilbijartinê ye û ewlehiya hilbijartinê dixe xetereyê. Binpêkirinên cidî bi xwe re anî. Çimkî bi dehan parêzer hatine binçavkirin û ev parêzer hemû jî di hilbijartinê de wezîfedar in. Bi van binçavkirinan xwestin xebatên hilbijartinê yên siyasetmedaran asteng bikin. Tu ravekirnek vê operasyonê ya hiqûqî nîne. Van rojnamevan, hiqûqzan, hunermend û siyasetmedaran çi kiribe, her tişt li holê ye. Li ser navê ‘terorê’ sûcdarî tê kirin. Ev operasyona derûnî û armancên siyasî ye. Divê her kes li ber vê operasyonê rabe. Çimkî hilbijartin tê û ji bo siberoja Tirkiyeyê gelek girîng e. Divê hemû Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê û hemû baroyên li rojavayê Tirkiyeyê bertek nîşanî operasyonê bidin. Çimkî îro roj roja xwedî derketinê û piştevaniyê ye.”

‘Dixwazin kelemçeyan li sindoqan bixin’

Gerîngendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat jî binçavkirina wek “operasyona hilbijartinê” pênase kir û wiha got: “Dixwazin kurdan û muxalîfan bitirsînin. Îktidar ji xurtbûna Partiya Çepên Kesk ditirse û fikara têkçûnê bi wan re çêkiriye. Ev operasyon li dijî çareserkirina pirsgirêka kurd e. Divê ji bo xatirê çareseriyê û demokrasiyê li dijî van operasyonan bertek bê nîşandan. Wê ev operasyon nikaribe tesîra Partiya Çepên Kesk bişikîne. Ez wisa difikirim berovajî vê dê hin bêtir rê li ber nerazîbûnê veke. Wê di nava kurdan de bibe cihê hêrsê. Divê hemû aliyên di Tifaqa Millet de cih digire û baweriya wan bi demokrasiyê heye lazim e bertek nîşan bidin. Divê tenê ne Kiliçdaroglû lazim e hemû muxalefet bertek nîşan bide. Çimkî ji niha ve dixwazin kelemçeyan li sindoqan bixin. Lewma yên jidil kî hebin pêwîste helwesta xwe nîşanî binçavkirinan bide.”