18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Şirnexê :Qedera hilbijartinê wê jin diyar bikin

Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijaritnê de li taxa Yenîmahalleyê ya Şirnexê şahiya jinan li dar xist. Di şahiyê de namzeta Şirnexê Ayşegul Dogan destnîşan kir ku qedera hilbijartinê dê jin diyar bikin.

Partiya Çepên Kesk xebatên xwe yên ji bo hilbijartinê bênavber berdewam dikin. Di çarçoveya xebatên xwe de li taxa Yenîmahalleyê ya Şirnexê şahiya jinan li darxist. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê Nuran Îmîr, namzeta Partiya Çep a Kesk ya Şirnexê Ayşegul Dogan û gelek jin beşdarî şahiyê bûn.

Şahiya ku bi govendê dest pê kir gelek caran bi berzkirina dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” û “Em ê bi ser kevin” berdewam kir.

‘Çîroka AKP’ê xelas bû’

Di şahiyê de ewilî Parlementera Şirnexê Nuran Îmîr axivî û destnîşan kir ku jin dê textê faşîzmê hilweşînin û got: “Desthîlatdara AKP’ê û MHP’ê ji bo pêşiya têkçûyîna xwe bigire êrîşî  çapemeniya azad, hiqûqnas, sîyasetnedar û hunermendan dike. Lê ew çi bikin jî feyde nake. Çîroka AKP’ê MHP’ê xelas bûye.”

‘Mîfteya vê hilbijartinê ligel we ye’

Piştre namzeta Şirnexê Ayşegul Dogan axivî û destnîşan kir ku hilbijartin dê jin bi ser kevin û got: “Ev hilbijartin naşibe hilbijartinên borîn. Ev hilbijartin hilbijartina dayikan e. Mîfteya wê hilbijartinê ligel we ye. Heke hûn wê mifteyê derxînin wê jiyanek aştîyane û azadî pêk were. Tu kes ji bilî me nikare wan pirsgirêkan çareser bike. Divê em bi yekitiya xwe bi ser bikeivn. Her dengekê îro gelek bi qîmet e. Her dengek qedera hilbijartinê diguherîne. Heke jinên Botanê bi ser kevin wê gelê Kurdîstanê bi ser keve. Ji xeynî serkeftinê rêyek me ya din nîne.”

Piştî axaftinan şahî bi govenda jinan bi dawî bû.