5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ozturk: Di destê we de kelemçe, di destê me de berxwedan heye

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk di hevdîtina gel a Partiya Çepên Kesk de axivî û wiha got: “Di destê we de kelemçe, di destê me de berxwedan heye. Dê dawiya we jî mîna ya FETO’yiyan be.”

Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Amedê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Rezanê bi gel re hevdîtin pêk anî û bûroya hilbijartinê vekir. Namzetê parlamenteriyê yê bajar û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, namzeta bajêr Adalet Kaya, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Îmam Taşçier, Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek welatî tev li hevdîtinê bûn.

Nikarin pêşî li kurdan bigirin

Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan di vekirina buroya hilbijartinê de axivî û ev tişt anî ziman: “Me got em ê xwe bigihînin 2 milyon kesan û me xwe gihandê jî. Ji Colemêrgê heta Stenbolê xwedîderketineke mezin ji bo partiya me heye. Operasyoneke siyasî li dijî partiya me hate kirin lê çi bikin jî dê nikarin pêşî li ber têkoşîna gelê kurd bigirin. Dê di 14’ê gulanê de têk biçin lewma wiha dikin. Em li Amedê soza xwe dîsa dubare bikin; li Amedê em ê 12 parlamenteran û bi giştî jî herî kêm 100 parlamenteran derxînin. Çi dibe bila bibe em ê bi ser kevin.”

Di dema axaftina Ceylan de girseyê gelek caran dirûşma “Zext nikarin me têk bibin” berz kir.

Em ê tecrîdê têk bibin’

Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk Adalet Kaya jî bi bîr xist ku ji bo hilbijartineke demeke kin maye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êdî pergala zextker rojên xwe yên dawî dijî. Lewma hîn bêhtir êrişan dike. Hûn hêzê didin me. Di 14’ê gulanê de em jin dê dawî li vê pergala yekperest a faşîst bînin. Dê bi destê gelê kurd ê tu caran serî natewîne dawiya wan bînin. Ev pergala dijminatiyê li jinan dike dixwaze ku em weke xulamên mêran bijîn. Me ev yek tu carî qebûl nekir û dê qebûl nekin jî. Ji gotina me û têkoşîna azadiyê ditirsin. Lê em ê dev ji têkşîna xwe bernedin. Dê Ayşe Gokkan, Sebahat Tuncel, Gultan Kişanak û tevek azad bibin. Me li her deverê dirûşma ‘Jin, jiyan azadî’ berz kir û dê li meclisê jî berz bikin. Em ê dawî li polîtîkayên tecrîdê û xizantiyê bînin.”

Dawiya wan wê weke dawiya FETO ye

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî operasyonên FETO’yê yên di bin navê “KCK’ê” de pêk anîn bi bîr xist û wiha derbirî: “Pergala wan tune bû, niha jî operasyonên nû kirin. Dixwazin bi vî awayî bikevin hilbijartinê. We di nava 8 salan de tiştek bi dest nexist û hûn ê niha jî bi dest nexin. Hûn ê di 14’ê gulanê de tune bibin. Di destê we de kelemçe û di destê de me de jî kolan û berxwedan hene. Ev berxwedan her roj mezintir dibe. Kêmek maye û hûn dê li dadgehan hesab bidin gelê kurd. Hûn çete ne û diz in. Gelê me dê di 14’ê gulanê de li dilê kurdan Amedê bersivê bide. FETO’yiyan digot ‘her tişt di destê me de ye, em operasyonên KCK’ê baş dizanin û hiqûq jî em in.’ Lê niha tevek jî di hundir de ne. Dê dawiya van jî mîna ya FETO’yiyan be.”

Bertek nîşanî bêdengıya CHP’ê da

Ozturk, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Du tifaqên me hene. Yek Tifaqa Ked û Azadiyê û ya din jî Tifaqa Demokrasiyê ya Kurdistanê ye. Riya me Riya 3’yemîn e, riya azadiyê ye. Tifaqeke me bi CHP’ê re tune ye. Hûn dijminên kurd û Kurdistanê ne. Ew qas hevalên me hatin binçavkirin lê hêj jî tu daxuyanî nedane. Derewan nekin, em cihê we jî pir baş dizanin. Heta ku ev zîhniyeta we bidome, dê li Kurdistanê bo we deng tune bin.”