22 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Eren: Ocalan di çareseriyê de aktorekî girîng e

Serokê Baroya Amedê Prz. Nahît Eren, tekîldarî serlêdana hezar û 330 parêzerên ku li Wezareta Dadê dan diyar kir ku ev hewldan pir biqîmet e û got: “Me di pêvajoyên diyalogê de dît ku Ocalan di çareseriyê de aktorekî girîng e.”

Di 22’yê çileyê de ji 35 baroyan hezar û 330 parêzer ji bo bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, li Edliyeya Amedê serî li Wezareta Dadê dan. Parêzeran xwestin tecrîdkirina li ser Reberê PKK’ê Abdullah Ocalan  bi dawî bibe. Berê jî Baroya Amedê 2 caran serî li Wezareta Dadê dabû. lê Wezareta Dadê heta niha bersiva baroyê nedaye. Têkildarî armanca serlêdanê û rewşa darazê Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ji rojnameya me re axivî.

Serokê Baroya Amedê Prz. Nahît Eren têkildarî serlêdana parêzeran a Wezareta Dadê nirxandin kir û wiha got: “Ev serlêdan pir bi wate û girîng e. Em dibînin ku li Tirkiyeyê hiqûq çiqas ketiye destê siyasetê. Dîsa daraz û kesên di qada darazê de biryarên ku didin, nîşana daraza siyasî ye. Mixabin di salên dawî de li Tirkiyeyê bi taybetî piştî 2015’an û şûnde, ango piştî pêvajoya diyalogê ku hewldana darbeyê pêş ket û şûnde, demokrasî û hiqûq ji holê rakirin. Şertên OHAL’ê li welat pêş ket. Her çend OHAL bi fermî rabûbe jî hêj bandora OHAL’ê li ser jiyana mirovan didome. OHAL fîîlî didome.”

Hewldana parêzeran pir watedar e

Serokê Baroyê Nahît Eren da zanîn ku li Tirkiyeyê her dem li dijî bêhiqûqiyê, li dijî binpêkirina mafan û pêkanînên dijdemokratîk ji aliyê hiqûqnas, parazvanên mafên mirovan ve têkoşîna hiqûqê pêş ket û wiha axivî: “Îro jî heman têkoşîn berdewam dike. Ev serlêdana Wezareta Dadê parçeyekî vê tekoşîna li dijî bêhiqûqiyê ye. Pir bi qîmet û wetedar e. Eger li Tirkiyeyê ji ber ku mafên Destûra Bingehîn û mafên ku di qada navneteweyî de hatine dayîn, nakevin meriyetê û li dijî vê yekê ew qas parêzer û hiqûqzan kom bûbin, ev li dijî pêkanînên dijdemokratîk bertekek gelek girîng e. Mixabin Tirkiye ji ber van kiryar û pratîkên dijdemokratîk her ku diçe paşve diçe. Ji ber vê qarneya Tirkiyeyê bêtir nebaş dibe.”

Zagonên xwe nas nake

Nahît Eren bal kişand ser astengiyên li pêş hevdîtina parêzer û malbatan a bi girtiyên li Îmraliyê re jî û wiha pêde çû: “Di 2.5 salên dawî de parêzer û xizmên girtiyên li Îmraliyê nikarin bi girtiyên li Îmraliyê re hevdîtin bikin. Ev rewş di nava pergala hiqûqê de wekî tişteke hiqûqî nayê pênasekirin. Ev rewş ne di zagonên Tirkiyeyê de, ne di Destûra Bingehîn û ne jî di hiqûqa navdewletî û hiqûqên ku Tirkiye îmze avêtiye bin wan de cihê wê tune ye. Ev kiryar û tiştên tên kirin nayên qebûlkirin. Qebûlkirina wan ne pêkan e. Mixabin li Tirkiyeyê di salên dawî de binpêkirina mafan pir zêde ye.  Mînakek vê yekê jî geşedanên li girava Îmraliyê ne. Nêzî 3 sal û nîve sal in parêzer girtiyên li Îmraliyê nikarin bi parêzerên xwe re hevdîtin bikin. Astengiya li pêş hevdîtina bi parêzer û malbatê re tê wateya ku mafên ji aliyê Destûra Bingehîn û hiqûqê ve hatine parastin, hatine binpêkirin. Li Tirkiyeyê bi tevahî rejîma înfazê di meriyetê de ye. Ji vê jî wêdetir mixabin niha Tirkiye li gorî hiqûqa xwe tev nagere û ne hiqûq û ne jî zagonên xwe nas nake. Îro hemû civaka kurdan û civaka tirkan tev dizane ku Tirkiye çima zagonên xwe û yên navdewletî nas nake û naxe meriyetê. Meseleya esasî teyisandina neçareseriya pirsgirêka kurd e. Ev nîşan dide ku dewlet çawa li meseleya kurdan dinere. Vê yekê bi awayekî herî zelal bi nêzikatiya li dijî Îmraliyê nîşan dide. Mirov nikare tenê meseleya kurd wekî meseleya ewlehiyê bibîne. Dema mirov bi vî çavî li meseleyê binere, rê li pêş gelek mafan tê girtin. Dîsa gelek mafên bingehîn û mafê jiyanê tên binpêkirin û înkarkirin.”

