6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xiyaneta bi belge

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Fermana bi belgeyekê ji hemû pêşmerge û hêzên Zêrevan ên PDK’ê re hatibû şandin bi êrişa li Sergelê ku 2 maşîneyên gerîla xistin kemînê diyar dibe ku rast e.

Beriya çend rojan malpera Şarpressê bi îmzeya fermandarê giştî yê hêzên PDK’ê Ezîz Weyîsî peyamek weşand. Di peyamê de ji hêzen Zêrevan ên ku yekser girêdayî rêveberiya PDK’ê ne tê xwestin ku li ku derê gerîlayê PKK’ê bibînin wan dîl bigirin, ger teslîmiyek qebûl nekirin jî wan û wesayîtên wan gulebaran bikin.”

Piştî weşandina vê belgeyê bi çend kêliyan PDK’ê bi rêya ragihandina xwe belge derewand û got; “Naveroka belgeyê ne rast e.” Lê tişta balkêş ew e piştî vê daxuyaniya ku kesî jê bawer nekir bi rojekê li herêma Amediyê wesayîtên gerîlayan gulerabaran kirin û 2 gerîla birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyek nivîskî têkildarî êrişa 24’ê çileyê ya hêzên PDK’ê li dijî gerîla agahî dan. Di daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên gerîla bi 2 wesayîtan diçûn Girê Amêdiyê. Li devera Sergelê herdu wesayît ketine kemîna hêzên PDK’ê û gule li ser gerîla hatin reşandin. Gerîla ji bo xwe biparêze bersiv dan û demekê şer qewimî. Di vê êrîşa PDK’ê de 2 hevalên wan birîndar bûn.

Fermana bi belgeyekê ji hemû pêşmerge û hêzên Zêrevan ên PDK’ê re hatibû şandin bi vê êrişê ve diyar dibe ku rast e. Rêveberiya PDK’ê hewl da ku bi daxûyanî ango bi rêya ragihandina xwe ve, ev belgeya ku xiyaneta wê ya li dijî gelê kurd bi awayekî zelal piştrast dike veşêre. Lê şerê li herêmê qewimî û êrîşa li dijî gerîlayên azadiyê pêk hatî rastiya zîhniyeta PDK’ê û rêveberiya wê bi awayekî aşkera radixe ber çavan.

Diyar e ku ev plan ne tenê ji aliyê PDK’ê ve hatiye amadekirin. Li pişt vê plana qirêj û dijminatiya li gelê kurd dîsa weke her carê dewleta tirk a dagirker û qirker heye. Ji xwe dema çekdarên PDK’ê êrîşî gerîlayan dikin balafirên keşfê yên tirk jî di heman kêliyê de li ser herêmê digerin. Piştî êrîşa hêzên PDK’ê balafirên şer ên tirk her herdu wesaît bombe dikin. Bi vê ve dixwazin delîlên ku xiyaneta PDK’ê piştrast dikin veşêrin.

Bêguman ger em xiyaneta PDK’ê ya li dijî gelê kurd bi aşkerakirina vê belgeyê tenê bigrin dest û binirxînin emê têkevin şaşitiyek mezin. Ji ber ku xiyaneta PDK’ê xwe dispêre demek dirêj û dîrokeke wê heye. Li ser vê mijarê gelek nirxandin hatin kirin û belge hatin weşandin. Lewma bêyî ku em têkevin dîrokê ez dixwazim ji dîroka nêz bi çend mînaka balê bikşînim ser xiyaneta PDK’ê û rêvebiriya wê.

Di van çend salên dawî de PDK di çarçoveya hevkariya bi artêşa tirk a dagirker re li Herêmen Parastinê yên Medyayê êrîş bir ser gerîlayên HPG. Êrişa yekem di 26’ê Tîrmeha 2021’an de pêk hat. Çekdarên PDK li Xelîfanê kemîn danî pêşiya 3 gerîlayên HPG’ê. Di vê kemînê de gerîlayên bi navê Serwer Serhat, Wargeş Çavreş û Dijwar Berxwedan şehîd bûn.

