3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger sewqî edliyeyê kirin

Rojnameger Abdurrahman Gok, Bêrîtan Canozer, Mehmet Şah Oruç û Mîkaîl Barût ku di encama operasyona binçavkirinan a navenda wê Amedê de hatibûn binçavkirin, sewqî edliyeyê kirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê û li ser biryara lêgerîn û binçavkirinê ya 3’yemîn Dadgeha Cezayên Sulhê ya Amedê; rojnameger, hunermend, siyasetmedar, sendîkavan û parêzer jî di nav de derheqê 216 kesan de biryara binçavkirinê hatibû dayîn. Di encama serdegirtinên malan de 128 kes hatin binçavkirin. Ji hêlekê ve kar û barên îfadegirtinê yên li emniyetê didomin û li hêla din jî kesên îfadedayîna li emniyetê qebûl nekirin sewqî edliyeyê tên kirin.

Ji rojnamegeran Abdurrahman Gok, Bêrîtan Canozer, Mehmet Şah Oruç û Mîkaîl Barût, siyasetmedar Hakîm Kaya, Şahîn Bîçîmlî û ji Komeleya 78’an jî Abdulganî Alkan îfadedayîna li emniyetê qebûl nekirin û sewqî edliyeyê hatin kirin. Tê payîn ku di nava rojê de kesên li emniyetê îfade nedayîn sewqî edliyeyê bên kirin. Hat zanîn ku tevahiya parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) li emniyetê îfade nedane.

2 kes hatin berdan

Ji parêzerên hatin binçavkirin Gurbet Ozbey Oner û Jiyan Sametoglû ji ber ku pitikên wan ên şîrî hene, piştî hatin binçavkirin, duh sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeyên li dozgeriyê jî bi şertê kontrola edlî sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hatin kirin. Her du parêzer jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.