10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mifteya serkeftina 14’ê Gulanê di destê jinan de ye

Di vê hilbijartinê de tişta herî zêde bala mirov dikşîne, coş, kelecan û israra jinan a tevlêbûna politîk e. Jin, ciwan, karker, kedkar û ji gelek beşên civakê bi demê re di nava pêşbaziyê de ne

Ji bo hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê ku dê 14’ê Gulanê de pêk bên, hema bêje çend roj man e. Di vê hilbijartinê de tişta herî zêde bala mirov dikşîne, coş, kelecan û israra jinan a tevlêbûna politîk e. Jin, ciwan, karker, kedkar û ji gelek beşên civakê bi demê re di nava pêşbaziyê de ne.

Li Tirkiyeyê daxwazeke cidî ya guhehertina pergalê heye. Ev daxwaz her ku diçe berbelavî beşên din ên civakê dibe. Bê guman pêşengiya vê guhertin û veguhertinê jin dikin. Divê ev rastî bêdîtin ku, mifteya guhehertina pergala zilam-desthilatdariyê, di destê civaka jinan de ye. Mifteya serkeftina 14’ê Gulanê, di destê jinan de ye. Beriya demekê rêxistinên jinan biryara xwe wiha ragihandibûn; “Em di wê biryarê dene ku em ê di hilbijartina 14’ê Gulanê de dawiya îktîdara yekzilamî, bînin…”

Her wiha elaqeya jinan a ji bo hilbijartinê, em ji pêşwazîkirina wan a namzetên herêman dibînin ku jin, bi peywîra xwe ya guhertinê radibe. Vekirina her buroyek hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk, bi beşdarbûna bi hezaran mirovî tê vekirin. Girseyên gel bi berpirsiyariya xwe ya hêza demokratîk tev li xebatên hilbijatinê dibin. Di vê astê de beşdarbûna civakê ya kar û xebatên hilbijartinê, divê siyaseta demokratîk ji vê helwesta gel re nirx bide. Divê namzetên parlamenteriyê yên tifaqa ked û demokrasiyê, ji vê pêşwazîkirina gel hêz û moral bigrin.

Pêkanîna erka welatparêziyê ji me tevan tevlêbûna xebatê dixwaze. Bê guman xebat tenê ne ku mirov beşdarî vekirina buroyên hilbijartinê bibe. Belê ev jî karekî pîroz e lê karê herî girîng û ji me tê xwestin çûna ser sindoqan e û bikaranîna dengan e. Pîştî wê, xwedîderketina li deng û sindoqan e. Ma dayikên me bela sebeb nabêjin, ‘deng namus e, li dengê xwe xwedî kerkeve.’ Belê her dengek guhertinek e; her dengek erêkirina komara-demokratîk e.

Civak, ji guhertinên bingehîn ên demokratîk re, amede ye. Di serî de bi hezaran jinên ciwan ku wê cara ewil dengê xwe bikarbînin, her kesên ku ji desthilata AKP’ê bêzar bûne, biryara xwe ya hêza guhertinê li ber qemereyan aşkera dibêjin. Piraniya civakê, daxistina Erdogan a ji qesrê-desthilatê weke erka xwe ya exlaqî dibîne. Li navçe û bajarên bakurê Kurdistanê, kelecana 7’ê hezîranê, li pêş e. Gelên Tirkiyeyê, bi vî ruhî di bin siya dara Partiya Çepên Kesk de, li hev civiyan e.

Her bajarê ku namzetên Partiya Çepên Kesk, berê xwe didin, şêniyên wî bajarî ji heft hetanî heftê salî, namzetan bi dilgermî pêşwazî dikin û wan ji dil û can hembêz dikin. Atmosfera niha ya ku heyî, ji gelek aliyên xwe ve, dişibe pêvajoya hilbijartinê ya 7’ê hezîrana 2015’an. Partiyên pergalê yên şerxwaz-nijadperest û bloka faşîst ku qaşo bi navê komarê radibin, ji vê rewşa heyî ne rihet in û li pey derxistina provekasyonan in.