Piştî vê xiyaneta mezin bi mehekê ango di 28’ê tebaxa 2021’an de çekdarên PDK’ê li ser Ava Zê ya biçûk komek gerîla ya ku ji 7 kesan pêk dihat xist kemînê. Koma gerîla ku dixwestin ji Qendîlê derbasî Behdînanê bi çeteyên PDK’ê re ketin şer. Hêzên PDK’ê bi çekên giran li gerîla xistibûn û di encamê de 6 gerîlayên bi navê Tolhildan Raman, Şoreş Mardîn, Axîn Mezrê, Şoreş Colemêrg, Brûsk Mûnzûr û Serdem Cûdî şehîd ketibûn. Ji bûyerê gerîlayê bi navê Heqî Zîlan rizgar bûbû. Piştre bi awayekî berfireh behsa êrîşa PDK’ê ya li dijî wan kiribû.

Bêguman xiyanet û dijminatiya PDK’ê ya li dijî gerîlayên Azadiyê bi vê êrîşê re jî sînordar nema. Di 5’ê îlona 2023’yan de carek din bi destê çeteyên PDK’ê gerîla şehîd xistin. Komek gerîla li herêma Xelîfanê dixwestin ji herêmek derbasî herêmeke din a gerîla bibin. Çeteyên PDK’ê yên li herêmê îstîxbarat dan artêşa tirk a dagirker û li ser vê îstixbaratê balafira biçek û bêmirov gerîla kirin hedef. Di encama bombebaranê de 3 gerîla şehîd bûn û 2 gerîla jî birîndar bûne.

Weke di van bûyeran de jî diyar dibe, êrîşên PDK’ê li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê ne nû ye. Belgeya ku PDK’ê bi israr naveroka wê înkar dikir jî di pratîkê de gotin bi gotin dihat pêk anîn. Mîna di belgeyê de hatî nivîsandin çekdarên PDK’ê gerîlayên azadiyê li ku derê dibînin êrîş dikin an jî têkildarî liv û tevgera wan de îstixbarê didin dewleta tirk a dagirker. Ev dijminatiya ku êdî bûye karekterî herî bingehîn ên deshilata PDK’ê ji niha û şûnve ne pêkan e ku ji bo gelê kurd bikaribe pêşerojek azad biafirîne. Ji ber ew di nava vê xiyaneta ku li ser berjewendiyên hizbî û malbatî hatiye avakirin fetisiye nahêle tu rêxistin ango tevgerên kurd jî di xeta azadiyê de pêş bikevin. Dixwaze hemû kes mîna wê bibe xulamê dijminê gelê kurd.

Belgeya ku hatî aşkera kirin, her çendî ji aliyê rêvebiriya PDK’ê ve hatibe red kirin jî li gorî min ev belgeya bi awayekî aşkera xiyaneta PDK’ê ya li dijî gelê kurd û tevgerê wê ye. Bêguman gelek bûyerên ku xiyaneta PDK’ê piştrast dikin hene. Lê ev belge wê bibe malê dîrokê. Piştî bi dehan salan kurdên ku bixwazin têkoşîn û şerê tevgerên azadiya Kurdistanê nas bikin di lêkolînê xwe de wê vê xiyanata ku gelek çaran hatiye belgekirin bibînin.

Li gorî raya min êdî PDK û rêvebiriya wê jî baş dizane ew di çavê gelê kurd de xiyanetkarên çiqas mezin in. Ew jî dizanin ku êdî ne pêkan e gelê kurd wan efû bike û bikaribin mîna berê di dilê civaka kurdistanî de cihê xwe bigirin. Wê roj bê ev gel ev civak hesabê her guleya ku li dijî îradeya azadiyê hatiye teqandin bipirse. Di vî gelî de û tevgera azadiya Kurdistanê de ev îrade û bawerî heye. Lewma ew bi vê tirsê tevdigerin û hewil didin xwe li hemberî raya giştî ya Kurdistanê xwe derxin paqijiyê. Lê hemû hewldan vala û pûç in. Ev gel baş dizane kî çi ye û çi bike. Di vî şerê bêeman de herkesî ji zû ve heval û hogirê xwe naskiriye û bi gotinên xweş ên dijmin nayê xapandin.