spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Dîsa Jin Dîsa Jiyan’ dengê êşên jinan e

Hunermenda jin Devrîm Demîrê der barê strana Dîsa Jin Dîsa Jiyan de diyar kir ku têkoşîna jinan têkoşîneke polîtîk e wiha got: “Stranên ku tên çêkirin li ser girseyê rola îknakirinê dilîzin. Di bîra civakê de îknaya meşrûbûnê didin avakirin”

Meclîsa jinan a Partiya Çepên Kesk ji bo propgandaya hilbijartinê ji bo ku bibe dengê jinan strana Dîsa Jin Dîsa Jiyan bi klîpekê da amadekirin. Klîp û strana Dîsa Jin Dîsa Jiyan bi dengê xwe, naverok û dîmenên xwe coşeke mezin dide  xebatên hilbijartinê û deng û têkoşîna jinên kurd û kedkar bilind dike. Klîpa “Dîsa Jin Dîsa Jiyan” li ser navê Komîna Tevna Jinê hatiye weşandin. Hunermend Devrîm Demîrê helbest û muzîka stranê çêkiriye. Hunermend Devrîm Demîrê der barê stranê û çîroka wê de ji rojnameya me re axivî.

Hunermend Devrîm Demirê diyar kir ku strana “Dîsa Jin Dîsa Jiyan” ji bo meclîsa jinan û xebatên hilbijartinê yên jinan hatiye çêkirin û wiha got: “Strana “Dîsa Jin Dîsa Jiyan” ji bo meclîsa Jinan hatiye çêkirin. Dema stranên hilbijartinê tên çêkirin divê analîza pêvajoya dîrokî bê kirin. Ji ber ku armanc avakirina îknayeke meşrû ye, divê ev yek li gorî dînamîkên hundirîn yek bi yek bên analîzkirin”.

Devrîm Demirê dewama gotinên xwe wiha anî ziman: “Têkoşîna jinan têkoşîneke polîtîk e û dema ku bê ravekirin jî divê teyîsîneke wê ya naverokeke bîrdozî hebe li gorî min. Ji ber ku stran propagandaya têkoşîna jinan a di nava siyasetê de dike, qala pêvajoya dîrokî ya têkoşîna jinan dike. Yanî ji rewşeke ku rasterast bêjim ‘hilbijartin, filan partî, filan endam’ wêdetir, bi awayekî berfirehtir têkoşîna jinan, bandora wê ya ji ser jiyan û hebûn û xwebûn û nasnameya wê ravekirin a esas bû ji bo min. Ê jixwe her kesek li gorî fikr û raman û nêrîna xwe ya jiyanî teşe dide hilberînên xwe yên hunerî. Ez jî di qada siyasî de xuyanîtiya jinan di sekn û têkoşîna wê ya bîrdozî û polîtîk de dibînim. Loma encam ev e.”

Devrîm Demîrê armanca strana “Dîsa Jin Dîsa Jiyan” wiha derbirî û got: “Di her hilbijartinê de stran tên çêkirin. Di kampanyayên demkî de jî wisa. Ji bo îknakirinê partiyek, pêşengek an jî bîrdozîyek divê pêşî di binhişiya hilbijêr de bi cih bibe. Ji bo vê yekê pêdivî bi hinek amûran heye. Yek ji wan amûran jî muzîk e, ango stranên hilbijartinê ne. Stranên ku tên çêkirin li ser girseyê rola îknakirinê dilîzin. Di bîra civakê de iknaya meşrûbûnê didin avakirin”.

Demrê çîroka çêkirin û derketina strana “Dîsa Jin Dîsa Jiyan” diyar kir ku daxwaz ji meclîsa jinan hatiye û wiha anî ziman: “Ji bo çêkirina van stranan ( dibêjim “van stranan” ji ber ku min du stran çêkirin yek bi kurdî “Dîsa Jin Dîsa Jiyan” û yek jî bi tirkî  “Kadınlarla Değiştireceğiz”) ji meclîsa jinan daxwaz hat û ez jî ketim nava liv û tevgerê. Jixwe dirûşm tê diyarkirin û êdî hemû xebatên propagandayê li derdora wê dirûşmê tên kirin. Dirûşma vê hilbijartinê ya meclîsa jinan jî “Dîsa Jin Dîsa Jiyan” bû. Bi rastî vê dirûşmê di honandina stranê de bandor li min kir û hêz da min. Dirûşmek e ku têkoşîna azadiya jinên kurd temsîl dike û îro bandor li ser têkoşîna hemû jinên cîhanê jî kiriye. Êdî bi her zimanî jin dibêjin “Jin Jiyan Azadî”. Ji ber vê yekê li derdora vê dirûşmê ravekirina têkoşîna jinan bi vî awayî bi teşe bû.”.

Demîrê ji bo amadekirina klîpê jî ev agahî da: “Klîp ji hêla ekîba kampanyaya hilbijartinê ve hatin amadekirin. Di amadekirina klîpên stranan de tu fikr û pêşnîyarên min tune ne.”

Demîrê behsa Komîna Tevna Jinê kir ku di klîpê de ev destnîşan jî hatiye bikaranîn û der barê wê de gotinên xwe wiha temam kirin: “Komîna Tevna Jinê kolektîfa hunermendên Jin ên bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê ye. Yanî ne komek e û periyodeke wê ya xebata tune ye. Hemû xebatên hunerî yên ku bi awayekî komûnal tên çêkirin li ser navê Komîna Tevna Jinê tên weşandin. Her çiqas gotin û muzîkên van stranan ji hêla min ve hatibin çêkirin jî, çar hevalên din jî deng dan stranan û ji ber vê yekê jî me weke xebateke komûnal girt dest û li ser navê Komîna Tevna Jinê hatin weşandin.”