19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

25 kes, 25 bajar, 25 roj dimeşin

Hevserokê CDKF’ê Şahîn Polat têkildarî meşa dirêj ku li Parîsê dest pê kir, got ku ji 25 bajarên Fransayê 25 kes beşdar bûne, dê meşa wan 25 rojan bidome û di 17’ê sibatê de mitîng pêk bê.

Meşa Dirêj a 25 rojan ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Parîsê hatibû destpêkirin, bi eleqe û coşek mezin didome. Meşvanên ku ji 25 bajarên Fransayê ji 25 kesan pêk tên, di meşê de fikr û felsefeya Ocalan bi gelan re parve dikin. Meşa dirêj wê 25 rojan bidome û fînala wê di 17’ê sibatê de li bajarê Kolnê yê Almanyayê mîtînga mezin bi dawî bibe. Têkildarî armanca meşê û naveroka meşê Hevserokê CDKF’ê Şahîn agahiyên fireh parve kir.

Hevserokê Konseya Demokratîk a Kurdên li Fransayê (CDKF) û endamê Komîteya Amadekar a Meşa Dirêj Şahîn Polat li ser armanca meşê axivî û wiha got: “Me bi vê meşê xwest balê bikişînin ser rewşa kurdan û wiha got: “Bi taybet me xwest balê bikişînin ser rewşa Rêber Ocalan. Bi salan e hatiye tecrîdkirin. Gelê kurd wî wekî vîna xwe dibîne. Em dixwazin ji bo pirsgirêka kurd, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn çareseriyek bê dîtin. Di vir de kilîda ku pirsgirêkê çareser bike Birêz Ocalan e. Ji bo vê yekê pêwiste tecrîd bê şikandin. Dewlet dixwaze bi tecrîdkirina Birêz Ocalan tevahî vîna kurdan tecrîd bike. Dixwaze gelê Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn bêçareserî bimîne. Niha yên li Rojhilata Navîn tercihan dikin dewlet in. Em ne mecbûr in tercîhên ku dewlet datîne pêşiya me hilbijêrin. Em dikarin bi gelên bindest ên tercîhan dikin re jî bimeşin. Ocalan jî yek ji kesên tercîh (rê) peyda kiriye ye. Loma dixwazin yên tercîhan dikin û rê nîşan didin tecrîd bikin. Bi taybetî Ocalan dixwaze modela Konfederalîzma Demokratîk a jîneolojîst û ekolojîst pêş bixe. Jiyana demokratîk, wekhev, ji bo hemû kesan lazim e. Jiyanek bi vî rengî bi tercîhên dewletan pêk nayê. Em dibînin ku hemî pergalên ku dewletê ava kirine têk çûn. Em dibînin ku pergala dewletê zilm û zordariyê ji holê ranake. Loma çareserî bi paradîgmaya Birêz Ocalan pêkan e. Heta pergala Îmraliyê neşkê çareserî pêk nayê. Ji ber vê yekê armanca me ya yekemîn em dixwazin tecrîda li Îmraliyê bişkînin û pirsgirêka kurd bi rêya demokratîk çareser bikin.”

Endamê Komîteya Amadekar a Meşê Polat, der barê kesên tev li meşê bû jî agahî da û wiha axivî: “Meşê di 22’ê çile de dest pê kir. Bi 25 kesan li 25 bajarên Firansayê meşê dest pê kir. Ji ber ku 25 sal in li ser Birêz Ocalan tecrîd tê meşandin li 25 bajaran bi 25 kesan dest pê kir. Ev aliyekî wê yê sembolîk e. Îro tecrîd berdewamiya komploya navdewletî ye didome. Em dixwazin helwest û berteka xwe ya li dijî tecrîda 25 salan bi 25 kesan, li 25 bajaran û bi meşa 25 rojan bînin ziman. Em dixwazin di vê meşê de hemû gelên ku li ser rêya me ne agahdar bikin. Çareserî bi diplomasiya gelan û piştevaniya gelan pêkan e. Di nava meşê de kurd hene. Dostê kurdan hene. Her roj 25 kes beşdarî meşê dibin. Dema em diçin bajaran, siyasetmedar, nûnerên rêxistinên civakî jî tev li meşê dibin. Kesên fikrên Ocalan nas dikin û diparêzin tev li meşê dibin. Wekîl û şaredar tên serdana meşê. Meş eleqeyek pir mezin dibînin. Dostên kurdan Ocalan wekî Nelson Mandela dibînin. Dibêjin çawa ku Nelson Mandela pergala Apartheid têk bir, Ocalan jî pergala Nedew Dewletan têk dibe. Loma eleqeyek gelek mezin heye.”

Şahîn da zanîn ku ji bo 15’ê sibatê salvegera komploya navdewletî ye li Kolnê meşek mezin amade dikin û wiha lê zêde kir: “Em dibêjin çareserî gelê me ye. Hêza me gelê me ye. Hêza me gelê kurd û dostên kurdan e.”

Polat, anî ziman ku ew di meşê de hevdîtinê bi şaredar, parlamenter, nivîskar, rojnameger û rewşenbîran re pêk tînin û wiha pêde çû: “Em dosyayên li ser rewşa Ocalan û çareseriyê parve dikin. Ew jî fikrên xwe û piştevaniya xwe parve dikin. Coşek baş û piştevaniyek baş heye. Kurd ne mecbûr in her dem di bin destan de bijîn. Coş û eleqek mezin heye. Heta neha gelek meş li Ewropayê pêk hatin. Lê taybetiya vê meşê aliyê wê yê sembolîk e. Ne tenê ji bo gelê kurd, bi taybet ji bo gelê biyanî yên li Ewropayê dijîn agahdar bikin girîng e. Bi belavokan û diyalogan û bi rêya medya dijîtal agahdar dikin. Di rê de dîmenên pir xweş û rengîn derdikevin holê.

Gelê biyanî eleqeyek mezin nîşanî çalakiya kurdan û Birêz Ocalan didin. Ya duyemîn jî stranên kurdî û stranên enternasyonal bi hevre tên stîn. Çandek pir xweş û balkêş derdikeve holê. Meşên heta niha 1-2 rojan bandora xwe dikir. Lê meşa niha di hemû medya dijîtal de li Ewropa û cîhanê tê parvekirin û eleqeyek zêde dibîne. Bandorek pir erênî li ser gelan dike. Mirov dikare bi vê çalakiyê dengê xwe bide bihîstin. Dikare bigêje dîplomasiya gel û çandî. Êdî ne pêkan e ev tecrîda 25 salan bidome.

Polat destnişan kir ku di 17’ê Sibatê de li Kolnê meşek mezin heye û wiha bi dawî kir: “Bi sed hezaran kurd û dostên kurdan ku di nav de hunermed, siyasetmedar, ewropayî û gelek nasnameyên din dê tev li vê meşê bibin. Di 10’ê cotmehê de pêngavekê dest pê kir. Dost û hevrêyên kurdan û birêz Ocalan li 74 welatan hamleyek dan destpêkirin. Di çarçoveya vê hamleyê de her kes ji aliyê xwe ve li dijî tecrîdê têdikoşe. Em dixwazin wekî kurd û dostên kurdan piştgiriyê bidin vê hamleyê ku hamle bigêje armanca xwe. 50 salin bi bakurê Kurdistanê û tevahiya Kurdistanê bedelên giran dane. Em dixwazin kurd bibin xwedî mafên xwe. Ev ne kampanyayê ye. Ev hamle ye. Heta ku azadiya Ocalan pêk bê û statuya kurdan bê nasîn dê ev hamle bidome.”

Nûçe: Gabrîel Başo