Abdullah Ocalan aktorekî girîng e

Eren bal kişand ser pêvajoya diyalogê jî û anî ziman ku rewşa Tirkiyeyê hatiye asteke pir pir xirab û wiha berdewam kir: “Di pêvajoya 2013’an de li Tirkiyeyê ragihandinek zêde hebû. Me her dem got ku di çareseriya pirsgirêka kurd de Abdullah Ocalan aktorekî girîng e. Hê jî bandora wî li ser rêxistinê zêde ye. Dîsa di çareseriya pirsgirêka kurd de helwesta wî pir girîng e. Ji ber vê yekê têkilîdanîna bi Abdullah Ocalan re pir girîng e. Me ev yek her tim anî ziman. Ji 1999’an heta niha gelek caran hat dîtin ku gotinên wî li ser rêxistinê pir bi bandor in. Gotinên Abdullah Ocalan pir zêde encamê distîne. Li ser gotinên ku ji Îmraliyê derketin pêvajoyên rawestandina çekan û pêvajoya rawestandina şer pêş ket. Me dît ku di vir de gotinên wî pir girîng in. Di vî alî de li ser meseleya kurd aktorekî pir girîng e. Di vê wateyê de diyalog û hevdîtina bi Îmraliyê re ji bo çareseriya pirsgirêka kurd gelek girîng e. Mixabin li Tirkriyeyê bi salan e vîneke ku naxwaze pirsgirêka kurd çareser bibe heye. Ji 2015’an û heta niha, piştî pêvajoya şer dest pê kir û şûnde, li  Tirkiyeyê feraseta zêdekirina ewlehiyê û nêzîkatiya çareseriya bi ewlehiye zêde bû. Ev jî bû sedem ku mafên mirovan zêde bên binpêkirin. Ev hîn didome. Dem bi dem CPT serdana Îmraliyê dike û raporan amade dike. Ev hat rapor hat rojeva Konseya Ewropayê jî. Ev rapor bi raya giştî re jî hatin parvekirin. Lê mixabin, di salên dawî de pratîka Tirkiye ya di qada binpêkirina mafan de û di nenaskirina biryarên darazê de nîşan dide ku hiqûqa navneteweşî peymana ewropa nas nake. Li gorî zagon û hiqûqa navdewletî ku îmze kiriye tev nagere. Li Tirkiyeyê binpêkirina mafan û nenaskirina zagonên navdewletî li Tirkiyeyê di demên dawî de hatiye astek pir xerab.

Wezaretê serlêdan nebersivandiye

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, li ser hewldanên Baroya Amedê ji rawestiya û ev agahî parve kir: “Di salên dawî de Baroya Amedê 2 caran li Wezareta Dadê da. Ji bo ku li Girava Îmraliyê tecrîd bi dawî bibe serlêdan kir. Eger îro parêzer û malbat nikarin biçin Îmraliyê û bi xizmên xwe re hevdîtin bikin, ev nerîna dewletê ya li meseleya kurdan nîşan dide. Wekî paroyê û wekî parêzeran me di vê meseleya ku parêzer nikarin biçin Îmraliyê de serlêdanên hiqûqî kirin. Lê me tu bersîv negirt. Baroya Amedê di dawiya sala 2023’an de careke din serî li Wezareta Dadêda. Lê li Wezareta Dadê bêdengiyek heye. Mixabin bersîva redkirina daxwazên me jî nade. Ne red dike û ne jî erê dike. Bê bersîv dihêle. Em ji vê yekê fam dikin ku mesele ne hiqûqî ye. Bi temamî li ser esasê politîk dinirxînin. Naxwazin temas bi Îmraliyê re çêbibe.”

Bersiva erênî çareseriya pêş bixe

Eren, têkildari serlêdana parêzeran a Wezareta Dadê jî agahî da û wiha bi dawi kir: “Herî dawî zêdeyî 1300 parêzerî li Amedê serî li Wezareta Dadê dan. Armanca vê yekê ew bû ku li gorî mafê ku zagon,  destûra bingehîn û peymanên navneteweyî daye parêzeran, vî mafî bikar bînin. Li gorî vî mafî bi muwekilên xwe re hevdîtinê bikin. Parêzeran xwest ev bêhiqûqî bi dawî bibe û serî li Wezareta Dadê dan. Parêzer û baroyan  xwestin astengiyên li pêş hevdîtina li Îmraliyê bi dawî bibin. Fikarên xwe anîn ziman. Em hevî dikin ku Wezareta Dadê di demek nêzîk de bersîvek erênî bide vê serlêdana parêzeran. Ez difikirim ku bi bersîvdayînê dê ev bêhiquqî bi dawî bibe. Ji bo aştiya civakî û çareseriya meseleya kurd dê bibe gavek erênî.”

Nuçe: Yilmaz Yilmaz