4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Derfetên guncav û têkbirina faşîzmê

Ji bo ku em piştî 14’ê Gulanê nebêjin “xwezî” û poşman nebin; divê em niha çavên xwe vekin, destê xwe deynên ser wijdana xwe û hesabên xwe baş bikin; divê em niha çavên xwe vekin

Tirkiye û bakurê Kurdistanê ber bi hilbijartina herî girîng a dîroka Tirkiyeyê ve diçin. Gelek dem nema. Roja 14’ê Gulanê wê gel biçe ser sindoqan. Partî û tifaqan namzetên xwe aşkera kir û daketin qadan. Êdî wê kar û xebatên li qadan encamê diyar bikin. Ji bo vê avantaj û dezavantajên partî û tifaqan hene. Faşîzma AKP-MHP’ê di heşt salên dawî de ji bo tevkujiya gelê kurd temam bike, tiştekî ku nekiriye nemaye. Ji goristanên kurdan bigire heta cenazeyên wan hemû kirin hedefa êrîşên xwe. Êrîşî Başur, Bakur, Rojava û heta Rojhilat kirin. Hemû sûcên mirovahiyê li dijî gelê kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê pêk anîn. Lê ligel van sûcan jî nikaribû vîna gelê kurd bişikîne û tevkujiyê pêk bîne.

Îro em hatine werçerxek gelek girîng. Hesabê bi salan dê bipirsin. Tevgera Azadiyê û gelê kurd faşîzm anî asta têkçûnê. Hemû derfetên têkbirina faşîzmê afirand. Şert û mercên guncav xelatî hemû gelên Tirkiyeyê kir. Niha êdî bar û berpirsyarî dikeve ser milên hemû sazî, dezgeh û kesên demokrat. Li pêşiya herkesî bîst û pênc roj mane. Di vê demê de gelê kurd û bindest dikarin vê faşîzmê heta hetayê têk bibin. Her kes dikare roja 14’ê gulanê çavên xwe li rojekê bêyî faşîzma AKP-MHP’ê veke. Firsendeke mezin heye. Derfetên guncav hatine avakirin, hêz û baweriya pêwist heye. Di van şert û mercan de jî ku faşîzm neyê têkbirin, berpirsyarê wê ji bilî Tevgera Azadiya Kurdistanê her kes be.

Derferta xilasbûna ji faşîzmê

Divê êdî tu kes, tu hincetan nebîne. Li hemberî têkbirina faşîzmê tu kêmasî û nebesî nabin hincet. Bi taybetî nîqaşên der barê berendaman de zêde dibin rojev. Lê girîngiya vê hilbijartinê ne ew e ku wê kê bibe berendam û parlementer. Girîngiya vê hilbijartinê ew e ku wê faşîzm têk biçe yan jî neçe. Bêguman dibe kêmasî û nebesî çêbibin. Hind xeletî pêk hatibin. Ev mijarên nîqaş û nirxandinê ne. Divê bên rexnekirin û sererastkirin. Lê dema wan jî ne îro ye. Divê em pêşiyê zemîn û derfetên nîqaşê ava bikin. Ev yek jî ancax bi çûyîna faşîzmê pêkan e. Piştî hilbijartinê ji bo nirxandin, rexnekirin, sererastkirin û derbaskirina van mijaran dê dema me gelek be.

Niha tişta herkes divê li ser bifikire têkbirina faşîzmê ye. Derfet heye ku em di 14’ê Gulanê de ji faşîzme AKP-MHP’ê xilas bibin. Ev dem baş neyê nirxandin, nîqaş û şîroveyên enerjiyê vala dibe li aliyekê neyên hiştin, têkbirina faşîzmê dê bikeve xetereyê. Divê her kes bifikire gelo hêza jiyanê ya pênc salên din di bin nîrê faşîzmê de derbas bike ligel mirovan heye yan na? Bê guman faşîzm neçe jî dê têkoşîn dewam bike. Lê dê di nav pênc salan de jiyan dijwartir bibe. Gelek heval, hogir û dostên me dê di zindanan de bimînin. Bira, xwişk, dayik û bavên me dê bi operasyonên faşîzmê bikevin girtîgehan.

‘Hesabê xwe baş bikin’

Êrîşên faşîzmê yên li hemberî Rojava, Başur û Rojhilat dewam bikin. Sazî û dezgehên me dê careke din bên girtin; şaredariyên me dê di destê faşîzmê de li hemberî me bên bikaranîn. Êrîşên li ser ziman, çand û nasnameya me dê mayînde bibin. Ji bo wê mafê tu kesê/î nîn e li cihê xwe raweste. Mafê tu kesê nîn e ji ber hincetên biçûk vê firseta dîrokî vala derbixe. Mafê tu kesê nîn e, bê helwest bimîne. Ji destê kî û kê çi tê divê vê demê bike. Piştî 14 Gulanê wê êdî 14 Gulanê nebe. Piştre jî êdî, “xwezî” wê kêrî tiştekê neyên. Poşmanî û rexnedayîn dê cihê xwe negirin.

Ji bo ku em piştî 14’ê Gulanê nebêjin “xwezî” û poşman nebin; divê em niha çavên xwe vekin, destê xwe deynin ser wijdana xwe û hesabên xwe baş bikin. Faşîzm têk biçe dê çibe û faşîzm têk neçe wê çi bibe. Ji bo wê di vê demê de berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê her kesî. Her welatiyek pêwist e tişta ji dest bê bike. Ev belavkirina belavokekê ye, ev îknakirina cîranê xwe ye, ev avêtina sloganekê ye, ev tevlêbûna daxuyanî, mitîng û çalakiyekê ye. Divê biçûk û mezin neyê gotin. Hemû xebat pîroz bên dîtin û bên kirin. Teqez divê tenê dengek jî vala neçe.

Deyndariya ji bo cangoriyan

Ji bo nirxên hatine avakirin, ji bo bedelên hatine dayîn, ji bo destkeftiyên hatine bidestxistin ev yek lazim e. Roj roja têkoşîn, berxwedan û serkeftinê ye. Roj roja hesab pirsînê ye. Roj roja xwedîderketina çand, ziman û nasnameya neteweyî ye. Roj roja ji nû ve bidestxistina hemû nirxên ji me hatine dizîn e. Coş û peroja di vekirina buroyan, meş û mitîngan de nîşan dide ku gelê kurd biryara xwe daye. Dê têkoşîn û berxwedana heşt salên dawiyê bi têkbirina faşîzmê tacîdar bike. Lê divê ev yek bes û têr neyê dîtin. Heta têkbirina faşîzmê neyê mîsogerkirin, rawestan dê bibe xwe xapandin û gaflet.

Heta 15’ê gulanê hemû cureyên rehavetê dê di pênc salên pêşiya me de bibin sedema zirarên mezin. Ji bo wê pêwist e tu kes tenê deqeyekê jî nekeve rehavetê. Li derdora Partiya Çepên Kesk bibe xelek. Xebateke bi ruhê seferberiyê dê dawiyê li faşîzmê bîne û pêşiya pêvajoyeke nû veke. Ji bo têkbirina faşîzmê em hemû deyndarê cangoriyên di heşt salên dawiyê de ketine axê ne. Dem dema dayîna vî deynî ye. Roj roja dubarekirina dûrişma yan serkeftin, an serkeftinê ye.