Di medya dijîtal de her kesî/ê dît ku rayedarên AKP’ê, di vê pêvajoya hilbijartinê de, di her gava ku davêjin de rastî bertekên tund ên civakê tên. Êdî ne ew dem e ku AKP, li ser rojeva hilbijêran mayîna xwe ya desthilatê ferz bike. Di navbera hilbijêran de, nîqaşa pêvajoya piştî Erdogan tê guftûgo kirin…

Ji partiyên rantxwer ku hetanî qirikê ketine nav karên bêrêzî, dizî, mafya-çetewarî, di vê pêvajoyê de ji bo wan rihet bû ku, dakevin qadên hilbijartinê, ango pêşberî gel. Li kolanan li bertekên polîtîk ên hilbijêran hilterpilîn. Faşîst Erdogan, weke her carê dixwest ku vê carê jî, serê xelkê bi du gotinên qaşo ‘xweş’ şêlo-tevlihev bike. Lê em dibînin ku ev hewldana wî bi ser neket. Berevajî rastî, bertekên jin, xizan, mazlûm û karkeran hat. Jinan hesabê betalkirina Peymana Stenbol ê, xizanan nebûna şîrê zarokan, mazlûman hesabê komkujî-cinayetên siyasî, karkeran, hesabê heqdesta xwe pirsî.

Nîqaşên ku dibêjin; ‘demokrasî bi hilbijartinê ava nabe’, têne kirin şaş in, ji rastiya temsîlyeta civakê dûr in. Hilbijartin, yek ji şêwazên diyarkirina rêveberiyê ya temsîla siyasetê ye. Hilbijêr, ji çend salan carekê bi riya dengdayînê vîna xwe beyan dike.

Mesele ciwanên ku wê cara ewil dengê xwe bi karbînin wiha dibêjin: “em ê bi dengdayînê  daxwaza xwe ya demokrasî, edalet û çarseriyê, bînin ziman.” Her wiha ji kolanan dengê nerazîbûnên jinan zêdetir bilind dibe. Tehmînata wekheviya etnîkî, zayendî û hemû baweriyan ên vê xakê, bi avakrina pergala neteweya demokratîk dibe. Binkeftina bloka faşîst a komara antî-kurd, dê bi dengdayînê û demokrasiyê pêk were.

Îca bala hilbijêran li gotin, kirin, kar û xebatê  partiya “nû” ya Çepên Kesk kilît maye. Bi hev re, ser xêrêb e partiya jin û ciwanan. Erê Partiya Çepên Kesk, ji hêla temenê xwe ve pir ciwan e lê temsîla kevneşopiya siyaseta demokratîk a 40 salan e. Temenciwaniya Partiya Çepên Kesk, ji ciwantiya dîrokê ye. Her çixilek dara wê, ji rûpelê kevneşopiyê ye. Partiya Çepên Kesk, axir ew altarnatîfa ciwan a serdemê ye.

Sazî û dezgehên jinan, ji bo binkeftina Erdogan û serkeftina  tifaqa ked û demokrasiyê helwesta xwe aşkere got. Weke her carê, jinan vê demê jî pêşengî kir. Ji destpêka vê pêvajoyê ve yên ku xwedî plan û proje bûn, dîsa jin bûn. Jinan, performanseke baş nîşan da. Dê encama vê performansê serkeftin be.

Di serîde jin, gelek kesên ku dengê xwe didane AKP’ê, îro bi biryar in ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê de dengê xwe nedin rejîma AKP’ê. Kesên ku li ber qemerayan diştexilin, rexneyên tund li desthilata AKP’ê dikin. Va ye ji 14’ê Gulanê re hindik ma, em ê bi hev re têkçûna Erdogan temaşe bikin û serkeftina Tifaqa Ked û Demokrasiyê pîroz bikin…