27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ma ez bê kes im!

Wê şevê şervanekî azadiyê mêvanê min bû, dilopên xwînê bedena wî dineqişandin, wisa bi kêf û coş bû, birînên wî tev de bûbûn gulên bihara rengîn, behnxweşiyê em serxweş dikirin

Niha weke gorekê, wexta ku ez dibînim yekî di min de vedişêrin, radestî pêxêla min dikin, bi rastî zêde xemgîn dibim. Lewra jiyan xweş, geş û hêja ye. Lê va ev jî pêkhateyeke xwezayî ye, ma çi bikim?

Weke diya wan, weke hezkiriyek wan, wan dipêçim, hembêz dikim, hezkirinê dibarînim, germiyê dicoşînim ser wan, bi maçan wan ganî dikim, weke dê, weke hezkiriya/ê, dildara/ê ber dilê wan; çi zarok, çi yextiyar, çi ciwan…  Ma afirîna wan ez im û domdariya hebûna wan jî ez… Ciwan û zarok zêdetir min diêşînin, xemgînî ji bonî yextiyaran jî ne kêm e. Tew ciwanên ku bê kefen, tevde birîn û xwîn, li gel yara xwe, yanî ligel agirgeşa/çeka xwe ku dibin mêvanê min, xemgîniya min dibe şîn lê ku em dest bi sohbetê dikin û ew doza  xwe bi min didin nasîn û ku dibêjin em parastvanê te ne, ez ji xemgîniya xwe şerm dikim, îja kexweşî min dipêçe û kulîlkan diafirînim, bereketa xwe  şên û şîn dikim. Me ne ez ax im, dê me, belê afirîna jiyanî karê min e û ev ciwan zextan didin min, min şiyar dikin ku peywira xwe ya doza lehengên azadiyê ji bîra nekim. Ku ew ji min diafirin û car de vedigerin pêxêla min, ma ne diya wan im, min ew bi şîrê xwe yê pîroz î jiyanî xwedîkirine, ma ne ez her tiştê wan im, ez ê tevayê hezkirina xwe ji bo wan bikim barana biharî, ava jiyanî, ne ji bo azadiya min wan ruhê xwe daye, ma bê kes in, bêkesî li wan tê, wele wan ez hînî vê kirim.

Lê hilbet cesed ber bi rizandinê ve diçe û çi mar, çi mişk, çi kurm û kurmik xwe têr dikin. Lê hezkirin hest û derûniyê bilind dike, ruh derdixe asîman û ew êdî cesed, yanî gewde nafikirin. Bedenê peywira xwe qedandiye, dor dor giyan e û ruhê azad jiyanê, cîhanê, gerdûnê dadigire. Hebûna giyanî, ji xwe re li xweşî û hebûnê difikire û dibeze, baz e, bi coş e. Ku jiyana bihurî ew bandor kiribe jî, çi çê çi xirab… lê ku xwedî giyana azad be, kêf li ser kêfê ye.

Hilbet stûxwarên melûl ên ne hayîdarê hebûna xwe, yên ne şervanê azadiyê; kedxwar, xwînxwar, xayîn, fesad, dexs û ezez bê kes in. Li cem min ji bêkesiya xwe wisa feqîrok î reben dixuyên ku ez jî wan nahebînim, nahewînim. Mişk û mar zûtir wan dibelihînin.

Yanî kesên ku ez wan radipêçim ne bê kes in, bêkesiya ku mirovzade difikire û rewşa me ya xwezayî ne weke hev e.

Bêkesî, ne bêxwedîtî, sêwîtî, bê bavî û bê dêtî ye.

Bêkesî; bêdozî, bêhêvîtî, bêarmancî, bêhezkirînî ye. Hay ji hebûna xwe tuneyî ye.

Xweza û Xweda wîsa dizanin!

Helbestkar Metin Kaygalak a dilê min dibêje, “va sêwî me / di bedena xwe de jî…” ev kûrahiya, zanîna doz û hebûnê ye.

Min ê bigota; çi?..

Wê şevê şervanekî azadiyê mêvanê min bû, dilopên xwînê bedena wî dineqişandin, wisa bi kêf û coş bû, birînên wî tev de bûbûn gulên bihara rengîn, behnxweşiyê em serxweş dikirin û weke kemana Dilşad Seîd ew dijeniya, herê dipeyivî lê denge wî mûzîka jiyanê bû; “dibêjin ev bê kes e, tu bê kes î û qaşo ez xistime gora bêkesan! Me bera ez bê kes im..! Tewlo! Bera berê ez lawê vê axê me, lawê te; keçên te jî hene. Ked û xwîndilopa milyona me. Em keda bêhejmaran e, hezkirî û dilevînê dêrîn. Doza azadiya bi milyonan kurd dimeşînim û ew her ruh û giyanê didin min, lewra ez dildarê wan im, dilşa. Lê serdest bi çêken xwe yên giran û tirsa ku afirandine (bi rastî ev tirsa dilê wan, neheqî û kujeriya wan e) bi dizî, revorevî min veşartin qaşo û gelekî weke min. Lê xwe dixapînin, ma nizanin ez dil û evîna milyonan im. Çend roj şûnde dê dayika min bê, te, tev li min hembêz bike, bi hezaran dayik û bav, zar û zêç ligel wê û coşiya dilê xwe parve bike, bilîrîne, ma ne azadî, evîn, hebûn û jiyan ji min/me difûre… ma ne em ava jiyanê ne! Wê dîsa serdest bi çekên hesin xwepêçayî, lê ji tirsa li ber mirinê bijîn, bên, di nav pola de jî ziravê wan diqete û tew ew in bê kes bêkesî jiyana wan e… a rast ew bê kes in! Mirin a wan, tunebûna wan, tirs a wan e lê em! Her roj dîlana me ye û ev dîlan û lîlan mirina wan, jiyîna me ye. Lê em dixwazin mirov tev bijîn, ew jî bibin terkê xwînmijiyê, em xilaskarên wan û xilaskarê zar û zêçên wan in jî. Em aştiya abadîn a rûyîzemîn in. Lê ka ên ku fêhm bikin. Ew bê dil in, dilê wan nîn e, loma bê fêhm in! Lê em ê her û her biherikin… te jî, xwe jî xwedî bikin, bidin jiyandin… Ma ava Feqiyê Teyran ku heyran û sewdaliyê wê ye, ne em in, ber bi bihuşt in! Kenê min tê; BÊKESÎ… ma em bê kes in, an ew…

Jixwe ew li halê xwe digirîn. Dê jiyan, Xweza û Xweda wan qet efû neke.

 Lê em ê pîroz û bimbarek bin…”

Kilam û dilcoşiya wî her didomiya. Ji dêvla ku ez wî bi lorîn têxim xewê, wî ez xistim xeweke şîrîn î bihuştîn, razên nepenî ez pêçam û razam.

Loma her dilgêş im û biharê, jiyanê dineqişînim.

Li dora xwe mêze bikin bes e…

Bila ev helbest diyariya min û wî/wan be;

“Bi tenê me

nanê min bê xwê

Kurtêlxweriyê bavêje ser Sergoyê Simo

Ji bêhna bixûrê heznakim

Meblûdê dixe bîra min

mirinê

Mirin pir dilêş e li warê ku dilê min e

Dilê min an jî warê min î bêsiûd

Sêwî

Bê kes

fûrjiyan î zindî”

Lê êdî bêkesî nîn e; jiyan difûre, mirov her û her diherikin demgulana azadî, dostanî, biratî û wekheviyê…

Bila cejna dilê we wisa her û her pîroz be.